Rojnameya Ronahî

Şehîd Yûsif Gulo Çiraya Berxwedan Û Welatparêziyê bû

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di duyemîn salvegera şehadeta Yûsif Gulo de, birayê wî Ibrahîm Gulo diyar kir ku Apê Yûsif di nava civakê de cihê rûmet û rêzdariyê bû, li Rojavayê Kurdistanê ew pêşeng û çiraya têkoşîna azadiyê bû, heta kêliya dawî di jiyana xwe de, sekna xwe ya welatparêziyê parast û ti carî paşde gav navêt.

 Du sal di ser Şahdeta Apê Yûsif Gulo re derbas dibin, Apê Yûsif di encama êrişeke hovane ya balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de, di 9’ê Mijdara 2021’yan de tevî 2 neviyên xwe di erebeyekê li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hatin hedefgirtin û gihaştin asta Şehadetê. Malbata Gulo malbateke welatparêz e. Apê Yûsif Gulo dilê xwe dabû têkoşîna azadiya gelê xwe û mirovekî jîr û zana bû, siyast baş nas dikir û dilsozê soza xwe bû. Fêdekariya wî ne tenê li malbatê bandor kiribû, di nava gel de jî xwedî bandor bû.

Derbarê salvegera duyemîn a Şehadeta Apê Yûsif Gulo Birayê wî Ibrahîm Gulo ji rojnama me re axivî.

Ibrahîm Gulo diyar kir ku bi derbasbûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo axa Rojava şehîd Yûsif Gulo bi wan re ket nava tevgerê û wiha got: “Dema ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê derbasî axa Rojava bû, Yûsif bû alîkarê wan û bi wan re li her dever digeriya û di nava civakê de fikrê azadiyê belav dikirin. Girêdana Yûsif bi Rêber Apo re zêde hebû, heskirina Rêber Apo bibû parçeyek ji dilê wî û zêdeyî 2 caran wî Rêber Apo dîtiy e. Her wiha dema ku Yûsif bi Tevgera Rêzgariya Kurdistanê re dest bi xebatê kir, ji aliyê rejîma Baas û dewleta Tirk a dagirker ve, rastî zext û zordestiyê dihat, ji ber welatparêziya wî, ew gelek caran ket zindanê. Armanca rêjîma Baas ya wê demê, têkbirina vîna wî ya azadîxwaz bû, ji bû ku xebatên ku pê radibû bi dawî bibin û gel jî bi ketina wî lewaz bibe. Lê ev yek nebû astengiyek ji bo welatparêziya wî, berovajî wê, kiryarên desthilatdar û dagirkeran hişt ku ew zêdetir bibe aşiq û welatparêzê axa welatê xwe. Jiyan Yûsif bi siyasetê tijî û dagirtî bû, sûda wî li tevahî gelan hebû, ji xwe ne ew li vê yekê poşman dibû û ne em lê poşman dibin. Ti carî em riya welatparêziya Yûsif bernadin.”

Bi riya xiyanetê pêşengên civakê tên şehîdxistin

Ibrahîm Gulo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir di şehîdxistina Yûsif Gulo de destê xayînan jî hebû û wiha got: “Şehîdxistina birayê min Yûsif ne tenê bi destê dewleta tirk a dagirker pêk hat, destê xiyane jî di Şehîdxistina wî de hebû. Her kesê ku pêşengên civakê ne tên hedefgirtin, ji ber ku dijmin ji welatparêz û pêşengên civakê ditirse. Welatparêzê me  riya berxwedanê berdewam dikin û bi rûmet û keda xwe hewil didin azadiya gel û civakê misoger bikin. Lê mixabin herdem bi riya xiyanetê pêşengên civakê tên hedefgirtin, lê em ê bi rihê welatparêziya Yûsif û tevahî şehîdan serkeftinê bi dest bixin û xayînan têk bibin.”

‘Vegera ji riya welatparêziyê, ji bû me xiyanet e’

Birayê Şehîd Yûsif Gulo, Ibrahîm Gulo di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya birayê xwe û riya tevahî Şehîdan da û wiha got: “Heta ku yek ji me kurdan hebe em ê riya şehîdan bişopînin, riya ku siberoja me ronî kir. Ji xwe veger ji riya welatparêziyê ji bû me xiyanet e. Şoreşa Rojava weke bexçakî gula ye ku azadiya her kesî pêk anî, ev yek jî bû sedema ku ji tevahî pêkhateyan tevlî vê şoreşê bûn. Her wiha divê hîn jî em şoreşa xwe xurt bikin, ji ber ku hîna jî em negiyane serî.”

Hêjayî gotinê ye ku malbata Gulo malbateke welatparêzê rûmet û axa xwe ne, her wiha ji bo azadiya gelê xwe 16`e ji keç û xortê xwe fedayî axa Kurdistanê kirin e.