Rojnameya Ronahî

‘Meclis û komîn bingeha rêxistinkirina civakê ne’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi fikir û felsefya Rêber Apo komîn û meclis hatin avakirin, armaca sereke ji avakirina wan ew e ku civak bi rengekî hevbeş û komînal bi hevre jiyan bike. Di nava komînan de jin cihê xwe digire û civakê komî ser hev dike. Herwiha jin bi têkoşîna xwe di nav Meclisê de karîbû hişmendiya civakê, li ser jinan biguherîn e.

Komîn tê wateya komek kesên ku li tax û gundên xwe teşe didin jiyanê û hemû pirsgirêkên aborî, çandî, tendirustî, civakî, çandinî û ewlekariyê bi riya komînan çareser dikin. Bi riya komînê wekhevî tê bingehgirtin û afrînerî bi pêş dikeve. Ji xwe bi avabûna komîna re jin cihê xwe di nav de girt û tevahî civak li derdora xwe kom kir. Armanca sereke ew e ku bi riya komûn û meclisan pirsgirêkên civakê werin çareserkirin û civak were rêxistinkirin. Herwiha bi avabûna Mecalisên Rêveberiya Xweser jin di hemû komîteyên wê de cihê xwe girt.

Derbarê rola jinê di komîn û Meclisan de Hevseroka komîna Şehîd Remzî Fadiya Ebdela û Hevseroka Komîna Şehîd Berxwedan Samiya Xelîl. Herwiha girêdayî heman mijarê jî hevseroka Meclisa navçeya Qamişlo Horiya Şemdîn ji rojnameya me re axivîn.

‘Jin bi tekoşîn û azadiya xwe civakê ava dike’

Heseroka Komîna Şehîd Berxwedan Samiya Xelîl diyar kir ku di sala 2017`an de li gund û bajaran komîn hatin avakirin û wiha got:” Dema ku komîn hatin avakirin jinê rola xwe di nav de lîst, ji ber ku jinê li Rojava astengî ji aliyê hişmendiya baviksalarîyê ve dikşand, zehmetî di jiyana xwe de gelek dîtin. Lê dema ku ew jin tevlî komînê bûn girîngiya wê hat nasîn. Ji ber ku jinê cihê xwe di perwerdeyê de girt, pêşketin bi xwe re da avakirin û ji civakê re bi taybet ji kesên ku di bin bandora hişmendiya baviksalariyê de bûn da xuyakirin ku hêza jinê ya tevlîbûnê di her qadê de heye û ji mafê jinê ye jî ku bi azad jiyan bike. Di şoreşa 19`ê Tîrmehê de jinê roleke sereke lîst ku çawa di qadên leşkerî de li hemberî dijmin şer dike di wir de hêz û berxwedaniya jinê hat xuyakirin. Ev yek jî bingeha wê fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Jina ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bê perwerdekirin wê teqez karibe pêşengtiya jinê û civakê bike. Her kes nas dike ku şoreşa Rojava Şoreşa jinê ye. Ji ber ku jin bi tekoşîn û azadiya xwe derdora xwe avadike û pêştêxe. Deriyê tevlîbûna komînê li pêşiya tevahî civakê vekiriye û hemû beşên civakê digire nava xwe, ji ber komîn şaneya herî bingehîn a avakirina civakê ye.”

‘Komîn bingeha avakirina civakê ye’

Girêdayî heman mijarê Heseroka Komîna Şehîd Remzî Fadiya Ebdela diyar kir ku rola jin di nava komînê de roleke bingehîne û wiha got:” Jina kurd bi avakirina komînê re cihekî girîk di nava xebatên komînan de girt. Jin her tim hewl dide ku tevahî pirsgirêkên di nava kesan, tax û civakê de bi rengekî komînal û civakî çareser bike. Di hundir komînê de mêr û jin bi rengekî hevbeş kar û xebatê didin meşandin. Jin di nava komînê de cihê xwe di gelek qomîteyan de digre û dide meşandin wek; Komîteya Lihevanînê, Komîteya Parastinê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Xizmetguzariyê û Komîteya Jinê. Komîn li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî gund û kampên penaberan, bi tevlîbûna hemû pêkhateya hatine avakirin. Komîn bingeha avabûna civakê ye. Bi saya şoreşa Rojava jin di hemû qadan de cihê xwe girt û bû sitûna bingehîn a civakê. Di nava komîna Şehîd Remzî de 8 jin cihê xwe digrin û bi kedeke mezin kar û xebatê xwe didin meşandin.”

‘Jin di hemû saziyan de cihê xwe digre’

Horiya Şemdîn diyar kir ku bi avabûna Meclisên Rêveberiya Xweser re jin cihê xwe di nav de girt û wiha got:” Piştî ku Meclisên Rêveberiya Xweser hatin rêxistinkirin, jin di hemû komîteyên wê de cih girt, wek; Rêveberî, komîta aboriya perwerdê, komîta parastinê, komîta jin, komîta çandê û komîteya ku kar ji bona welatiyan peyda dike. Di heman demê de sîstema meclisan wek sîstema komîna ye. Kar û xebatên Meclisan li ser komînan tê meşandin û heman komîteyên di Meclisan de, di nav komînan de jî hene. Di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de, bi taybet komîn û Meclis  jin jî cihê xwe têde digre.”

‘Pêwîste jin bi hêza xwe bawer be’

Hevseroka bajarê Qamişlo ya navçeya gojhilat Horiya Şemdîn axaftina xwe wiha qedand:” Rola jin di hemû saziyan de roleke bingehîne. Herwiha hemû destkeftiyên ku jinê bi dest xistine bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Jin piştî şoreşa Rojava ji bin bandora koletiyê heyanî astekî xwe rizgarkir û giringiya xwe nas kir. Astengiyên ku jin di meclisan de dikşîne bandora hişmendiya baviksalariye ku hîn bi rengekî temamî xwe jê rizgarnekiriye. Piraniya jinan berpirsyariya xwe di hundir malbatê de bêtir ji kar û xebata komîn û meclisan de dibînin. Horiya Şemdîn di dawiya axaftina xwe de got; bangewaziya min ew e, ku tevahî jin bi xwe bawerbin û ji bona pêşketina xwe hemû astengiyan derbasbikin.”