Rojnameya Ronahî

Dîrok bi keda jinê hatiye xêz kirin

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Di dîrokê de her tim jinê pêşengtiya civakê kiriye û di hemû beşên jiyanê de muhra xwe li gelek serkeftin û pêşketinên ku bi dirêjiya dîrokê de pêkhatine daye. Herweha azadî ne tiştekî hêsane ku heme bi rehetî pêkwere û ji bona gihiştina wê pêwîste ku mirov gelek bedelan bide û xwîn û xwêdanê birjîne. Jin jî ger ku armanca wê gihiştina azadiyê ye, pêwîste ku xwe ji nîrên koletiya 5000 sal rizgar bike û pêşeroja xwe bi destê xwe xêzbike û xwe ji bin bandora hişmendiya ku ji mile mêrê serdest ve hatiye ferz kirin xilas bike.

Roja Cîhanî ya Jinan

Roja Cîhanî ya Jinan roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8’ê adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand.

Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970’î de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800’î tê. Di 8 adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900’î de destpê dike. Di sala 1903’an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî “Kualîsyona Sendîkayên Jinan” hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana “roja jinan” tê pejirandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909’an de ji bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da. Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye. Di sala 1910’an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinan di 19 adara 1911’an de li Almanya, Awistralya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku keyê Prusyayê di sala 1848an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn. Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê “Tevgera Adarê” ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985’an weke “Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî” îlan kir, di 16 kanûna 1977’an de jî 8 adarê weke “Roja Cîhanî ya Jinan” îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyîne 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kirin.

Dîroka Şoreşa Jinê

 Ji roja jidayikbûnê ve, civak piraniya jinan li ber tercîh û çarçoveyên diyarkirî yên ku bi taybetî li gorî kêfa xwe hatine çêkirin, dihêlin. Hin jin hene ku teslîmî xwestekên civakê dibin û guh didin fermanên wê, lê yên ku bi lehengî şer dikin û red dikin ku xwe isbat bikin. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje ku di gelek jinan de feraseteke veşartî heye, ew jî têkoşîn û berxwedaniya jinan: Ji berxwedana li derdora xwe ya navxweyî bigire heta serhildana li dijî desthilatdariya siyasî ya zalim. Dema ku di dîroka nûjen de yekemîn şoreşa karkeran di sala 1871`ê de li bajarê Parîsê dest pê kir, jinên Fransî ji destpêkê ve beşdar bûn û di serhildana ku di dawiyê de bû sedema derketina “Komuna Parîsê” ango Fransiya Çaremîn de rolek pir girîng lîstin. Têkiliya jin û şoreşê têkiliyeke pir kevn e. Di sala 1789`an de, dema ku nirxê nan li Fransayê %88 bilind bû, jinên bazarên li Parîsê pêla duyemîn organîze kirin.

Jinên şoreşger ên ku ji bona azadiyê têkoşîn kirine

Rosa Parks:

Jina ku nexwest cihê xwe di otobusê de berde û dîroka Amerîkayê guhert, di êvareke Kanûna sar a sala 1955`an de, Rosa Parks bi çermê tarî kincên xwe dirûtin û xwe amade kir ku vegere mala xwe piştî rojek mijûl a xebata dijwar. Li ser rê, Rosa Parks li benda otobusê rawesta, çentê xwe hembêz kir ku jê derxe. Di wê demê de, qanûnên Amerîkî qedexe kiribûn bi tundî qedexe bû ku mirovek reş dema ku axayê wî yê spî radiweste rûne, û di wê heyamê de gelemperî bû ku li deriyê yek ji dikan û xwaringehan tabloyek daliqandî bibîne ku dixwîne. “pisîk û mêrên reş têketinê qedexe ye.”Li otobusê siwar bû û li ser yek ji kursiyên xwe rûnişt, lê gava ku rawestgeha din hat, çend rêwî siwar bûn û zilamek spî çû cihê ku Rosa rûniştibû, li benda wê bû ku rabe, lê wê wisa nekir û bi awireke bêhemdî xwe razî bû û vegeriya ser rêyan temaşe kir. Li ser vê yekê zilamê spî hêrs bû û dest bi nifiran li wê û hemû rêwiyên otobusê kir, lê wê guh neda wan û şofêrê otobusê neçar ma ku ji bo vê kiryara neqanûnî biçe cem polîs. Bi rastî jî Rosa ji ber binpêkirina mafên kesên din rastî lêpirsînê hat û 15 dolar ceza lê hat birîn. Çirûska şoreşa reşikan li Amerîkayê destpê kir, ku biryara boykotkirina hemû rêyên çûn û hatinê û daxwaza mafên xwe yên wekheviyê bi spîyan re 381 roj berdewam kir û bi milyonan kes tevlî vê serhildanê bûn heta ku dadgeha Amerîkî di sala 1956`an de rakirina cudakirina nijadî pejirand, li ser otobusan rakir.

Jina şoreşger

Çalakvan û rojnamevana yemenî, Tewakkol Karman, wek “jina herî şoreşger a dîrokê” nav lê hat kirin. Di sala 2011`an de, Tewakkol Karman Xelata Nobelê ya Aştiyê ya hevpar bi Seroka Lîberiya Ellen Johnson Sirleaf û çalakvana Lîberya Leymah Goboye wergirt..

Tewakkol li Yemenê tevlî gelek xwepêşandan û çalakiyên bi daxwaza azadiyê di salên 2009-2010`an bû. Tewakkol serkêşiya rêzên zêdetir ji 80`î rûniştinan kir ku gendeliyê şermezar dikin. Ji ber ku wê beşdarî amadekirina gelek raporên ku li  Yemenê diaxivin, ji bilî amadekirina gelek gotarên lêkolînê. Di heman demê de li  ser gendeliyê konferansên navneteweyî da ku doza azadiya derbirînê dikin. Li Yemenê têkoşîna li dijî gendelî û mafên jinan, Tewakkol hate girtin, piştî destpêkirina xwepêşandanên li Yemenê di sala 2011`an de, bi lidarxistina kombûnên bê destûr hate tawambarkirin, lê piştî rojekê ji ber zêdebûna pêla xwepêşandanan li Yemenê hate berdan

Bûka yaffa ya ku Komara Filistînê ava kir

Dalal el-Mughrabî şervaneke Filistînî ye ku bi nasnav “Bûka Yafa” yê tê nasîn. Di sala 1978’an de li Îsraîlê operasyoneke komando ya revandina otobuseke leşkeran bi rêve bir û bû sedema kuştina zêdetirî sîh Îsraîlî, herwiha helbestvanê sûrî Nizar Qebanî li ser wê got, “Wê Komara Filistînê ava kir.

Ji bo hevalên xwe yên şoreşger  nameyek  nivîsî û tê de wiha got: “Wesiyeta min ji we re birayên ku tivingên xwe hildigirin, bi cemidandina nakokiyên duyemîn û gurkirina nakokiya sereke ya li dijî siyonîstê dest pê dike. Ber bi siyonîst ve, îstiqrara biryara Filistînê bi çekên berdewam ên şoreşgeran tê parastin. Ez vê yekê ji hemû pêkhateyan re, ji hemû birayên xwe re li ku dibin bila bibin, dibêjim.

Roja Cîhanî di Cîhanê de, ku her sal 8’ê Adarê, mirov dikare bêje ku jin hebûn e. Çi di qada xebat û dilsoziya ji bo pêşxistina malbat, û çi jî di qada têkoşîna azadî û şoreşê de, li hemberî her tiştên kevneşop, gera rêya têkoşînê bi zehmetî be jî berdewam dike, giyanê şoreşgerên jin her zindî ye