Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Romana ”Qelen” diyarî giyanê kurdperwer Yûsif Gulo bû

09/11/2023
in Uncategorized
A A
Romana ”Qelen” diyarî giyanê kurdperwer Yûsif Gulo bû
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Di şexsê welatparêz Yûsif Gulo de Romana “Qelen” a  nivîskar Ebûd Mexso piştî du salan ji kar û xebatê ji aliyê Dîwana wêjeyê ve li Baxçeyê Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi çalakiyekê hate îmzekirin.

Dîwana Wêjeyê li bakur û rojhilatê Sûriyê romana bi serenavê Qelen  bi amadebûna malbata Gulo, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, nûnerên  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û şêniyên bajarê  Qamişlo  bi çalakiyeke wêjeyî îmze kir.

Qelen weke  yekem romana nivîskarê kurd Ebûd Mexso ye, ji aliyê weşana Dîwana Wêjeyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê, li çapxaniya Herekol bi 152 rûpelî ev pirtûk hatiye çapkirin û naveroka vê romanê li ser welatparêziya Yûsif Gulo ye.

Herwiha Yûsif Gulo di 9`ê Mijdara 2021`an de tevî 2 neviyên xwe di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de  li taxa Hilêliyê  ya Qamişlo şehîd ketibû. Lewma di şexsê wî de nivîskar Mexso piştî xebata 2 salan xwest di salvegera şehadeta Apê Yûsif de pirtûka xwe ya giran buha bide îmzekirin.

Destpêkê hemû kesên beşdar xuleyeke bêdengiyê li ser giyanê şehîdan rawestiyan û piştre birayê şehîd Yûsif Gulo, Ibrahîm Gulo wiha axivî: “Yûsifê Gulo timî ji bo gelê kurd û azadiya welatê xwe karê netewperwerî dikir. Ev yek jî xwesteka wî bû ku can, mal û milkê xwe bi giştî bixe xizmeta civak û azadiya welat de, ez di wê baweriyê de me ku xwesteka we jî weke ya apê we Yûsif e. Em şehadeta wî di vê roja pîroz de bibîr tînin em bi we şanaz û serbilind in.

Piştre jî  bi navê Dîwana Wêjeyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê, Diyar Buhtî wiha anî ser ziman: ” Malbata Gulo û apê Yûsif rûmeta gelê kurd in, em jî bi serbilindî 2’yemîn salvegera wî bibîrtînin.  Nivîskar Ebûd Mexso kedeke mezin ji bo nivîsîna vê romanê daye, bi taybetî ku li ser kesayetekî wiha nivîsiye. Ez  keda nivîskar Mexso pir pîroz dibînim û we tewsiyet dikim ku hûn bixwînin. ”

Di heman çarçoveyê de li ser navê Dîwana Wêjeyî Narîman Ebdikê jî wiha got:” Romana nivîskar Mexso giranbuha ye ji ber 3 sedeman û hêjayî xwendinê ye. Yek ji girîngtirîn sedeman ew e ku li ser pêşengê şoreşa Rojava ye, dema ku em bibêjin şoreşa Rojava wê demê em behsa xebata apê Yûsif dikin. Sedema din ew e ku li ser bîranîn û têkoşîna şehadeta Apê Yûsif e û sedema 3’yan jî ji ber ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn.”

Piştre jî nivîskarê romana Qelen, Ebûd Mexso wiha destnîşan kir: “Min piştî ked û hêsirên çavan ev berhem bi dawî kir. Wekî hûn dizanin ez helbestvan im û gelek hebestên min jî hene û hatine çapkirin. Ez ji salên 80 ve Apê Yûsif û malbata Gulo, herwiha têkoşîn û welatparêziya wan nas dikim. Armanca min ji nivîsandina  vê romanê jî wesfkirina vî kesayetî, xebata wî û malbata Gulo bû destnîşankirina hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê ku çawa pêşengan hedef digre.”

Herî dawî jî 500 roman ji aliyê endamên Dîwana Wêjeyê ve hatin îmzekirin û li hemû kesên amade hatin belavkirin.

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.