Rojnameya Ronahî

Kurd, şer û dîaspora

Ilyas Batû

Ji hezaran salan vir ve ye ku ji ber gelek sedemên xwezayî û sedemên ku mirov bi xwe çavkaniya wan in, koçberiya mirovan berdewam e. Her çi qasî di koçberiya serdema moderin de sedemên xwezayî hîn xuya bikin jî, para pirtir a van sedemên xwezayî dîsa li wan sedemên din vedigerin, ku mirov bi xwe çavkaniya wan in. Mirov, ji bo berjewendiyên xwe pêwendiyeke xelet û talanker bi xweza û erdê re datînin û di encamê de devera ku lê dijîn, dibe devereke weha ku ew êdî nikarin lê bijîn. Ji lew re, bêgav dimînin ku koç bikin.

Bêguman e ku ji sedemên herî pêşîn ê koçberiya mirovan, nemaze jî ya koçberiya girseyî, yek jê jî şer e. Şerê ku di serdema moderin de jî dibe, ji berevajî wî şerî ku mirovan bi xwezayê re dikir da ku li jiyanê bimana; şerekî birêkûpêk e, biplankirî ye û bi gelek amrazan tê kirin ku îro roj ji bilî hegemonyaya çandî û aborî, gihîştiye asta şerê sîberî (cyber).

Pêşketinên ku di şer de çêbûne, şêweyê koçberiyê jî guherandine. Reng e ku pêkhateyek ji ber şer an jî karesatên ku bi serê wan de hatiye, koçber û sirgûnî welatekî din bibe. Lê, raborî û siberoja wan a hevpar dike ku endamên wê pêkhateyê li wî welatî nû bêhtir li hev bibanin û ji bo xwedîlêderketin û bipêşketina welatê xwe bixebitin ku êdî lê najîn. Her weha welatek dema ku pêvajoya xwe ya modernîzasyonê dijî, hinek kesên bijarte ji nav xwe bi rê dike welatekî bipêşketîtir da ku sûd û mifayê ji derfet û azmûnên wî welatî wergire ku jê bipêşketîtir e û berî wî ev pêvajo li dû xwe hiştiye. Para pirtir a van kesên bijarte ciwan in, ji ber ku dînamîzm û enerjiya wan xurttir e. Têgiha dîasporayê bi giştî wan kesan dinimîne ku ji ber sedem û armancên jorbihûrî ku li welatekî din in. Lê, îro roj ji bo ku mirov vê têgihê ji bo komeke weha bi kar bîne, divê li dor raborî û siberoja hevpar yekîtiya wan çêbûbe. Divê ev jî bê diyarkirin: Çaxê ku welatek ciwanên xwe bi rê dike ji bo welatekî ji xwe bipêşketîtir, gelek caran ev ji bo demeke diyarkirî ye û ji wan ciwanan tê xwestin ku piştî demekê ew li welatê xwe vegerin û tiştên ku hîn bûne bi civaka xwe re par ve bikin.

Koçberiya me kurdan a neteweyî jî ji demeke dirêj ve li dar e. Çêdibe ku mirov dîroka wê vegerîne dema desthilatdariya siltanê osmanî Mehmdûdê 2yem (1808-1839), ku serweriya mîrektiyên kurdan kêm kir û malbatên wan jî sirgûnî Stembolê kirin. Ji wê demê û heta niha tişta giring ku divê em bizanin, ew e ku sedema sereke ya koçberiya kurdan “şer” e ku li cografyaya Kurdistanê û bi giştî li Rojhilata Nêzîk li dar e. Ji loma ye ku dema ku em behsa dîroka xwe dikin, em dibêjin “kurd sirgûn bûn”. Hima bêje derfetên kurdan rê nedane ku ew ciwanên xwe li ser navê “bipêşketinê” bi rê bikin welatin din. An jî çaxê ku weke mînak li Başûrê Kurdistanê derfetan rê daye jî, kêm hatiye kirin an jî qet nehatiye kirin.

Di vê behsê de mirov ji bo dîasporayên herî xurt dikare ya cihû û ermenan weke mînak bide. Weke mînak; çaxê ku 2017an ji aliyê hikûmeta Donald Trump hate ragihandin ku êdî paytextê Israîlê bajarê Qudsê ye, diasporaya cihûyan a li Amerîkayê kir ku biryareke weha bê dayin. Ermen û rûs jî ji sedsala 19em ve hevalbendên hev bûn, lê bi hewildana dîasporaya ermenan a li DYAyê, îro roj Ermenistanê xwe bêhtir nêzîkî DYAyê kiriye û biryarek derxistiye ku dema Vladîmîr Pûtîn pê biavêje erda Ermenistanê, dikare wî destgîr bike. Libnana ku piştî şewata bendera li bendera Bêrûdê ya 2020’î qeyrana aboriyî lê kûr bûye, bi dahata libnaniyên li derveyî Libnanê dikare li ser piyan bimîne.

Li gorî daneyên statîstîkan bi qasî 2 milyon kurd bi tenê li Almanyayê dijîn. Lê ji ber ku civatên ku ava kirine ji berjewendiyên neteweyî bêhtir li sînorên partîzaniyê asê bûne, nikarîn herka çek û cebilxaneyê rawestînin ku di bendera Hambûrgê re ji dewleta tirk re tên şandin. Mobîlîzasyon û hêza aboriyî ya 2 milyon kesan ji bilî proteseyoke li ber bendera Hambûrgê, dikare pereyekî zêdetir ji yên tirkan li hev bicivîne ku tirk didin dewleta Almanyayê û bi vî awayî dikarin jî pêşî li qirkirina gelê xwe bigirin. Ji bilî vê, cihê mixabiniyê ye heger diasporaya kurdan heta vê kêliyê jî nikare bi hêzên navneteweyî qada hewayî ya Rojavayê Kurdistanê bide qedexekirin ji balafirên dewleta tirk re.

Belkî li Kurdistanê timî rîsk hebe ku kurd bên qetilkirin û zindanîkirin. Lê, li ser kurdên li Ewropa, DYA, Kenada û hwd. ferz e û derfetên wan hene ku xwe hînî şerê sîberî bikin. Ne xeyal e, divê xwe hîn bikin bê ka mirov çawa dikare bi riya kompîtera xwe programên balafirên tirkan pûç û hack bike berî ku bigihîjin û bên Kurdistanê bombaran bikin. Xebatên zanistî û weşandina rojname û kovarên derbarê teknîkên şer de jî ji bo me gelekî giring in û divîbû heta niha em di vî warî de zêdetir xwedî agahî bûna. Çi ku em çendî aşitîxwaz bin jî şer heye û li me tê ferzkirin.