Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dem dema avakirina civakeke demokratîk e’

09/11/2023
in Uncategorized
A A
‘Dem dema avakirina civakeke demokratîk e’
Share on FacebookShare on Twitter

Di çarçoveya çalakiyên  pêngava ‘Na ji kuştina jinê re’ Meclisa PYD’ê li Şehbayê komxebatek li dar xist. Endamên meclisa PYD ya Şehbayê diyar kirin armanca wan ji van çalakiyan rawestandina şideta li ser jinê û avakirina civak û malbateke demokrat e.

Vîndar Roj/ Şehba

Kuştin û sucên ku di civakê de li dijî jinan tên pêkanîn, wekî hişmendiyeke ku nayê guhertin û her roj zêdetir dibe. Bi pêşketina tekneolojiyê û serdema modernîte re di cîhanê de her ku diçe kuştina jinan ber bi zêdebûnê ve diçe. Ev yek di bin sedemên cur be cur yên civakî û derûnî de tên pêkanîn. Rêber Apo di îdeolojiya xwe ya azadiyê de herî zêde li ser doza azadiya jin û pirsgirêkên civakê sekinî. Hemû diyarde û pirsgirêk bi giranî hatine tesbît kirin û nîqaşkirin, her wiha li hember wê rê û rêbazê çareserkirina van bûyeran nîşan da ye. Di civaka Kurd de ev yek di bin şert, kevneşopiyên civakî, hişmendiya zilamperest her wiha di encama pirsgirêkên civakî de rû dide. Rûxmî hebûna rê û rêbazê derbaskirina van pirsgirêkan, lê belê civak negihîştiye asta çareserkirinê. Têkildarî komxebata ku PYD’ê li Şehbayê di bin dirûşmeya “Na ji kuştina jin re” li dar xist, endamê Meclîsa Giştî ya PYD Rodîn Mihemed û Luqman Jaro ji rojnameya me re axivîn.

Rodîn di destpêkê de anî ziman ku di bin hemleya giştî de we dest bi nîqaşkirina van diyardeyan kir û wiha got: “Jinên Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê De hemleya “Na ji kuştina jin re” dan destpêkirin. Di vê pêngavê de gelek çalakiyên taybet yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku jin rastî tê hatin kirin. Li ser wî esasê jinên PYD li herêma Şehbayê jî komxebatek ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jin û bi taybet kuştina jinê di civakê de li darxistin. Bi riya van xebatan em hewildidin bigihêjin hin tesbîtên ku jin cima di sedsala 21’ê de ewqas rastî kuştinê tê, her wiha avakirina malbata demokratîk cawa dikare pêkan be”.

`Bi felsefeya Rêber Apo mirov dighêje heqîqetê`

Rodîn diyar kir ku jin li seranserî cîhanê rastî kuştinê tên û wiha domand: “Di cîhanê de em dibînin ku jin her gav rastî destdirêjî, binçavkirin, tundî, zilm û kuştinê tê. Bê guman ev yek di hemû aliyên jiyanê de weke malbat, kar û civakê de tê kirin. Di her kêliyê de jin rastî van sûcan tê, lê yê ku li hember van kiryaran derkeve nîne. Hîn em dibînin ku jin nikara bi mafê xwe yê xwezayî bang bike û xwedî li xwe derkeve. Di sedsala heyî de û bi felsefeya Rêber Apo re em gihîştin asta naskirina van heqîqetan. Hêza jina xwedawand ya ku jê hatiye desteser kirin û bi demê re hatiye înkarkirin, ji me re û tavahî cîhanê re hat xuyakirin. Li ser van heqîqetan jin xwe perwerde dike û di tavahî aliyên jiyanê de hêz û hebûn xwe îsbat kiriye. Li ser van bingehan li hember tavahî sûcên ku di derheqê jinê de tên kirin, em xwe berpirisyar dibînin û di çareserkirina wê de em bi îsrarin”.`Dem dema avakirina civak û malbata demokratîk e`

Her wiha girêdayî vê mijarê Luqman Jaro anî ziman ku divê mêr li hember van diyarde û pirsgirêkan xwe berpirisyar bibînin û wiha got: “Kawisa ku tavahî cîhan tê re derbas dibe. pirsgirêkekî sedsaliye û niha gihîştiye asta êdî divê bê çareserkirin. Hêzên sermeyedar bi hezaran salan civak xapandin û li ser esasê tebeqeyan gel mezin kirin û îqna kirin. Di mijara jin û mêr de leystûk û xapandinên mezin hatin kirin.  Di vê mijarê de bêhtir divê em mêr dîroka jinê û ya xwe lêhurbûn bikin. Û sedema gihîştina jinê vê astê de xwe kur bikin. Ji ber sedema esasî ya jin digihîne asta kuştin û xwekuştinê, mêr e. Her wiha li hember pirsgirêkên ku jin her roj rastî tê em xwe di asta yekemên de berpirisyar dibînin. Êdî divê gavên mezin ber bi avakirina civak û malbateke demokrat û azad bê avêtin”.

Post Views: 73
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.