Rojnameya Ronahî

Pêşangeha Ş. Herekol çavkaniya pêşxistina çand, ziman û wêjeya Kurdî ye

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Lêkolîner Salihê Heyîdo girêdayî pêşangeha Ş. Herekol a 7’emîn a pirtûkan nêrînên xwe anîn ser ziman û destnîşan kir ku Pêşangeha Ş. Herekol ji bo min pîroz e û ez bi 20 berheman di nav de pirtûkên çandî û filklorî beşdarî pêşangehê bûm.

 Têkildarî heman mijarê jî xwediyê pirtûkxaneya Manîsiya, Azad Dawûd anî ser ziman ku çanda xwendinê di nava civakê de bipêş dikeve, lê behabûna pirtûkan û lawaziya çanda xwendinê badoreke neyînî li ser asta xwendinê û beşdarbûna pêşengehê dike.

Îsal 7’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan li hola Zana ya bajarê Qamişloyê û bi beşdariya 60 weşanxanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên biyanî hate lidarxistin. Di pêşengehê de zêdeyî 140 hezar pirtûkên bi zimanê Kurdî, Erebî, Soranî, Îranî, Turkî, Ingilîzî û Firensî û pirtûkên ku hatine wergerandin di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin.

60 weşanxane beşdarî pêşengehê bûn û 140 hezar pirtûk di pêşangehê de hatine pêşandan.

Pêşangeha Ş. Herekol ji aliyê Desteya Çandê ya Baku û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya herêma Cizîrê ve hat vekirin û 60 weşanxaneyên herêmî û biyanî tevlî pêşangehê bûn û henek ji wan ew cara yekemîn bû ku tevlî pêşengeha Ş.Herekol dibin.

Herwiha hejmareke baş ji berhemên nivîskar û rewşenbîran di Pêşangeha Şehîd Herekol de hatin pêşandan.

Di derbarê Pêşangeha Ş. Herkol de, lêkolîner, nivîskar û foloklornasê kurd Salihê Heydo, ku yek ji wan kesên ku berhemên xwe di vê pêşangehê de beşdarkirine û xwediyê pirtûkxaneya Manîsya, Azad Dawûd ji rojnameya me re axivîn.

‘Pêşangeha Ş.Herekol pêşangeheke pîroz e’

Salihê Heydo diyar kir ku Pêşangeha Ş. Herekol di warê çand, ziman û wêjeya Kurdî de çêdike û ev yek jî bi saya xwîna şehîdan e. Lewma pêwîste ku em bi pîrozî nirx bidinê û wiha got: “Bêguman çi miletê ku xwedî çand, ziman û dîrok be ew milet xwedî nasname ye. Pêşangeha Şehîd Herekol a 7’emîn li dar e,  û hêjayî gotinê ye ku ev pêşangeh roleke  sereke di warê parastin û pêşxistina ziman û çand kurdî, erebî û hwd… de dilîze. Ev xebata ku Pêşangeha Şehîd Herekol dide meşandin cihê şanaziyê ye û ji bo me pîroz e. Ji bo me kudan jî parastin û pêşxitina di warê çandî, wêjeyî û ziman de, hebûna me diparêz e. Dijminên gelê kurd hertim dixwaze me kurdan asîmîle û tune bike. Lewma hertim destpêkê çand, zimanê bav û kalên me qedexe dike. Ji ber ku dijmin dizane dema ku çand û zimanê me hate asîmîlasiyonkirin, wê demê em jî tune bibin. Pêwîste em gelê kurd li çand, ziman, wêjeya xwe xwedî derkevin û hertim ji bo vê yekê em xebatê berdewam bikin. ”

‘20 berhemên nû hatin weşandin’

Foloklornas û lêkolîner Heydo da zanîn ku 20 berhemên çandî, filklorî û zimanî yên nû beşdarî Pêşangeha Şehîd Herekol kirin û wiha axivî: “Pêşangeh Şehîd Herekol di dewreya xwe ya 7’emîn de li ser asta 4 rojan hate lidarxistin. Ji sala yekê ji destpêkirina vê pêşangehê heya îro  jî ez bênavber tê de beşdar dibim.  Ez wekî her car, vê carê jî di vê pêşangehê de beşdar bûme. Min îsal 20 berhemên xwe yên nû  û 56 berhemên din tevlî vê pêşangehê kirine. Pirtûkê min tev bi zimanê kurdî ne û mijarê wan jî, dewlemendin û ji bo emrê hemû kesan sûdmend in. Piraniya mijarên hin berhemên min li ser kevneşopiyên kurdan e, herwiha min li ser çand û foloklorê kurdan yê beşê mezin û zarokan pirtûk amedekirine. Herwiha beşek ji van berheman helbest in naveroka helbestên min li ser êş, kul û derdê gelê kurd e. Di heman demê de lêkolîn û pirtûkên min li ser zimanê kurdî hene. ”

‘Pirtûkên Weşanxaneya Manîsya xwedî naverokên nû ne’

Xwediyê Pirtûkxaneya Manîsya, Azad Dawûd destnîşan kir ku Pirtûkxaneya Manîsya her sal bi naverokên pirtûkên xwe yên cuda tevlî Pêşangeha Şehîd Herekol dibe û wiha anî ser ziman: ” Îsal cara 7’an ku Pirtûkxaneya Manîsya beşdarî Pêşangeha Ş. Herekol dibe. Sala bûrî berhemên ku di Pêşangeha Ş. Herekol de hatin beşdarkirin ji yên vê salê cudatir bûn, yên îsal jî nûbûnek di aliyê naverok, navnîşan, ziman û weşanxanan de hebû.  Me bêhtirî xwe naverokên nû beşdarî vê pêşangehê kirin. Me û Weşanxaneya Kelîme ya Îmaratî têkiliyên berfireh ava kirin û zêdetirî 200 navnîşan ji wê weşanxaneyê di vê pêşangehê de beşdar kirin. Piraniya naveroka van pirtûkan li ser zanistê ne, ku bi awayekî zelal û xwerû zanistên weke fîziya, kîmiya, zaniyarî û hwd… şîrove dike. Di heman demê de bi zimanê erebî û ingilîzî hatine nivîsandin û herwiha beşên din jî digirin nava xwe. Li aliyekî din jî me hin pirtûkên kurdî bi naverok û cûreyên cuda beşdar kirine. Me hejmareke kêm ji pirtûkên kurdî anîne ji ber ku piraniya pirtûkên kurdî yên li cem me, di pirtûkxane û weşanên din de hatine pêşandan. Gelek weşanxane ji hundur û derveyî Rojava tevlî vê pêşangehê bûn, weke Lîse, Peywend û hwd. Lewma di vê pêşangehê de pirtûkên wan yên kurdî tev li weşanxaneyên wan tên dîtin. ”

‘Rewşa herêmê û pêşketina çanda xwendinê li hev bandor dikin’

Dawûd anî ser ziman ku çanda xwendinê li cem civakê pêş dikeve, lê gef û êrîşên dagirkeriya Tirk bandoreke neyînî li pîskolojiya gel dike û nahêle civak mijûlî xwendinê bibe û wiha domand: “Salên derbasbûyî asta tevlîbûna civakê ji pêşengehê re pirtir bû. Îsal ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk yên hovane asta tevlîbûna civakê kêm bû. Lê li gorî rewşa heyî  rêjeya tevlîbûna civakê dîse baş bû. Em hemû dibînin ku civak çiqasî bûye hezkerê xwendinê, lê rewşa civakê ya zehme û êrîşên dagirkeriya Tirkî bandora xwe li ser derûniya civakê dike û dibe asteng ji bo pêşketina civakê. Asta  xwendin û nivîsandinê li cem civakê ji salên derbasbûyî gelekî baştir e. Destpêka ku pêşangeh hat li darxistin Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û ya Şerq ji bo xwendekarên xwe  pirtûk wergirtin. Ji bo ku ev pirtûk bibin lêveger ji xwendekar û xwîneran re, van zanîngehan gelek pirtûk wergirtin.