Rojnameya Ronahî

Bingeha her civakekê çanda wê ye

Ronaz Silêman/Qamişlo

  Ji nirxên mirovahiyê yên madî û manewî ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin çand tê gotin. Ew şêweyê fikr û jiyana civakê ye, herwiha çanda her gelekî nasnameya wî gelî ye. Çand jiyana mirov watedar dike û asta jiyana mirov bilindke, di milê etîk û estetîkê de jî xweşik dike.

Çand di milê etmolojî de peyvekî latîniye û tê wateya çandiniyê, ango çand ji çandiniyê tê û gelek wateyên çandê hene,  tiştên ku civakekê ji civakên din cuda dike re em dibêjin çand, di destpêkê de guhertin û veguhertinên di jiyana wan de çêdibin, adet û teqalîtên wan, huner, çand, bawerî, feraset,  tevger, cil û berg, dawet, xwarin û vexwarin, bawerî, ango her tişta ku mirov di dîrokê de afirandî, (Madî û Manewî)Kevneşopî, ziman, li xwe kirin, mîmariya wan, rêbazê jiyanê û hwd jiyandikin û ji neslekî ji neslê din re vediguhezin re dibêjin çand, di vê wateyê de em dikarin bêjin ku çand rehê civakê ye.

Çanda gelan ji hev cuda ye

Çand û huner ayîdê gelekî ye, rêbazê fikirandina wî gelî cewaziya wî gelî jî diyar dike, heta tiştên jê hezdike. Mînak bêjin di civakekê de çiqasê çanda xwendinê zêdebe, ew qas jî naveroka axaftina wan dewlemend de. Herwiha mirovek di fikir û ramanên xwe de, di dîroka xwe û çanda xwe de çiqas kûr be, ewqas dikare rastiya civaka xwe jî biteyîsîne û çanda xwe rast jiyan bike û bide jiyankirin. Çanda her gelekî cuda ye, di milê ziman, dîrok, edet û teqalîdan ji hev cuda dibe. Ziman jî beşekî çandiniyê yê serkeye. Her tişta aîdê çandê di nav xwe de hildigre, her gel rêbazê jiyana xwe bi ziman bilêv dike û tiştên xwe yên çandî bi rêya ziman pênase dike, stran, dengbêjî, helbest roman, xweşbêjî û hwd. Netewî û ziman bi hev re pir xurt e, ger zimanê mirov dewlemend be, hest û çanda netewî jî baş tîne ziman.

Çand nasnameya neteweyî ye

Qanûnên ku nehatin nivîsîn in li ser şêwazê jiyana civakê bi bandor in. Rê û rêbazê jiyana mirovan bi rêkûpêk dike. Her civak li gorî kevneşopiyên xwe, ango adet û teqalîdên xwe jiyana xwe rêkûpêk dike û dibe parçeyekî vê çandê. Ji ber vê  em dikarin bêjin ku çand nasnameya netewiye, di heman demê de nêrîna miletekê jî dike yek, dibe xwedî heman taybetmendî û nêrînê, bûnimûne, gel alman bi disîplîna xwe tên neskirin, îngilîz bi politikaya xwe, gelê Kurd bi cesaret û mêvan perweriya xwe tê naskirin û hwd. Em dikarin bêjin ku çand netewî û dîrokî ye, xwedî teybetmendiyekî xweser e û yek girtina exlaqe. Çand tiştekî zindiye, giştî dibe malê gel e, Ji ber vê yekê em dikarin bêjin çand qeydeyekî jiyanê ye jî. Wekî mirov dizî neke, xelkê nekuje, derewan neke, bêbextiyan neke. Di xêra van qaîdeyên jiyanê de mirov bi awayekî komî dikarin bijî û bi vî rengî hemû endamên civakê tîne gel hev û dihêle ku di nava ahengekê de jiyan bikin, ger mirov xwe pêş bixe, çandên curbecur jî dikare nasbike û di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin çêbikin û nêrîna xwe ya cîhanî berfireh bike. Herwiha bi Qasî ku Çand netewiye û her netewekê çanda wan a cuda hebe jî lê belê, çand tiştekî gerdûniye û hin gelên çandên wan nêzî hev jî hene û li gel hemû ol û baweriyan exlaq derdikeve pêş, ev jî nîşandide ku çand ka çiqasî tiştekî gerdûniye.

Çand giştî jiyanê digre nava xwe

Çand ji guhertin û veguhertinê re vekiriye.  Ji ber şer, koçberiyê, ticaret, turîzmê û xakên nêzî hev ji hev bandorbûn çêdibe û tên guhertin. Cardin ji ber şert û mercên heyî û pêşketina teknikê çanda postmoder, a Awrupa û Amarîka pêşdikeve. Di heman demê de, di nav çandan de ahengek(tewazunek) jî heye. Çand hev tune nakin, berevajî vê hev xurt dikin, di encamê de mirov bê çand nikare bi hev re jiyan bike. Nikare bi hev re peywendiyan deyne, ji ber ku her mirovekî, her civekekê xwedî nirxekî cûda û hesasyetekêye, ger ew nirx û hesasyet ber çav re neyên derbaskirin, mirov û civak nikarin bi hev re bijîn. Di vê çarçoveyê de, çand bingehekî civakî jî avadike û wekî civak me li gel hev dihêle. Herwiha çand jiyana mirov watedar dike û asta jiyana mirov bilindke.  Di milê etîk û estetîkê de xweş dike, çand tenê ne çend stran û dîlan in, çand giştî jiyanê digre nava xwe, ji rabûn û rûniştina mirov bigre heta xwarin û vexwarin, axaftin, peywendiyên civakî, lêkirina xaniyan, çandiniyê kar û hwd. ango çand nebe, wê jiyan bêtam û kelî be.

Çand berhema jiyana civakî ye

Asta pêşketina çandî carinan wekî şaristaniyên ji civakên kêm tevlihev tê dîtin û li ser çandê jî nêrînên cuda di navbera çîna, çanda bilind a elîta civakî û çanda nizm de peyda dibe. Herwiha di civakên girseyî de şêwazên girseyî û hilberîna agahdar a çanda gelên pêşketî ku di sedsala bîst-an de derketiye holê û ji bo piraniya civak û gelan bûye serdemek zêrîn. Di vê wateyê de, pir rengî parêzî di nav çandên cûda yên ku li heman jîngehê de dijîn, bihevrejiyana aşitîxwaz û rûmetek hevbeş nirx dike em dikarin rewşa Rojavayê Kurdidtanê mînak bigrin ku di qunaxekê re derbas dibe ku hemî alî û pêkhatên deverê dikarin ji van pernsîpan sûdekê werbigrin bi vê yekê re pir pêwiste ku civakek hevbeş û bi hêz ava bibe, di vê çerx û çarçoveyê de çand jî berhema jiyana civakî ye. Şêweya jiyanê ye, nasname û vebeyîna hebûna civakê ye, ziman û hemû nirxên ku ji mêj ve ji aliyê civakê ve hatiye afirandin e. Di nav berhemên çandî de yên ku heta bi hetayê mayînde ne yan jî yên ku ji bo dem û serdemekê civakê vediguheze, pêşve dibe û digihîne “rêya rast” hene. Wekî mînak zimanê civakekê berhemeke mayînde ya çanda civakê ye ev yek nayê guhertin.

Taybetmendiyên Çandê

Çand guherbar e. Yanî her civakek taybemendiyeke xwe ya çandê heye.  *Çand dîrokî ye. Ji paşerojê heta roja meya îro hatiye.

Çand berhema mirovan e. Mirov hem çandê pêk tînin hem jî bandora çandê ser mirovan çêdibe.

Çand ne sabît e. Di nava demê de diguhere. Hêmanên madî hîn zûtir tên guhartin.

Her wiha di her civakê de leza guhartina çandê cuda ye.

Erkên Çandê 

Çand, nêzîkatiyên şexsan beralî dike û pergala civakê saz dike.

Ji civakê re dibe nasname. Civakekê ji civakeke din cuda dike.

Hestên piştgirî û yekitiyê pêk tîne ”zanîna em” derdixe holê û kesayeta civakî pêk tîne. ”Komelayetî”yê derdixe holê.

Destkeftiyên Çandê

Her çiqas endamên civakan û welatan neşibin hev jî, lê mirov di warê biyolojîk de dişibin hev.

Lê belê mirov di warê bawerî, fikir, nêrîn û şêweyên têgihiştinê de ji hev cuda ne.

Ya ku vê cudabûnê derdixe holê di serî de bandora çandî ya ku mirov tê de dijî ye.

Mirov, çandê bi pêvajoya civakbûnê re bi dest dixin.