Rojnameya Ronahî

PKK; meşa ji herêmbûyînê ber bi gerdûnbûyînê ve

Cîger Dilşad

Hin bûyer û derketina kes û tevgeran  hene ku mohra xwe li serdema gelekî,civakekê dixin. Wekî şerê serxwebûnê yê neteweyan li dijî dagirkeran û îsyanên wan. Bê guman ji boyî wî gelî,civakê şerê rizgarîyê dane,(bi serketine,bi serneketine ev ewqas ne girînge)  li gorî gîyana serdema ku tê re derbas dibin belkî pir girîng jî werin dîtin û heta astegê jî girîng in. Încax gava mirov dîroka wî gelî lêkolîn bike rastî girîngîya şerê wan tê. Lê hin bûyer û derketina kes û tevgeran  jî hene ku mohra xwe li dîroka gelan û civaka mirovahîyê dixin û mirov kengê rûpelên dîrokê vedike bi misogerî bi wan re rû bi rû tê. Wekî derketina peyamberan û kesayetên têkoşîna têkûzkirina axlaqê civakî kirine. Bi gotineke din;kes û tevgerên ku ji bo gihandina nameyeke civakî ji mirovahîyê re li ku derketibin negirînge,ya girîng ew e ku peyama rakirine û xwestine bigihînin mirovahî ye!  Bê guman wê ji nava gelekî,civakekê derkevin û heta astekê jî wê li ser navê wî gelî biaxifin. Încax naveroka peyama wan û çi kirine , çi gotine girîng e! Bi gelemperî ew kesayet bi naverokek heremî derketine rê,lê ne heremîyeke teng û nijadperest,bi heremîyeke ku alîyên wê yên gerdûnî heye  derketinek çêkirine. Jixwe heremî nebe,gerdûnîbûnî negengaze. Pirsgirîkên heremî neyên çareserkirin,yên gerdûnî jî çareser nabin. Çawa mêrek di malbatê de demokrat nebe,ne gengeze ku di civakê de demokratt bibe. Her wiha çawa ku jin azad nebe,negengaze ku civak azad bibe.

Xala din ya kesayet û tevgerên ku mohra xwe li dîroka mirovahîyê dane ew e ku,karîne xwe di hêla fikir de bigihînin asta dîtina hin çareserîyên gerdûnî. Ev jî, rasterast bi qeyrana ku civaka mirovahî dijî  ve girêdayê ye. Ango rasterast bi hêza dijber û buhrana ku derxistî holê ve girêdayî ye. Heger Hz.Zerdeşt ji ketina axlaqî re nebûba derman û dîtinên Wî xîtabî hemû civakê nekiriba û li dijî pergala ku mirov dikir xulam ji xwedayê dewletê re,mirov nekira xwedî vîn û jin dernexista asta wekhev bi mêr re,derfeta ku dîtinên Hz.Zerdeşt ewqasa  belav bûbûye û heta îro bihatana tune bû.Heger împaratorîya Roma ewqas hovdar nebûya û sînorên wê ewqas fireh nebûya,negengaz bû ku Hz. Îsa derketa û xwe bigihanda dîtineke gerdûnî.  Hz. Îsa hem ji pirsgirêka Cihuyan re xwest çareserîyekê bîne û hem jî ji êşa gel-civakên ku di bin zilma Roma de dinalîn re bibe melhem,bibe derman. Heger di di pêvajoya cahîlîyê de civaka Ereb ewqasa neketî ba û împaratorîya Sasanî û Bizans ewqasa ne zilmkerbûyana li ser gelan, negengaz bû  Ku Quran ewqasa bandorkerbûya û zû bihata qebûlkirin.

Zerdeştîyan jî, Mesîhîyan jî misilmanan jî li dijî pergalên di heyama wan de serdestbûn li ber xwe dan,têkoşîn. Yanê tu dîtineke civakî-axlaqî bêyî ku li ber xwe bide û heta bêyî ku cengên mezin bidin,negihane rêxistina belavkirina dîtinên xwe. Her wiha gava Zend Avesta were lêkolîn kirin,wê were dîtin ku Hz. Zerdeşt pêşîn bi lêpisîna xweda ;” EY AHURA MAZDA,ka bêje tu kî yî?”xwestiye ku mirovên azad biafirîne. Hz. Îsa jî heman tişt armanc kirî. Ayeta Quranê ya pêşîn bi ;”bixwîne!”dest pê dike. Yanê Hz. Mihamed jî xwestî mirovên zane biafirîne.

Ev e,derketina Rêber APO û PKK jî bi bernameyeke ku pirsgirêka Kurd çareser bike derket rê,lê gava rastî êrîşan hat,mecbûr ma ku xwe bi rêxistin bike û bi demê re ji herêmbûyînê xwe gihand felsefeyeke gerdûnî. Lê divê ku em ji bîrnekin ku heger di bingeha dîtineke heremî de tovên dîtineke gerdûnî tune be,ne gengaze ku pişt re ji wê dîtinê dîtineke gerdûnî derkeve. Ji lewra her çiqas pêşîya pêşîn Rêber APO fikra Kurdistan’eke azad,mirafah û demokrat derket rê jî,lê ji ber ku hêj di zarokatîya xwe de pirsgirêka jin (pirsgirêka azadîya jin pirsgirîka herî kevnar ,bingehîn û gerdûnîye)û dubendîya çêkirî ya Kurd-Tirk(pirsgirêka  Kurdan jî ji pirsgirêkên herî esas e di rojhilata navîn de) pirsgirêka  di salên dibistana seretayî de ew mijûl kiribû,ji hêla din ve bi du lawên Behra Reş re derketibû rê,ango bi dîtineke enternasyonalîst hevîrê hişmendîya xwe strandibû. Mirov dikare bêje ku,hêj di serî de Rêber APO xwedî hişmendîyeke gerdûnî bû. Jixwe gava dît ku ji gerdûnbûyîna felsefa xwe dûrdikeve(sala 1995’an),qeyraneke gîyanî jîyan dike. Ji lewra piştî wê îdeolojîyeke ku di navenda wê de Azadîya Jin heye bi pêşxist. Rêber APO di nava PKK de azadîya jin wekî pîvana partîbûn û artêşbûna rastîn,azadîbûyîna civakî û demokratbûyîna awaya jîyanê û gerdûnbûyîna ku  xwe dispêre heremîya bi heqîqeta xwe ya dîrokî û civakî re kelijîye û ekolojîyeke bi tevahîya hebûn û bûyînên xwe xwedî mafê hebû û jînkirinê ne,bi pêşxist. Ango PKK ji hemû nexweşîyên feraseta dewletê şûşt û bi tevahî kir partîyeke civakî,komînal.

Ji lewra mirov dikare bêle ku; PKK ya berê temsîlî nîvê gîyana Rêber APO dikir,PKK ya ku paradîgma Modernîteya Demokratîk kir program ji xwe re ji hêla îdeolojîk de bû partîya ku gîyana Rêber APO tam temsîl dike.

Ji lewra dewletên emperyal PKK  ya ji nûh ve li gorî paradîgma Modernîteya Demokratîk xwe bi rêxistin kir,hema lîsteyek bi sernava”lîsteya terorê”  çêkirin û di şûna ku navê xwe tê de binivisînin,rabûn navê  tevgera herî paqij li vê dinyayê navê PKK nivisîn. Jixwe ev ji wan tê,hêvîkirina tiştekî din ji wan şaşe!

Dewleta Tirk,MALBATA BARZANÎ,ENKS û derdorên ku di çerxa şerê taybet ku dewlet Tirk dimeşîne de li dora xwe dizivirin û bi erdê re dixuşin,dibêjin;”40 sal e ku PKK şer dike ka çi bi dest xistî”,di rastîyê de dewleta Tirk pir baş dizane ku ka PKK çi bi dest xistî,lê ji boyî hêvîya gel bişkîne û rê ji tevlîbûna ciwanan bigire,wê propagande yê,dike.

PKK bi Rêbertîya Rêber APO sê serkeftinên dîrokî bi dest xistine û dîyarî mirovahîyê kirine;

1-bi afirandina kesayeta azad re civaka Kurd ku di sekareta mirinê de bû vejîn kir û hebûna gelê Kurd bi hemû dagirkeran da qebûl kirin. Yanê “şoreşa vejînê temam kir,dor hatî serkeftina hetmî” berîya PKK derkeve ,Kurd ewqasa ji rastîya xwe hatibû bi dûrxistin ku xwe bi xwe înkar dikir! Bê guman ne tenê vejîn kir,her wiha gelê Kurd ji bin hişmêndîya PDK ya şoleker derxist û ew gihand hişmendîyeke ku îro li seranserî cîhanê rêxistin û kesayet bi kampanya;”JI RÊBER APO RE AZADÎ,JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ xwedî li Rêber APO û gelê Kurd derdikevin.Kurdên ku berê bi tenê çîyayên Kurdistan’ê dostên wan bûn,îro li çar alîyên cîhanê bûne xwedî dost.  Derxistina Kurdan ji goristanê û gihandina wan asta hêzeke çareserîyê ji pirsgirêkên cîhanê re,nîşaneya ku ji herembûyînê gihîştina asta gerdûnîbûnê ye. Bi kurtasî,Kurd li heqîqeta wan ya dîrokî vegerand!

2-Rêber APO bi felsefa”jin jîyan azadî” re asoyeke nûh di mijara pirsgirêkên jinê de vekir û ji xwe,ji civaka Kurdistan’ê derket rê û çareserîya herî rast û heqîqeta jinê raxist ber çavan. Rêber APO;”jin neteweya mitingeh ya herî kevnar e”,ji wê peytandina dîrokî hem jin di seranserî dîrokê de çawa hatî xistin û mafên wê ji dest hatî girtin,hem jî rêya ku jin xwe bi xwe azad bike,bêyî ku xwe bispêre tu mêrî wê çawa bi azadkirina xwe re mêr û civakê azad bike raber kir. Pêşîya pêşîn ev dahurandin di kesayeta jin û mêrê Kurd de kir û ji wir jî giha rastîya jina gerdûnî ku wê çawa xwe azad bike.çareserkirina pirsgirêka jinê,çareserkirina hemû pirsgirêkên mirovahîyê ye!

Mirov ji felsefeyeke ku ji  azadîya jinê re nebe bersiv nikare bêje; “felsefeyeke gerdûnî,civakî ye”. Ji ber ku jin nîvê civakê ye,felsefeyeke ku ji pirsgirêkên nîvê civakê re nabe bersiv,wê çawa bibe felsefeyeke gerdûnî,civakî? Ji felsefeyên mîna ya  Hegel û ya Marks(ew jî di nav de) û hwd.re mirov nikare bêje tam felsefeyên gerdînî,civakî ne! Mirov bêje;”felsefeyên ku xwestine bibin bersiv ji hin pirsgirêkên gerdûnî û civakî re”wê rastir be.

3-heta ku Rêber APO dahurandina dewletê nekirî,hemû dîtin û felsefeyên derketine tevan jî nikarîbûye xwe ji hişmendîya kone ya dewletê xelas bikirana. Anarşîstan bi redkirina dewletê gavek avêtin,lê ji ber ku alternatîfa xwe daneynîbûn,di mijara pirsgirêka jinê de dîtinên heyî derbas nekirin,nikarîn ku xwe bikin hêzeke çareserîyê. Anarşîst di nêzîkbûna dewletê de ji Marksîstan pêştirbûn,di hêla aborî de ji wan paştirbûn,di mijara jinê de ji hevûdin nedûr bûn. Ji lewra jî  enternasyonala 1.,2. Û 3.nebûn bersiv ji hemû pirsgirêkên civaka mirovahîyê re. Bê guman ew derneketana, îro Rêber APO nikarî ji hemû pirsgirêkên bingehîn yên mirovahîyê re çareserî bidîtana,bi pêş bixistana. Rêber APO dîtinên wan li ser lingan da rûniştandin.

Di mijara xirakirina xîmên bingehîn yên civakbûnê de bi qasî hişmendîya ku jinê wekî kole ji xwe re dibîne,hişmendîya ku  ji felsefa Darwînîst ya ku felsefa; “an mezin bibe,an jî bimire”rewa dike,ekolojîyê tarûmar dike,xetenake! Felsefa pozîfîst ku di navenda her tiştî de mirov esas digire,têkilîyên mirov bi mirov re,mirov bi xwezayê re li ser bingeha karê zêde daye rûniştandin,Rêber APO di dewsa wê de nêzîkatîyeke axlaqî û wicdanî bi pêşxist ku,dîtinên şaristanîya çînî hilweşand û bi vî awayî bûyanîbûyîna mirov  ji xwezayê re da û dide rakirin.ekolojîyeke ji civakbûyînê qut nikare xirabûyîna heyî ji holê rake û ji dejerenebûyînê re vekirîye. Zanebûna ekolojîk zanebûna rastîn ya civaka nû ye!

Her wiha demokrasî wekî awayê jîyana rojane ya mirov di nava malbatê û civakê de. Demokrasî nebe,azadî bi pêş nakeve. Lîberalîzm azadîyeke sexte,ku pergala dewletê xurtir dike,wekî ku rêya xelasîya kes e,pêşkêş dike. Mixabin bi teknolojîya di destê wan de heta asteke bilind ew feraseta sexte di nava civakê de belav bûye. Demokrasîyeke bê civak pêşkêş dike û pê mirovan dixesîne. Li hember wê ,Rêber APO Demokrasîya Redîkal wekî rêya gihandina heqîqetê nîşan da û got;”demokrasî bê çalakî nabe”. Çimkî  Demokrasîya bê çalakî demokrasîya xesandina rihê gîyana kes ya civakî ye û rizandina vîna kes e.

Belê,Rêber APO bi paradîgma Demokratîk,Ekolojîk û azadîya jin re PKK wekî ekoleke nû ya felsefê  nû ku asoya mirovahîyê ferehtir kirî , dike; wekî hêzeke dîyalektîk ku dubendîyên herî lewaz dixe têkoşînê û bi têkoşîna wan serkeftinê bi dest dixe,wekî partîyeke  têkoşînê amade kir û gihand. Di 45’mîn sersala avabûna PKK de,PKK ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê bûye. Sala 46’mîn ya PKK wê bibe sala derketina berhema keda salan ya Rêber APO di asta cîhanê de. Di sala 46’mîn de em ê bibînin ku enternasyonalîzma APOGERÎ çawa wekî hêzeke cîhanî textê patronên kapîtalîst dihejîne. Ji lewra jî felsefa Rêber APO wê hetahetayê hebe û di çerçoveya dîtinên ku  danîne holê li gorî pêdivîyên nû werin dewlemend kirin.

PKK di dawîya sedsala 20’an de dest bi meşa xwe kir û bi awayekî xurt derket ser dika sîyasetê,lê mohra xwe di sedsala 21’an de, bi paradîgma Modernîteya Demokratîk, li dîroka hemû mirovahîyê da û cihoka têkoşîna mirovahîyê sererast kir û mayînde kir.

Heger em wekî gel,kadro û enternasîyonalîstên ku hebûna siberoja xwe di paradîgma Rêber APO de dibînin pirtir di xeta APOGERÎ de kûr bibin û ponijandian xwe têxin meryetê,ne bi tenê azadîya fîzîkî ya Rêber APO gengaz dibe,derfeta hilweşandina pergalê tê bi rêxistkirin û roja azadîya gelan nêzîktir dibe.