Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di 7`e mîn Pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan de jin pêşeng bû

05/11/2023
in Uncategorized
A A
Di 7`e mîn Pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan de jin pêşeng bû
Share on FacebookShare on Twitter

 Birûc Resûl/Qamişlo

Di 7`e mîn Pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan ku li bajarê Qamişlo hate li darxistin, jinê bi pênûs, rol, tevgera û aktîvbûna xwe, bi rola pêşengtiyê lîst.

Di bin diruşmeya “Xwendin Ronahî” çalakiyên 7`e mîn a Pêşangeha Pirtûkan ye Şehîd Herekol ku ji aliyê Rêveberiya Çanda Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hevkariya Rêveberiya Çandê ya herêma Cizîrê ve hatibû, amaedekirin. Di 28`ê Cotmehê de hat destpêkirin û 31`ê Cotmehê bi dawî bû.

Pêşangeha Pirtûkan a şehîd Herekol her sal ji bo belavkirina çanda xwendinê di nav civakê de tê lidarxistin, pêşangeh derfetek e ku rewşenbîr û nivîskaran bicivin û pirtûkên welatên cuda bibînin. Lê tişta balkêş di pêşengehê de ya îsal, tevger, rol, pênûs û hestê jinê bû. Jinê di pêşengeha îsal de karîbû xwe isbat bike û bi rola xwe ya pêşengtiyê rabe.

 

Derbarê asta beşdarbûna jinê di 7`e mîn pêşengeha şehîd Herekol ya pirtûkan de, rêveberiya Kovara Mizgîn Mîdya Xanim û rêveberiya Weşanxaneya Mezopotamiyayê Dilvîn Topal ji rojnemeya me re axaivîn.

Mîdiya Xamin da zanin ku ev cara yekê ye ku  Kovara Mizgîn tevlî pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan dibe û wiha got: “Pêşdarbûna me wekî Kovara Mizgîn gaveke pir başbû, bi taybet ji bo avakirina neteweyeke ku zanist û zanîn tê de serdest be, divê em ji zarokan ve dest pê bikin. Em hişê zarokan paqij bikin û bi her tiştê kêrhatî ronî bikin. di Kovarê de çîrok, agahiyên dewlemend ji bo zarokan bi zimanê kurdî û Erebî hatine nivîsandin, her wiha ev pêşengeh ne tenê ji bo zarokan hatiya li dar xistin, belê ji bo ku malbat jî binasin ku xwendin pêşxistina zaroka ne. Divê xwendin stûna yekem be ku zarok ber bi cîhanên zanînê ve biçe.”

‘Kovara Mizkîn dengê zarokan e’

Mîdiya wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Her çiqas ku em bingeha xwe rast bikin ew qas em bi pêş dikevin, di heman demê de zarok, ciwan di dema me ya îro de, pir nêzî tiknolojiya dibin ev jî bandoreke neynî li ser zarokan dike. Ji ber vê yekê armanca me ji vê pêşengihê ew e ku zarok li çanda xwe vegerin.  Her wiha Kovara Mazgîn dengê zarokan ne, ku naskirina jêhatîbûna û beşdarbûna wan di hemû hejmaran de sûd, feyde û çanda zarokan bi tiştên ku di kovarê de hatine nivîsandin belav bibe, bi hewldanekî mezin ku kovar bigihêje hemû zarokan.”

‘Pêwîsta zarok dûrî teknolojiya bikevin’

Rêveberiya Kovara Mizgîn Mîdiya Xanim wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Armanca beşdarbûna me di pêşengiha şehîd Herkol a pirtûkan, ew e ku zarok kovareke perwerdehiyê ya bêpere werbigirin, her wiha romanên ku li gor temenê wan e, di heman demê de ku dûrî teknolojiyê bikevin, bi xwendin û romanan xwe perwerde bikin, ev gav jî jin zedetir pêşengtî dike, bi taybet tevlîbûna jinan jî di vê salê de zêdetir bû ji salên borî, jin roleke pir mezin di vê pêşengehê de lîstiye û xwe da isbatkirin. Daxwaza me jî ewe ku zarok û ciwanên me tevlî pêşengehê bibin û zêdetir berê xwe bidin xwendinê û zanestê.”

‘Li her derê jin cihê digre û pêşengtiyê dike’

Dilvîn Topal di destpêka axaftina xwe diyar kir ku ev care yekem weşanxaneya Mezopotamiya bi 28 pirtûkan tevlî pêşengiha şehîd Herkol a pirtûkan dibe û got: “Ev cara yekê ye ku em tevlî pêşengiha pirtûkan a şehîd Herekol dibin, ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Pir xweşe ku em wekî jin deng û rengê xwe dighînin cîhanê bi pênûsa xwe a azad. Her wiha hijamrên nivîskarên jin di vê salî de pir başe, ev jî dide xuyakirin ku jin êdî bê tiris bi riya pênûsa xwe histên xwe û yê welatê xwe derdixe. Di pêşengiha şehîd Herekol de, em îro dibînin ku di her weşanxaneyekê de tîmek ji jinan cihê xwe girtiye, ev jî cihê rêzdariyê ye.”

‘Pêwîsta jin îrade û tekoşînê xwe xurtir bike’ 

Rêveberiya weşanxaneya Mezopotamiya Dilvîn Topal wiha dawî da axaftina xwe û got: “Beriya şoreşa Rojava jin nikarîbû ku bi rehetî û serbest histên xwe bîne ziman û bivîsêne, her dem jin hatibû tunekirin û fetisandin. Her wiha bi şoreşa Rojava re gelek destkeftî hatin bidestxistin, jinê rola xwe di hemû qadan de lîstiye û bûye pêşeng, êdî ew hişmendiya ku jin dernekeve û di karê mal tenê berpisiyar e, hatiye têkbirin. Em bi hêvî ne ku her jinek derkeve holê û zanista xwe veneşêre, her wiha bi hemû hêz û îradeya xwe tekoşînê berdewam bike.”

Post Views: 49
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.