Rojnameya Ronahî

Hêzên Ewlekariya Hundirîn parazvanên civakê ne

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) weke hêzeke ewlehî ye ku ji destpêka Şoreşa Rojava heya roja îro bi kar, xebat û hakimiyeta xwe ji bo ewlehî û çareserkirina pirsgirêkên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şev û roj li ser piyan e. Herwiha 31’ê vê Cotmehê de dikeve salvegera damezrandina xwe ya 10’emîn. 

Damezrandin

Hêzên Ewlekariya Hundurîn di sala 2013’an de hate damezrandin, lê di sala 2014’an de bi awayekî fermî weke hêzeke ewlekariya civakî hate raghiandin. Herwih  di 31’ê meha Cotmehê de weke roja damezrandina hêzên ewlekariya hundirîn hate destnîşankirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn weke şaxekî leşkerî di bin siya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê de ye. Herwiha li kêleka Hêzên Sûriyaya Demokratîk ( QSD) karê ewlehiyê dike. Hêjayî gotinê ye ku hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke Kurd, Ereb, Aşûr û hwd… cihê xwe di nava vê hêzê de digirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di demekî de hate damezrandin ku hewcedariya civakê bi hêzeke wiha hebû. Dema ku kirîza Sûriyê destpê kir, êdî hikumeta Sûriyê nema bi karê ewlekariyê eleqedar bû. Di encamê de jî civak rastî gelek pirsgirêkan hat û tevlîheviyek di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbû. Êdî pêdiviya gelên vê herêmê bi hêzeke ewlehiyê hebû, ku aramiyekê li herêmê pêkbîne. Parastina civakê, saziyên giştî û taybet, pêkanîna ewlehî û aramiya civakî û parstina herêmê li hemberî hemû êrişan.

Xebata Asayîşê ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve tê meşanin

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve heya roja îro, li ser hemû rewşên tewanbarî, sûc û pirsgirêkên ku li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê yên ku rû didin, rawestiya ye. Herwiha ev hêz bûye destê çareseriya van rewşan. Hêjayî gotinê ye ku heta niha bi sedên şane û torên çeteyan yên veşartî bêbandor hiştine û têk birine. Herwiha gelek rewşên diziyê kişf kirine û toreyên diz û rêgiran desteser kirine. Di heman demê de jî bi dehên caran têkildarî sûcên kuştina bi mebest û ya bê mebest  kar kiriye. Ji bilî vê yekê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî gelek rewşên din yên ku ziyanê dighînin ewlehiya giştî, xebat kiriye; weke sextekirina pelik û belgeyên fermî, pere û hwd… û kesên sûcdar jî radestî dadgehan kirine. Di çarçoveya sûcên ku  xeteriyeke pir mezin li ser civakê çêdike, ev hêz bi hemû enerjiya xwe ji wan sûcan re bûye bersiv û xebateke giranbuha kiriye.  Hêjayî gotinê ye ku di salên borî de û nexasim di 3 salên dawî de, bi melyonan hebên Gibtagonê û bi sed hezaran ji madeyên hişbiriyê yên cuda bi gelek kesan re  hatine girtin. Herwiha kesên ku ev madeyên hişbiriyê difirotin û bi kar tanîn, ji aliyê Asayîşê ve jî hatin desteserkirin. Di nav Asayîşê de Rêveberiya Terafîkê bi endamên xwe ve jî li ser rêxistinkirina erebeyan û sîstema ajotinê kar kir, herwiha tabletên tirafîkî yên ji bo hîndariya ajokaran bi cih kir û dibistanên perwerdekirina ajotinê jî vekir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû beşên xwe ve hîna jî xebata xwe didomîne.

Beşên wê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî rewş û pirsgirêkên ku di nav civakê de çêdibin tê dabeşkirin. Wekî em dizanin ku her pirsgirêkek û çareseriya wê jî heye, Hêza Ewlekariya Hundirîn jî hêz û amûra çareseriya her pirsgirêkeke ku têkildarî ewlehiyê çêdibe, ye. Xebat ji bo damzrandina Hêzên Asayîşê hatiye kirin  da ku bibe hêzeke çalak û arambûn û ewlehiyekê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biafrîne. Herwiha li dijî derketina hemû sûcên ku di nav civakê de tên rûdan. Lewma Asayîşê li gor hewcedariya ji bo ewlekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmarek beş di nav hêza xwe de ava kirin. Weke Asayîşa Jinê, Cihazê Ewlekariya Giştî, Hêzên Ewlekariya Dijî Madeyên Hişbiriyê, Hêzên Li dijî Sûcdariyê, Hêzên Operasiyon, Hêzên Antî Teror (HAT), Rêveberiya Terafîkê. Herwiha hin beşên din û gelek ofîsan digre nav xwe.  Ev hemû beş, ofîs û endaman di bin sîwana Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi awayekî hevbeş kar û xebatê didin meşandin.

Hevbeşiya jinê di nav xebata ewlekariyê de

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, jinan beriya şoreşa Rojava rastî gelek bêmafî, kuştin, îşkencekrinê hatibûn. Piştî ku şoreşê destpê kir êdî jinan berxwedanek li dijî hişmendiya baviksalariyê da nîşandan û ji bilî qadên din yên xebatê, têkildarî xebata leşkerî û ewlekariyê jî bû. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarîbûn hêzeke xwe ya taybet di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ava kir. Asayîşa Jinê bi fikrên azad, li ser bingeha felsefeya netewa demokratîk mil bi mil li kêleka mêr kar dide meşandin. Armanca vê hêzê jî parastina mafê jinê ye û bi hemû rewş û pirsgirêkên jinan ve eleqedar dibe.

Ji destpêka şoreşa Rojava heya roja îro dewleta Tirk a dagirker û bê navber êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, da ku tevlîheviyekê di ewlekariya herêmê de çêbike. Dagirkeriya tirk û  çeteyên DAIŞ’ê, Cebehet Elnusra û hwd… bikar anîn. Êrîş û kiryarên dagirkeriya Tirk ên dermirovî li ser herêmê her berdewamin. Di 4’ê Cotmehê de dagirkeriya tirk êrîşên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir kir, ku binesaziya wê kire armaca xwe ya sereke. Di encama van êrîşan de jî gelek hêzên leşkerî, ewlehî û kesên sivî jiyana xwe ji dest dan û gelek ji van hêz û kesên sivîl jî birîndar bûn. Di heman demê de jî gelek stasiyonên av û elektirîkê, nexweşxane û gelek saziyên din yên herêmên Barkur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrîşên dagikeriya Tirk de ji kar hatin derxistin. Herwiha Akademiya Hêzên Dijî Madeyên Hişbir a li herêma Koçerata ya girêdayî bajarê Dêrkê hat hedef girtin.

Têkildarî vê êrîşê jî Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji rojnameya me re axifî û got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me berdewam in, lê di dema dawî de di asteke dijwartir de pêk hatin. Di encama van êrîşan de jî Akademiya hêzên me yên Dijî Madeyên Hişbiriyê hat hedefgirtin û 29 endamên wê gihan asta şehadetê û 28 jî birîndar bûn. Êrîşên dagirkeriya Tirk yên ku bi awayekî sîstematîk dike, armanc ji van êrîşan jî berdwamkirina şerê taybet e. Di serî de dewleta Tirk a dagirker gelên me dike armanca êrîşên xwe yên hovane û dixwaze bêaramiyê di nav civakê de ava bike. Di heman demê de jî armanca dagirkeriyê şikandina vîna hêzên me ye. Hedefgirtina hêzên Dijî Madeyên hişbiriyê dibe faktoreke mezin ji bo belavkirina madeya Giptagon di nav civaka me de û bi taybet jî di nava jin û ciwanan de. “