Rojnameya Ronahî

Netewdewlet li gorî xwezaya xwe li dijî demokrasiyê ye

Ji remanê Rêber Apo

Çareseriya demokratîk bi xwe ew e, netewebûyîna demokratîk e, û civak xwe weke civaka. Neteweyî ya demokratîk ava dike. Ne bi destê dewletê dibe netewe û ne jî bi destê wê ji netewebûnê derdikeve; civak bi xwe mafê xwe yê avakirina neteweya demokratîk bi kar tîne. Di vê rewşê de divê mirov netewe ji nû ve bide naskirin. Beriya her tiştî divê ez bibêjim, danasîneke bi tenê ya Netewe tineye. Dema bi destê dewleta netewe bê avakirin, danasîna giştî ya netewe dewleta netewe ye. Dema hêmana tîne cem hev ekonomî be, hingî mumkîne mirov ji vê re bibêje neteweya bazarê. Neteweya huqûq li ser serwer be ew neteweya huqûq e.

Danasîna neteweyê polîtîk û çandî jî pêkan e. Civaka dîn tîne cem hev jixwe jêre millet tê gotin. Ji koma milletên ji heman dînî re jî ummet tê gotin. Neteweya demokratîk jî ew e, kom û ferdên azad bi îradeya xwe civaka hevpar pêk tînin. Li cem neteweyê demokratîk hêza mirovan tîne cem hev îradeya azad a ferd û koman e ku pê biryar didin wê di heman neteweyî de bi yek bin. Têgihiştina neteweyê hevpar bi ziman, çand û dîrokê ve girê dide neteweyê dewletê terîf dike, nabe bê giştîkirin ango bi têgihiştina tek neteweyekî nabe bê mutleqkirin. Ev têgihiştina netewe ya sosyalîzma pêkhatî jî qebûl kiribû dijberê têgihiştina neteweyê demokratîk e. Nexasim ev terîf li Rûsya Sovyetê ji aliyê Stalîn ve hat xurtkirin û yek ji sedemên bingehîn ê jihevdeketina Yekîtiya Sovyetê ye. Ev terîf û danasîna netewe ya modernîteya kapîtalîst mutleq kiriye heta li dawiyê nemîne pirsgirêkên neteweyî wê tam bixetimin. Ji sêsed salî zêdetir demek e ku pirsgirêkên neteweyî hê jî bi hemû giraniya xwe dewam dikin û ev ji nêz ve bi vê terîfa kêm û mutleq re têkildar e.

Civakên neteweyî yên bi vî rengî ku di nava sînorên dewleta netewe de mehkûm bûne û desthilatdarî çiziriye heta hucreya wan a herî piçûk bi îdeolojiyên mîlliyetgir, cinsiyetparêz û pozitivîst mîna gêjan bûne. Ji bo civakan modêla dewleta netewe tam şebekeyeke zordestî û mêtinkariyê ye. Têgîna neteweya demokratîk vê terîf û danasînê berevajî dike. Terîfa neteweya demokratîk bi şîroveya tek ziman, çand, dîn, dîrok û sînorên şidandî yên siyasî ve ne girêdayî ye, jiyana hevpar a kom û welatiyên li cem hev û piştgiriya hev bi awayekî azad, plural û wekhev dikin îfade dike. Civaka demokratîk bi tenê bi modêleke netewe ya bi vî rengî pêk tê. Civaka dewleta netewe ji ber xwezaya wê deriyên wê li demokrasiyê girtî ne. Dewleta netewe ne rastiyeke gerdûnî ye, rastiyeke xwecihî îfade dike; berevajî tê maneya înkarkirina gerdûnîbûn û

xwecihbûnê. Civaka tek tîpkirî ya welatiyan mirina mirov e. Li beramberî vê neteweya

demokratîk ji nû ve avabûna xwecihî û gerdûnî mumkîn dike. Dihêle ku rastiya civakî xwe îfade bike. Danasînên netewe yên din hemû di navbera van herdû modêlên sereke de li cihekî radiwestin.

Herçiqasî terîfên modelên avakirina neteweyan li guherên berfireh hebin jî mirov dikare danasîneke giştî ya hemûyan bîne cem hev bike; ew jî danasîna netewe ya têkildarî zêhniyet, bîr û baweriyê ye. Di vê rewşê de mirov dikare bibêje, netewe ji koma mirovan a xwedî zêhniyeta hevpar pêk tê. Di vê danasîna netewe de ziman, dîn, çand, bazar, dîrok û sînorên siyasî diyarker nînin, ew bi rola gewde radibin. Bi awayekî bingehîn divê mirov netewe weke rewşeke zêhniyetê bide nasîn û ev xwedî karektereke dînamîk e. Di neteweya dewlet de mîlliyetgirî mohra xwe li zêhniyeta hevpar dide, lê di neteweya demokratîk de bîreweriya piştgirî û azadiyê mohra xwe li zêniyeta hevpar dide. Lê netewe bi tenê bi rewşên wan ên zêhnî bêne terîfkirin wê ev danasîn kêm be. Çawa ku zêhniyet bê gewde nabin, netewe jî bê gewde nabin. Neteweyên xwedî zêhniyeta mîlliyetgir gewde û bedena wan saziyên dewletê ne. Jixwe ji ber vî gewdeyê wan ji vav neteweyan re dewleta netewe tê gotin. Dema ku saziyên hiqûqî û ekonomiyê derkevin pêş û bibin xwedî giranî, mirov dikare neteweyên bi vî rengî weke neteweyên hiqûq yan neteweyê bazarê destnîşan bike. Gewdeyê neteweyên xwedî zêhniyeta azadî û piştgiriyê xweseriya demokratîk e. Bi awayekî bingehîn xweseriya demokratîk ew e, kom û ferdên zêhniyetên weke hev parve dikin xwe bi îradeyên xwe rêve dibin. Mirov dikare ji vê re rêveberiya demokratîk an otorîteya demokratîk jî bibêje. Danasîn û terîfeke deriyên wê li gerdûnîtiyê vekirîne.

Di çarçoveya vê danasîna giştî ya netewe de KCK’ê di çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurd de nêzîkatiyên neteweya dewlet red dike, modêla neteweya demokratîk, mafê netewebûyîna Kurd an veguherîna diyardeya civaka neteweyî bi xweseriya demokratîk pêk tîne. Li vir bi neteweyên din re, mînak bi neteweya Tirk re li terîfeke netewe ya jor vekirî ye, terîfa netewe ya tek gewdeyî mewzûbehs e. Mirov dikare terîfa neteweya jor bi awayekî gelek neteweyan bigire nava xwe berfireh bike. Mirov dikare ummeta Îslamê weke prototîpa vê terîfê bifikire. Îhtîmaleke gelekî xurt e ku Rojhilata Navîn çandên xwe yên civakî zû dereng bi millet an jî neteweyekî hevpar (ummeta nûkirî) bîne cem hev. Mirov netewebûyîna Kurdan di çarçoveya van têgînên bingehîn de beriya her tiştî dikare ji du aliyan ve bifikire. Ya yekê, aliyê zêhnî ye. Divê Kurd ziman, çand, dîrok, ekonomî û deverên lê zêde paşguh nekin û derbarê van qadên bingehîn de bi bîrewerî rabin ango em behsa hebûnekê dikin ku bi dinya zêhnî (CÎHANA ZÊHNÎ YA HEVPAR) ya bi hîsên hevpar ên piştgiriyê têne cem hev û parve dikin. Li vir krîtera bingehîn ew e, proje û xeyaleke dinya xwe bisipêre cihêrengiyên wekhev û azad bi awayekî zêhnî bê parvekirin. Mirov ji vê cîhana zêhnî re kare bibêje utopya an cîhana komin a ferdên azad. Ya girîng ew e, zêhniyeteke azadî û wekheviyê ya cihêrengiyan red nake di qada gelemperiyê de, di cîhana polîtîk û exlaqî ya civakê de TIMÎ pêk bîne.

 Bi zêhniyeta demokratîk jiyana 24 demjimêran

Ya dudiyan, gewde û bedena cîhana zêhniyetê xwe bisipêriyê. Li vir mebesta me ji gewde û bedenê ew e, li gorî cîhana zêhniyetê ya heyîna civakî xwe bisipêriyê civakê çawa bê rêxistinkirin? Heyîna bedenî bi kîjan mîmariyê bê avakirin? Bi kurtî, xwezaya civakî û hawîrdora wê ya ji rabihuriyê mayî û modernîteya kapîtalîst ew li gorî armancên xwe gelekî bi nexweşî, bi kirîz, bi zordestî û bi mêtingeriyê (Divê mirov pêkanînên gihiştine radeya qirkirina çandî jî li vê zêde bike) bi rêxistin kiriye an jî bê rêxistin kiriye ji nû ve divê bê rêxistinkirin û ev gewde û bedenê terîf dike.

Rêya avakirina netewa hevpar di azadiya fikir û vînê re derbas dibe

 Ji ber ku aliyê zêhnî piştgiriya hestî û cîhana xeyal û fikrî ya kom û ferdên dixwazin bibin netewe eleqedar dike, divê bi awayekî bi sînor were bi rêxistinkirin. Ji bo vê, pêwîst e ku perwerdeya zanist, felsefe û hunerê (dîn jî di navê de) bê pêşdebirin û bi vê armancê ji xebatên pratîk ên sereke vekirina dibistanan e; erka wan e ku di warê netewe de perwerdeya zêhnî û hestan bidin. Bi qasî ku li hebûna civakî-dîrokî serwext dibe li têkiliya çanda civakî ya niha bi serdemê re serwext dibe û aliyên wê yên rast, xweşik û baş bi hest û fikrên hevpar re parvekirin esas e.

Xulase, erka bingehîn a zêhnî di rewşa berbiçav a KCK’ê de ew e, Kurdan derbarê hebûna wan de, di cîhana hest û fikrên BAŞ, RAST Û XWEŞIK ên hevpar têne parvekirin de weke neteweyekî tesewirkirin e. Bi gotineke din, divê bi şoreşa zanistî, felsefî û hunerî netewebûyîna Kurdan, cîhana bingehîn a hest û zêhniyeta vê netewebûyînê biafirîne; ravekirina heqîqeta rastiya Kurd bi zanistî, felsefî (îdeolojîk) û hunerî bi awayekî azad parve bike. Riya vê jî ew e, divê mirov bi xwe bifikire, perwerdeya xwe bibîne û parve bike û xweşikiyê pêk bîne. Di asta zêhnî de xusûsa bingehîn a divê dewletên netewe pêk bînin ew e, divê bi azadiya fikir û îfadeyê tam

girêdayî bin. Eger dewletên netewe dixwazin di bin normên hevpar de bi Kurdan re bimînin, divê azadiya fikir û îfadeyê bi destûra bingehîn misoger bikin û tam pê girêdayî bimînin û bihêlin Kurd cîhana xwe ya zêhnî û hestî pêk bînin û li ser bingehê cihêrengiyan xwe weke civakeke neteweyî çêkin. Neteweyê hevpar bi girêdana tam a bi azadiya fikir û îfadeyê çêdibe.

Aliyê duyemîn ê netewebûna demokratîk ji aliyê gewde û hebûnê ve rêxistina hebûnê ye. Di

bingehê alî û şaxê bedenî de xweseriya demokratîk heye. Mirov dikare xweseriya demokratîk di

çarçoveyeke teng û fireh de bide nasîn. Di çarçoveya fireh de xweseriya demokratîk neteweyê

demokratîk îfade dike. Neteweya demokratîk li guhereke berfirehtir şaxên wê hene. Mirov

dikare wê bi şaxên çandî, ekonomîk, civakî, huqûqî, dîplomatîk û şaxên din bi firehî bide nasîn.

Di çarçoveya teng de xweseriya demokratîk şaxê siyasî îfade dike, bi gotineke din tê maneya

otorîteya demokratîk an rêveberiya demokratîk. Ji bo netewebûyîna demokratîk şaxê xweseriya

demokratîk ji bo dewletên netewe yên serwer bêhtir bi pirsgirêk e. Dewletên netewe yên

serwer bi giştî xweseriya demokratîk qebûl nakin. Heta neçar nebin naxwazin weke mafekî nas

bikin. Ji bo Kurdan jî li hev hatin bi dewletên netewe yên serwer re li ser bingehê pejirandina

xweseriya demokratîk dibe. Ji bo jiyaneke hevpar a li bin banekî siyasî bi dewletên netewe yên

bi etnîsîte serdest, xweseriya demokratîk şertê herî kêm e. Tercîheke di bin vê re wê pirsgirêkê

çareser neke, berevajî wê çaresernekirinê xurt bike û şer zêde bike. Nexasim di van demên

dawiyê de projeya kapîtalîzma Ingilîz a ji bo çînên karker û mêtingehên xwe bêhtir bi hêsanî bi

rêve bibe bi navê ‘mafên çandî û ferdî yên lîberal’ pêk aniye, li Komara Tirkiyê jî dixwaze bi

destê AKP’ê pêk bîne. Ev projeya ku ji çanda Rojhilata Navîn re xerîb e, bi tenê wê şer û pevçûnê

mezin bike. Xweseriya demokratîk projeyeke çareseriyê ye, ji bo dewletên netewe jî ya herî

kêrhatî ye. Her fikir û ezmûna di bin vê re ji şer û ji rewşa pevçûnê ya mezin dibe xizmet e.