Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yûsif Gulo şehîdê doza azadiyê

08/11/2023
in Uncategorized
A A
Yûsif Gulo şehîdê doza azadiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Maya Alelî/Qamişlo

Birayê şehîd Yûsif Gulo Ibrahîm Gulo diyarkir ku Ş. Yûsif Gulo xwedî hestên welatparêziyê bû û mirovekî dilrast,xêrxwazî û azadîxwaz bû.

Yûsif Gulo û du neviyên xwe, yê ku di encama êrîşên balafirên bê mirov yên dagirkeriya dewleta tirk di 9`ê Mijdara 2021`de şehîd ketin. Malbata Yûsif Gulo malbatek azadîxwaz,welatparêz û evîndarê xaka xwe bû û ji bona azadiyê gelek bedelên giranbuha ji bona wê dane.

Girêdayî jiyan û şehadeta Yûsif Gulo de birayê wî Ibirahîm Gulo ji rojnameya me re axivî.

Di destpêkê de Ibirahîm Gulo got,şdhadeta Yûsif Gulo êşk bû û me ev êş derbas kir. Ji bere ku miletê me tev di vê êş re derbas bû û em jî weke miletê xwe, xweîna me jî tevlî xwîna tevahî şehîdên azadiyê bû.

Ibrahîm Gulo diyar kir ku ji demên berê de hestên welatparêziyê pêre hebû û Apê Yûsif kesekî zana û di siyastê de xwedî nêrînên kûr bû. Ew kesayeteke bîrwer û serkeftî bû,çiqasî zehmetî li pêşiya jiyana wî derketin holê jî, lê wî  karê xwe her berdewam dikir. Apê Yûsif alîkarî bi her kesî re dikir û deriyê mala xwe ji her kesî re vedikir.

Ibrahîm Gulo diyar kir ku Apê Yûsif di demên berê de weke her kesayetekî û welatiyekî ji Rojava karê çandiniyê dikir û hemû karê jiyanî didameşandin û wiha got:“Heta dema ku Tevgera rizgariya azadiya Kurdistanê dest pêkir, dema ku artêşa Tirk û Gerîla şer di navber wan de çêbû û Gerîla şerê gelê şoreşgerî da destpêkirin. Bi derbeya leşkerî ya ku li tirkiyê rûda êdî pevçûn û şerê di navbera artêş Tirk û Gerîla de kete qonaxeke nû û dest bi şerê çekdarî hate kirin û gelek kadroyên PKK’ê derketin derveyî welat.  Apê Yûsif deriyê wî ji bo Gerîla û herkesayetekî welatparêz vekirîbû û ew pêşwazî dikirin,erkê welatparêziyê yê ku diket ser milê her kesayetekî kurd de wî jî ev yek pêktanî”.

Ibrahîm Gulo daxuyakirin ku di 1984`an de biryara şerê çekdarî hate dayîn û gelek xort û keç ji malbatê tevlî şoreşê bûn. Ji hefit salî heyanî heftî salî her kes tevlî şoreşê bû. Yûsif Gulo li hemberî hemû astengî û zehmetiyan liberxweda û teslîm nebû. Herweha dema ku hate girtin jî di zindanê de jî teslîm nebû û dema ku ji zindanê derket bawerî û hêviya wî xurtir bû. Hevalên wî pir bûn ne ew tenê bû, bi sedan mîna wî mil bi mil tekoşîn dikirin. Dema ku şoreşa PKK’ê belavbû, herkesî xwest ku zarokên wan jî tevlî bibin, ji bo na ku ew jî keda xwe tevlî şoreşê bikin û erkê xwe yê welatparêziyê pêkbînin.

Ibrahîm Gulo di dawiya axatina xwe de got: ku Apê Yûsif temenê xwe hemû da kar û xebata siyasî û jiyana xwe têr û tijî derbaskir û her armanca wî xizmeta gel bû û canê xwe jî fedayî gelê xwe kir.

Ibrahîm Gulo got: “Em doza wî bernadin û em ê, her li ser şopa wî bin û her tim ji bona azadiya gelê Kurd têbikoşin

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.