Rojnameya Ronahî

‘Damezrandina PKK’ê ji bo gelê kurd vejînek bû’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê Meclisa Dadweriyê ya herêma Cizîrê Nûredîn Şakir da zanîn ku berî damezrandina PKK’ê, gelê kurd di qonaxeke tarî de dijya û bi avabûna PKK’ê re bi fikr û felsefeya Rêber Apo gelê kurd ji nû ve vejiya, jina kurd bû xwedî nasname û hêz, herwiha civaka kurd jî hat rêxistinkirin.

Ev bû 45 sal ku Partiya Karkerên Kurdistanê weke partiyeke ku milkê gelê kurd û hemû gelê azadîxwaz e hatiye damezirandin,  PKK’ê 45 salên xwe li ser bingeha fikrên azad û demokrat heta roja îro bi lehengî dijî serdestiyê têkoşînê didomîne, herwiha bû yek ji tevgerên herî bi bandor li ser asta cîhanê.

Girêdayî damezirandina Partiya Karkerên Kurdisatnê (PKK) Endamê Meclisa dadweriyê(Edaletê)  ya herêma Cizîrê Nûredîn Şakir bersiva pirsên me da û hevpeyvîn jî wiha bû:

Hûn rewşa gelê kurd ya berî damezrandina PKK’ê û piştî damezrandina wê çawa dinirxînin?

Em tev dizanin ku berî PKK’ê were damazrandin ku gelê kurd di çi rewşê de bû, birastî gelê kurd di rewşeke wisa de bû ku gelekî din nedikarîbû bibêje xweziya rewşa me bi rewşa vî gelî be û biheside gelê kurd. Wê demê gelê kurd ber bi qirkirinê ve diçû, ketibû bin bandora hişmendiya eşîret, ol, malbat û faodalîzimê de. Li aliyekî din jî dijminan bi riya şerê taybet, hişmendiyek û çandeke dûrî çand û ramanên resen a kurdewariyê ava kiribûn. Ji ber vê asîmîlasiyonê jî gelê kurd di nav gelên cîhanê de hatibû perçiqandin  û di heman demê de jî kurdan bi çavekî biçûk li xwe meyze dikirin. Ya herî ku zilm û zordarî li ser hatibû kirin jî jina kurd bû, malbat, civak, serdestan jin çewisandibûn û bêmaf hiştibûn. Herwiha li gelê kurd wisa hatibû ku qedera xwe di destê dijmina de didît. Kurdan bawer nedikir ku wê rojek were û azadiyê bi dest bixînin û ji destê dagirdkeran rizgar bibin. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li kurdan kir, herwiha hişt di warê xwedîderketin û parstina li dîrok, çand, zimanê xwe û hwd… de lawaz û bêmaf bimînin. Lê damezirandina PKK’ê  ji bo gelê kurd rojeke nû û destpêka serdemeke tijî hêvî, zanist û azadî bû. Herwiha bi saya şoreşê û PKK’ê re gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê xwe di hemû waran de bi rêxistin kir.

Bi avabûna PKK’ê re çi guhertin û veguhertin li ser asta Kurdstanê pêk hat?

PKK’ê bi xwe ne ji wan partiyên ku bi fikr û rêxistina xwe bi terzê kilasîk û kevnar yên mîna partî û tevgerên kurdan e. Em nikarin hevrûkirinekê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û partiyên din de çêbikin, ji ber ku PKK’ê li ser fikr û rêbazîkî nû hat afrandin. Di heman demê de tiştê ku PKK’ê ji bo gelê kurd kir van partiyên berê yên kurdan nikarîbûn pêk bînînin, lewma gelek ji van patiyan jî li dijî vê fikr û felsefeya nû kar dikin. Bi derketina PKK’ê re sûdeke mezin li gelê kurd hat kirin ku destpêka qonaxeke nû ji bo gelê kurd hat afandin û  vê partiyê dîroka kurdan , ziman, nasname û çanda kurdî bi cîhanê jî da naskirin. Ev qonaxa nû ya li ser fikr û felsefeya Netewa Demokratîk nefes da civakê, di serî de jin ji hişmendiya malbat, dewlet û kevneperstiyê a serdest hat rizgarkirin. Bi vî awayî jina kurd li nik zilamê kurd xwe bi rêxistin kir û sîtstema hevseroktiyê hat çêkirin. Gelê şoreşgerî li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengtiya jinê biryara destpêkirina têkoşeriyeke bê hempa di vê qonaxa nû de da. Jina kurd li Kurdistanê dest bi berxwedaniyekê kir ku xwe di hemû waran de, weke milê siyasî, aborî, civakî û hwd… li pêş xist, nexasim di aliyê leşkerî de. Berxwedaniya jinan ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de yê li Rojava û Şengalê da meşandin, berxwedaniyeke efsûnî bû û hişt ku cîhan bejna xwe li hemberî vê berxwedanî, vîn û cegeriya jinên kurd bitewîne.

Patiya Karkerên Kurdistanê çawa karîbû bandorê li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bike?

PKK’ê xwedî pirojeyeke mafdar e ji bo gelê kurd, pirojeya vê partiyê jî bidestxistina mafê azadiya 50 meliyon kurd e û gelê kurd jî riya xelasiya xwe û çareseriyê ji kul û birînên xwe di PKK’ê de jî dibîne. Ji bo vê yekê jî PKK’ê dengvedana xwe û gelê xwe çarçoveya Kurdistanî derbas kir û bi fikrên xwe bandor li tevaya gelên cîhanê kir. Fikr û ramanên Rêber Apo û PKK’ê ji bo hemû pirskirêkên ku li cîhanê rû didin cihê çareseriyê ye. Îro şerekî dijwar di navbera Israyîl û Hemasê de li dar e, gelek siyasetmedarên biyanî yên ku fikr û felsefeya Rêber Apo xwendine, çareseriya vî şerî jiyankirina gelê cihû û ereb bi hev re riya çareseriya vê pirsgirêkê ye. Encex felsefeya Netewa Demokratîk bibe çare ji bo gelê Filestînê. Fikr û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo çareseriya dozo gelê kurd e, lê dermanê pirsgirêkên hemû gelên ku li welatên xwe bi destê dewletên netewperest hatine çewsandin. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku PKK’ê partiyeke xwedî fikr û felsefeyeke pêşeketiye û bi dengvedana ramanên azad, xwe li ser asta cîhanê isbat kir. Li ser vê bingehê jî gelê kurd biryar da ku ew dev ji riya berxwedanê bernadin û em dibînin ku ev zêdeyî 40 salan e, ji bo doza xwe têkoşînê dike. Herwiha ev bi 10’ê salan e ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser asta cîhanê diqîre û bang dike. Di dawiyê de 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li gelê kurd, şehîdan û malbatên wan, Rêber Apo, gerîlayên azad, kesên di zindananê dagirkerên Kurdistanê de û gelên cîhanê yên azadîxwaz, pîroz dikin û dibêjin tekez wê serkeftin para gelê kurd be.