Rojnameya Ronahî

Medyaya Kurdî çi bi serê wêjeyê kir? .. Çend têbînî

Kemal Necim

Wêje û ragihandin her çiqas du qadên cuda ne, lê her wiha têkelin û pêdiviya her qadekê ji wan bi ya din heye. Berhema wêjeyî bi rêya ragihandinê dikare bête danasîn û belav kirin, herwiha wêjevan jî bi rêya ragihandinê bi civakê têne danasîn. Bermaberî wê jî berhema medyayî hewceyî naveroka wêjeyî ye da ku bedewtir û hêsantir bighêje civakê. Tê zanîn ku li cîhanê hin berhemên wêjeyî berî ku bibin pirtûk bi rêya rojnameyan hatin belavkirin, her wiha pir wêjevan berî ku berhemên wan bibin pirtûk bi rêya medyayê hatine nasîn. Mînaka wê jî Maxim Gorky li Rûsyayê û Honorê de Balzac li Fransayê ku romanên wan berî bibin pirtûk weke rêzenivîs di rojnameyan de hatine weşandin.

Piştî pêşketin û guhertin û pirbûna şêwe û alavên ragihandinê yên nivîsî, dîtbarî û dengbarî, êdî ev rola girîng ya ragihandinê ya danasîn û belavkirin û belgekirina berhemên wêjeyî her mezintir dibe. Lê çawa ku ragihandin dikare qada wêjeyê û berhemên wêjeyî û wêjevanên afrêner bilind bike, ew qasî dikare bibe sedema tevlihevî û şêlobûn û reşbûna vê qadê. Ji bo ku ev tişt hemû çê nebin, berpirsyarî û rêzgirtin pêwîst e, ango pêwîste ku qada medyayê rêzê bide rêgez û pirensîbên xwe, herwiha rêzê bide wêjeyê jî û hay ji berpirsyariyên xwe hebe. Ger wilo nebe dê rewşên xerab rû bidin, weke rewşa ku niha li herêma me heye.

Li Rojava piştî salên dirêj ên qedexe û çewisandinê defeteke azadidyê vebû û êdî wêjevan dikarin bi azadî nêrîn û ramanên xwe derbirînin û berhemên xwe yên wêjeyî çap û belav bikin. Herwiha bi dehan dezgehên medyayê jî hatin avakirin ku ew jî ji bo wêjevanan bûne pencereyên derbirîn û danasînê. Lê mixabin ku ev qada ragihandinê guh neda rêgezên xwe û bi rêz û berpirsyarî tevnegeriya û naveroka wêjeyê bi zanebûn û hûrgilî ne hilbijart û tiştên buha û arzan tevlîhev kir û di heman selikê de firot.

Sedemeke sereke ya vê rûdanê ku xebatkar, karmend û bernamegerên qada medyayê ne kesên pispor û rewşenbîr in ku karibin buha û arzaniya berhema wêjeyî ji hev veqetînin, lewma li şûna çawaniya naveokê, li tijîkirina naverokê geriyan.

Sedemeke din jî ew e ku qada erdnîgarî û civakî ya Rojava pir teng û hindik e, li ser vê erdnîgariya hindik bi dehan alav û dezgehên medyayê hene (TV, Radiyê, Rojname, Kovar û Medyaya Civakî), hin ji van dezgehan ên xwecihî ne hin jî navend û şaxên dezgehên derve ne. Ev Hemû dezgeh jî bernameyên wan ên heftane û mehane yên wêjeyî û çandî hene, ji xwe şêweyê hêsan ê amadekirina bernameyekê ew e ku tu kesekî bîne studioyê û bi qasî saetekê pêre hevpeyvînê bike. Lê weke me got, dezgeh pir in, bername pir in û naverok kêm e, lewma amadekarên bernameyan dê ji xwe re li naverokekê bigerin, di lêgerînê de jî haya wan ji berpirsyariya wan tune ye, haya wan jê tune ku nabe tu her kesî weke wêjevan bi civakê bide nasîn, lewma heme kî du rêz nivîsîbin jêre dibêjin tu nivîskar e, ka bi xêra xwe were em hevpeyvînekî bi te re çêbikin. Wiha hew me dît ku li vî welatî êdî qada wêjeyê şêlo û tevlihev bû.

Bi kurtasî, medyaya Kurdî pêwîste derbarê naveroka wêjeyî de bi berpirsyarî û rêzdarî tevbigere.