Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Peymangeha Ş.Viyan Amara ya Li Şehbayê Sala Nû Ya Xwendinê destpêkir

08/11/2023
in Uncategorized
A A
 Peymangeha Ş.Viyan Amara ya Li Şehbayê Sala Nû Ya Xwendinê destpêkir
Share on FacebookShare on Twitter

Peymangeha Ş.Viyan Amara li Şehbayê bi saleke nû ya xwendinê deriyê xwe ji bo pêşwaziya xwendekaran vekir. Rêveberiya peymangehê Mîdiye Birîm diyar kir ku pilanên wan ji bo mezinkirin û zengînkirina peymangehê wê li gorî derfetan di dema pêşde pêkwerin.

Zana Roj/ Şehba 

Li herêma Şehbayê ji bo sala nû ya 2023-2024 an sala xwendinê ya nû hate destpêkirin. Peymangeha Ş.Viyan Amara piştî koçberên Efrînê li herêma Şehbayê bi cih bûn. Di 2019 an de ji nû de Peymangeh hat vekirin. Di peymangehê de hejmareke baş ji xwendekaran cihê xwe digrin. Bi kêm derfetan peymangeh hat amedekirin. Şert û mercên ku herêm û gel tê re derbas dibe gelek zehmetin. Him di aliyê leşkerî û him jî di aliyê siyasî û jiyanî de, gelek gavên bi wate hatin avêtin û ji bo xwendekaran bû derfetek da ku xwendina xwe berdewam bikin. Hêjayî gotinê ye ku heyanî niha 3 dewreyên derçûnê li peymangehê hatine bidawîkirin û kesên ku derçûne li peymangehê di asta mamostetiyê û di saziyan de kar dikin.

Têkildarî sala nû ya xwendinê yek ji rêveberiyên peymangehê Mîdiye Birîm ji rojnameya me re axivî.

“85 xwendekar di sala nû de xwe tomar kirin”

Mîdiye di destpêkê de anî ziman ku îsal bi tomar kirina 85 xwendekaran peymangeh hat vekirin û wiha got: “Di sala xwendina nû de 85 xwendekar di peymangeha Ş.Viyan Amara de hatin tomar kirin. Ev xwendekar di beşên cur be cur de hatin qebûl kirin. Her wiha xwendekarên sala bûrî jî di navde bi giştî 150 xwendekar îsal di peymangehê de hene. Li gor van amedekariyên mamosteyan hatin kirin û bi hêvya derbaskirina salek serkeftî dest bi kar û xebatê xwe kirin”.

‘Di riya pêşxistina zimanê dayîkê de têdikoşin’

Mîdiye diyar kir ku hewildana xwendekaran ji bo pêşxistina ziman û xwendina bi zimanê dayîkê di asta herî jor de ye û wiha domand: “Şert û mercên koçberiyê û siyaseta ku ji aliyê dijmin ve li ser herêmê tê meşandin gelek zehmete. Di nava vê atmosferê de pêşxistina sîstema xwendinê û avakirina nifşekî nû li ser esasê zimanê dayîkê hêzek û têkoşînek jê re divê. Em dibînin ku ji zarokan bigire heyanê xwendekarên xwendina bilind di riya pêşxistin û xwendina bi zimanê dayîkê de têdikoşin. Bi rastî bi vê hêviyê û helwestê xwendekar xwe beşek ji avakirin û serkeftina şoreşê dibînin”.

‘Bandora dorpêça Hikumeta Şamê li ser perwerdeyê’

Di dawiya axaftina xwe de Mîdiye destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê û dorpêça Hikumeta Şamê rê li ber gelek zehmetiya vedike û wiha got: “Bê guman herêma Şehbayê di bin êrîş û dorpêçê de jiyan dike. Ev yek yekser bandora xwe li ser hemû aliyên kar û jiyanê dike. Di sala nû de me pilan kiribû ku beşên nû bên vekirin, lê ji ber dorpêçê derfet tune bû ku pêk were. Lê em ê, hewil bidin ku di dema pêş de ev yek pêkwere.”

Post Views: 110
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.