Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hate kirin

05/11/2023
in Uncategorized
A A
Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hate kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna ‘Ciwan dîrokê dinivîsînin’ li Parîsê hat lidarxistin, bi beşdariya ciwanên ji cografyayên cuda dewam dike.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku li ser bingeha konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê tê lidarxistin ji aliyê tevna ‘Ciwan dîrokê dinivîsînin’ ve tê organîzekirin. Konferans li avahiya Espace Nîemeyerê pêk tê. Konferans wê sê rojan dewam bike. Roja destpêkê ya konferansê saet di 10’an de bi axaftina destpêkê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre li ser têkoşîn û şehîdên şoreşê axaftin hate kirin.

Florîan Andre di destpêka konferansê de axifî û diyar kir ku ew vê konferansê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Florîna Andre qala rabirdûya Konferansa Ciwanan a Cîhanê kir û got, “Ev konferans sala 2015’an li paytexta Kurdistanê Amedê destpê kir. Piştre li paytexta berxwedanê Kobanê di sala 2019’an de hate lidarxistin. Di sala 2015’an de piştî konferansê dewleta Tirk a faşîst li ser Kurdistanê şerekî mezin da destpêkirin. Di sala 2019’an de 6 meh piştî konferansa li Kobanê dewleta Tirk Girê Spî dagir kir. Em vê konferansê diyarî Rêberê vê şoreşê Abdullah Ocalan dikin ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye.”

Di dewama axaftina xwe de Florîan Adnre got, “Êdî dem hatiye. Ciwan ji bo derketina ji tarîtiyê dikarin pêşengiyê ji civakê re bikin. Di sedsala 21’ê de şoreş pêk tê. Ew şoreş jî li Rojava pêk tê. Ji yên ku dibêjin êdî dema îdeolojîk, têkoşîn û paradîgmayê derbas bûye, em dibêjin Na! Têkoşîna me dewam dike.”

Piştî axaftina destpêkê dîmenek li ser kapîtalîzm û têkoşîna ciwanan hate nîşandan, piştre peyamên ji deverên cuda yên cîhanê hatin şandin, hatin pêşkêşkirin. Di peyaman de yên ji Lubnan, Efrîka Başûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şandin, işaret bi ruhê berxwedana ciwanan û têkoşîna hevpar a li dijî kapîtalîzmê hate kirin.

Berpirsyarê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Lubnanê got, “Min xwest ji Lubnanê tevlî konferansê bibim. Şerê li Lubnanê dibe sedema xizaniyê û koçkirina mirovan. Ji ber şerê Xezeyê sûcên şer têne kirin. Ji ber vê yekê jî divê piştgirî ji gelê Fîlîstînê re bê dayin. Ciwanên pêşverû paşerojê ava dikin. Têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê wê dewam bike.”

Piştre peyamên Yekîneyên Parastina Jinê û Komuna Enternasyonalîst a Rojava hate nîşandan. Di peyamê de hate gotin, “Li dijî sîstema kapîtalîst Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêk tê. Ji bilî berxwedan û azadiyê çareyek me nîne. Em li dijî kapîtalîzmê li ber xwe didin, li vê derê jiyaneke nû ava dikin. Em li ser xeta Rêber Apo ne. Ne tenê ji bo dîrokê, ev konferans ji me hemûyan re girîng e.”

Ji Tevgera Sosyalîst a Efrîkaya Başûr Nehlalî Bassûm jî peyamek ji konferansê re şand û got, “Em dibêjin em nebin kes nikare bi navê me biryarê bide. Ji ber ku ciwan di hedefa sîstema heyî de ye. Êdî dem hatiye ku em dengê xwe bilind bikin. Bi hezaran ciwan bêkar in, di nava şert û mercên nebaş de ne. Sîstema heyî naxwaze ciwan rabin ser piyan. Em dixwazin civakeke wekhev ava bikin.”

Endamê Kordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker jî peyamek bi dîmen ji beşdarên konferansê re şand û got, “Weke ciwanên Apoyî em we hemûyan silav dikin. Em Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya Yekemîn silav dikin. Dibe ku me hev nedîtibe, em hev nas nekin. Hinek ji me ji Kurdistanê hinek ji Rojhilata Navîn, hinek ji Ewropa, hinek ji Efrîkaya Başûr, hinek ji Abya Yala bin. Lê belê em lêgerînerên jiyana azad in. Ji ber vê yekê em di vê konferansê de ruhê ciwanên 68’an dibînin. Lewma civîneke bi vî rengî wê serketineke mezin bi xwe re bîne.”

Post Views: 81
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.