Rojnameya Ronahî

‘Hemas li gorî berjewndiyên dewleta Tirk û Îranê tevdigere’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat, Luqman Ehmê da zanîn ku Pirojeya riya aborî ya Hind- Ewropa ku di Israyîlê re derbas dibe nakeve xizmeta berjewendiyên aborî yên dewleta  Tirk û Îranê de û ji bo ku rê li pêşiya wê bigrin Hemas weke amûrekê bikar anîn.

Şerê di navbera Îsrayîl û Hemasê de ku ji 7’ê Cotmeha derbasbûyî de dest pê kiribû berdewam e, têkildarî vî şerî û herwiha bandora wê li ser rewşa Sûryê û Rojhilata Navîn, hevserokê Partiya Kesk a Demokrat, Luqman Ehmê bersivê pirsên rojnameya me da. Naveroka hevpeyvînê jî wiha ye:

Çima şer di navbera Hemas û Israyîlê de rûda û li gor we çareserî ji bo rawestandina vî şerî çi ye?

Dema ku em li Rojhilata Navîn meyze dikin, gelek pirsgirêk tên dîtin, ev herêm dagirtî pirsgirêk e. Ev pirsgrêkên ku li Rojhilat çêdibin, têkildarî rewşa aborî, civakî, siyasî ne û ji dema ku dewletên nû li herêmê hatine avakirin û pêre jî gelek tevger, partî û rêjîmên derketine ev pirsgirêk li cihê xwe mane û heta îro jî çareser nebûne. Nimûne ji vê yekê jî kiriyarên Hemasê li Israyîlê, em Hemasê weke tevgereke tundrew dibînin û ev tevger temsîla gelê filestînê nake. Gelê israyîlî û hem jî yê filestînî gelek ziyanên canî dîtin weke têzanîn bi hezaran kesên sivîl hatin kuştin û revandin. Em hedefgirtina van kesên sivîl bi tundî şermezar dikin. Hemas weke destekê Tirkiyê û Îranê ye û li gor van herdû rejîman tevdigere, sedema sereke jî ew e ku berjewendiyên Îran û Tirkiyê pêk bînin. Pirojeya Aborî ku wê di herêmê derbasbûbaya re di Lûtka Girûpa 20’an de hate lidarxistin. Di encamê de hat pêşinyarkirin ku wê riyeke aborî di herêmê re derbas bibe. Ev rê ji Hindê dest pê dike, herwiha derbasî Girava Erebî dibe, diçe Israyîl û bi riya Deriyaya Spî derbasî Ewripayê dibe. Bi vî awayî ev riya aborî di Îranê û dewleta Tirkiyê re derbas nabe û herdu dewlet ti fêdeya ya aborî jê nabînin. Lewma xwestin tevlîheviyekê di hundirê Israyîl û Filestînê bidin avakirin û rê li ber vê riya aborî bigrin.  Hin riyên çareseriyê  di asta heremî de ji bo pirsgirêka Hemas û Israyîlê hene, lê ne Hemasê û ne herdu rêjîmên Îran û Tirkiyê dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe ji ber ku nakeve xizmeta wan.

Ev bûye bêtirî mehekê ku şer di navbera Israyîl û Hemasê de li dar e, çi bandora vî şerî li rewşa Sûriyê û Rohilata Navîn heye?

Wekî min destpêkê anî ser ziman şerê ku îro di navbera Isayîl û Hemasê de li dar e, ji ber pirojeya riya aborî ya cîhanî ye. Kirîza Sûriyê ya ku  ji 2011’an de dest pê kiriye jî ji ber vê pirojeya aborî ye. Riyên aborî ji Dewletên Xelîc di erdîngariya Sûrî û Îraqê re derbasî Ewripayê dibû. Lê piştî kirîza Sûriyê û aloziyên Îraqê dest pê kirin, tevgera riyên aborî yên ku di herdu dewletan re diçûn, rawestiyan. Di heman demê de van dewletên ku zerer ji girtina van riyan dîtin, neçar man ku dest pirojeyek din bikin. Ev piroje jî riya aborî ya ku ji Hindê tê Girava Erebî û bi riya Israyîl derbasî Ewripa dibe, ye. Dewleta Tirk dereng ma heta ku pilanên vê pirojeyê kişf kir, lewma ji bo ku dîsa van riyên aborî vegerîne xebatê têkiliyên xwe bi Rûsiya û hwd… re xurt kirin. Heta ku Kirîza Sûriyê çareser nebe, ev riyên aborî yên kevin wê nekevin tevgerê. Çareseriyeke ku encamên wê ne mîna rewşa gelên Sûriyê  ya berî salên 2o11’an be. Lê belê divê gelên Sûriyê û hikumeta Şamê baweriya xwe bi çareseriya navxweyî bînin. Di heman demê de mafê hemû pêkhatiyên wê bi giştî parastî be.

 Erdogan xwe weke piştgirê gelê filestînî dibîne û li nerazîbûna xwe ji ber kiryarên Israîlê tîne ser ziman, lê ji bo berjewendiyên xwe têkiliyan bi Israyîlê re qut nake, di heman demê de êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, hûn dirûtiya Erdogan çawa dinêrxînin?

Erdogan di aliyê diblomasî, aborî û leşkerî de têkiliyên wî yên xurt bi Israyîlê re hene. Herwiha firokvanên Israyîlê timî tên Tirkiyê û perwerdeya xwe li wir dibînin, hem jî kar û barên teknîkî bi hevpariyekê didin meşandin. Dewleta Tirkiyê çek û amûrên şer yên herî pêşketî bi alîkariya Israyîlê werdigre. Di heman demê de tê destnîşankirin ku salane zêdeyî 10 milyarên dolarên emerîkî di encama têkiliyên aborî û bazirganiyê de di navbera van herdu dewletan de çêdibin. Lê dema axaftinê jî giriyê xwe li ser Hemas û gelê filistînî tîne, di heman demê de jî têkiliyên xwe yên cihêreng bi Israyîlê re dide meşandin. Kesayetên wiha sextekar in û ola mislimantiyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin, Erdogan heta asteke bilind jî bi gotinên xwe dikare bandorê li mislmanan û hestên wan bike. Ew ji bo berjewndiyên xwe yên cuda Hemasê û li ser hesabê mislimantiyê bi kar tîne û destekê dide Hemasê. Lê ew gelekî dûrî ola mislmantiyê ye, eger wisa rast e, vaye gelek kurdên mislman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Lê bi domdariya Şoreşa Rojava re dewleta Tirk a dagirker kiryaran li ser gelên herêma me û bi taybet li ser gelê kurd dimeşîne. Di sala 2018’an de  dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir û gelek kesên sivîl dan kuştin, heta roja îro kiryarên kuştin û guhertina demografîk di derheqê gelên wê de pêk tîne. Herwiha ev çar sal in ku ev dagirkerî Stasiyona Elok ya kontrol dike û avê li ser misilmanên kurd û ereb yên kantona Hesekê qut dike. Ev kiriyarên ku dagirkeriya Tirkiyê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne tê wateya ku ew li dijî mislmantiyê ye, lê mislmantintiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.