Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima Mifteya Çareseriyê Li Îmraliyê ye?

29/11/2023
in Uncategorized
A A
Çima Mifteya Çareseriyê Li Îmraliyê ye?
Share on FacebookShare on Twitter

Erdogan Altan

Her tim ev dahûrandina Rêber Apo ya ku ji parêzeran re gotibû “Derfet bê dayîn ez dikarim di nava çend hefteyan de hemû pirsgirêkan çareser bikim” meraq û coşek mezin daye min. Ji ber ku her gotineke Rêber Apo ji bo min û ez bawerim ji bo tevahiya gelê Kurd jî wisa gotinên binê wan ne vala ye. Jixwe Meşa Gemlikê ya 18’ê Mijdarê ku ji her derê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran kes herikî navçeya Bursa ya Gemlikê îsbata vê yekî ye.

Di vê meşî de di her wêne, dîmenan de bê îstîsna dirûşmeya “Mifteya Çareseriyê li Îmraliyê ye” hat dîtin. Ev dirûşme cara yekemîne ku di sala 2005’an de ji aliyê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) ve hatibû organîzekirin de bibûm şahid. Ez jî wek e nûçegihanek meşvanên Gemlikê yên ji herêma Serhadê ketibûn rê û min dişopand û bi wan re roportaj dikir. Tê bîra min Dayika Aştiyê ya bi navê Dayika Şîrîn dihat naskirin, wateya dirûşmeya “Mifteya Çareseriyê Li Îmraliyê” wiha tanî ziman: “Niha bêkarî, xizanî, qetilkirin, tacîz, tecawiz, îşkenceyên di nava kolan û girtîgehan, pirsgirêkên çandiniyê, çandê, çînatî û hwd ji ber çi ewqas zêde heye li welat? Sedema xwe hemû ev şer ê bi dehan salane didome ye. Em jî dibêjin yê van pirsgirêkan ango şerî dikare rawestîne an jî bi dawî bike Rêber Apo ye. Lewra rûxmê di bin tecrîdê de û di nava çar dîwaran de dîl hatiye girtin jî ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, dikare hemû pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de çareser bike, projeyên wê, hêzekî wî ya wisa mezin heye û em pê bawerin.”

Heta di 2020’an de endamê Pêşmergeyê Dêrîn mamê Brahîm Hesen a ku li Haci Umranê sewalên xwe diçêrand, ewî jî bal dikişand ser vê rastiya dirûşmeyê, hem çima pêwîst dike û hem jî ji ber me bi rayagiştî baş nedaye fêmkirin bi zimanekê tûj me rexne jî dikir. Mamê Brahîm wiha digot: “Ne me, ne we, ne rêxistinên Kurd, qedrê Serok Apo nizanin, Em wateyê nadin fikir û ramanên ku dişîne. Her kes dizane mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan Serok Apo ye, lê hesaba dewlet û desthiladaran nayê. Niha dibe hûn bibêjin pirsgirêkên min a nikarim rehetî sewalên xwe biçêrînim, bêkariyê û hwd in, dê Rêber Apo çewa vê çareser bike? Ma encama vê pirsgirêka min a biçûk a neçêrandina sewalan ne şer û neyekbûna Kurd û Kurdistanê ye? Belê! Waye Ciwamêr (Rêber Apo) dibêje ‘Çareseriya van hemû pirsgirêkan pir hêsan e, pêwîste dawî li şer bînin û bi aqilane xalên jiyana wekheviyê ya hemû welatiyan rêz bikin. Pêşniyarên min hene, eger yê we jî hebe werin bikin hevpar û di demek kin de çareser bikin.’

Yanî di 2005’an de Dayika Şîrîn a li Wanê û di 2020’an de Mamê Brahîm a li Haci Umranê, bi kurt û kurmancî dixwazin bibêjin ku sebeba qrîz û felaket ên civakan dikşîne nava xwe şer e û tekane kesê vê şerî karibe rawestîne jî Rêber Apo ye. Lewra qrîz encam e û şer jî sedem e. Eger Rêber Apo azad bibe ew dem şerê ku sedema bingehîn a qrîz û kaosê ye wê dawî bibe.

Lewra sedema hêj jî ku şer didome, ji ber helwesta xirabker a hin partiyên Kurd ku li hemberê yekîtiya netewa Kurd e. Ji ber gelê Kurd dibêje ku dema Rêber Apo azad bibe, dê hemû gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê bigihêne hev û dema ev hêza mezin gihişte hev jî dê Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê derxe derveyê şer; dema ev çar welat derkevin derveyê şer, wê hêzên emperyalîst ew derfeta sêyemîn şerê cîhanê di Rojhilata Navîn de winda bikin, dê nikaribin şer gur bikin. Dema ev pêkhat jî gelên li van çar welatan ku bi qrîza dijwar dihejin, ji encama xirabker a krîzê rizgar bibin, welatê wan bigihêje demokrasiyê, îstîqrar û aramiyê. Ji ber vê yekî berjewendiya civakên van welatan bi daxwaza azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekî ye gelê Kurd di her platformî de rastiya vê dirûşmeya “Mifteya Çareseriyê Li Îmraliyê ye” tînin ziman.

Post Views: 52
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.