Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê bi ruhê Netewa Demokratîk çanda gelan zindî bikin’

11/11/2023
in Uncategorized
A A
‘Em ê bi ruhê Netewa Demokratîk çanda gelan zindî bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

 Di Yekemîn Festîvala Çandî û Hunerî ya bi navê Netewa Demokratîk ku li navçeya Til Birak ya girêdayê bajarê Hesekê hat Iidarxistin, jin bi çand û kevneşopiyên xwe mîna keskesorê cihê xwe di nava festîvalê de girt. Jinên beşdarvan diyar kirin ku armanca wan zindîbûna çanda tevahiya pêkhateyan e.

 Di Festîvala Yekemîn a Çand û Hunerî ya Herêma Cizîrê ku li navçeya Til Birakê ya girêdayê bajarê Hesekê, bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Neteweya Demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin’ hat li darxistin, jinên hemû pêkhateyan bi  çand, kevneşopî, xwarin, cil û bergên xwe yên cûda mîna keskesorê cihekî  taybet di festîvalê de  digirtin. Armanca sereke ji festîvalê ew e ku her pêkhateyek kevneşopiyên xwe zindî bikin.

Derbarê rol û asta tevlîbûna jinan di Festîvalê de, jinên beşdarvan ji rojnama me re axivîn.Endama Meclisa Civaka Ermenî ya Çandî Mêlêna Qesabiyan diyar kir ku armanca wan ji tevlîbûna festîvalê ew e ku ji cîhanê re bidin xuyakirin ku hîn neviyên Ermeniyan hene û wiha got: “Koma Ertisax bi 3`ê dîlanên cûda ku tê de li ser hêza Ermeniyan, bedewiya jinên Ermenî û misogeriya hêza Ermeniyan nîşan dide, di festîvalê de beşdar bûn. Ji derveyî dîlanan, di festîvalê de em ê, rêûresmên hinê, koral, xwerinên Ermenî, cil û bergên Ermeniyan jî pêşkêş bikin. Armanca me ji van dîlanan ew e ku ji cîhanê re nîşan bidin ku gelê Ermen tevî hemû zoredestiyan jî hîn hene. Herwiha bi hêza xwe em ê ziman û çanda xwe biparêzin.

Festîval mîna tabloyeke cihreng e ku çandên cûda bi rengîniya xwe tevlî bûne.”

‘Armanca me zindîkirina çandê ye’

Endama navenda Çand û Hunerê ya navçeya Şedadê jî Rîham El Hemûd da zanîn ku berî lidarxistina festîvalê, wan amedakarî jê re kirin û wiha got: “Berî lidarxistina festîvalê amadekariyên me jê re hebûn. Herwiha di festîvalê de em ê helbest û çanda xwe pêşkêş bikin.

Armanca me çanda navçeya Şedadê û çanda tevahî herêmê di nava civakê de zindî bikin. Herwiha em kêvxweşin bi vê festîvalê, ji ber ku ew weke rengê keskesorê ye ji tevahî pêkhateyan tevlî bûne û her navçeyek çanda xwe ya kevnar pêşkêş dike.”

‘Beşdarbûna jinê tekezkirina vîn û hêza wê ye’

Di heman çarçoveyê de endama koma Şehîd Sosin a jinan ya Til Temirê Lava Mihemed da xuyakirin wan di vê festîvalê de xwe da isbatkirin û wiha got: “Koma me ev 7 salin ku hatiye avakirin. Tevî em di navçeyeke ku rojan êrîş li ser wê tên kirin, lê em niha di vê fistîvalê de, xwe didin isbatkirin ku em ê bi hemû awayan li hemberî van êrîşan rawestin, çi bi berxwedaniyê be çi bi kevneşopiyên me bin. Ji xwe di nava festîvalê de em ê dîlanên kurdan pêşkêş bikin, armanca me ew e ku em govenda kurdan bi pêş bixin û kevneşopiyên kurdan belav bikin. Koma me ji 12 jinan pêk tê. Tevlîbûna jinê di estîvalê de, isbatkirina hêz û vîna jinê ye

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.