Volqan Elî
Kaptalîzim, koletiya xwe, li ser civakê bi rêya lîberalîzmê, angu feraseta xwe ya azadiya qelib ava dike. Koletiyê ji serdemên berê vir de awayên cur be cur girtine. Koletiya kaptalîzmê tevî ku van jî di hinava xwe de dihewîne, hê jî ziravtir û kûrtir bûye. Ferq û cudatiya koletiya serdema resmalî, ew e ku di nava hest û manewiyeta civakê de xwe bi cih kiriye; yanî bi hest û manewiyeta mirovan xwe daye xwarin û pê re kiriye yek. Girêdan û alimandinê çêdike. Koletiyê dike çand û dixwaze di nava civakê de rûnîne. Di serdema firawûnan de koleyan di pêşberê çend kevçî şorbe de bêyî azadî, di bin nîrê koletiyê de dijiyan. Di ferqa wê de bûn ku dîlbûnekê dijîn. Lê belê di pergala kaptalîzmê de çavnebarî û nefsbiçûkiyeke herî biçûk a şexs, bi alimandin-girêdanê û ew jî bi koletiya ji bo pergalê encam dibe. Mînak, qaşo jiyaneke xweş û xwediyê derfetên madî dibe ku wî/wê bike koleyê dijmin; bibe amîl û muxaberata dijmin bi çend quruşan ji wan re kar bike. Dibe ku ev mînakekî herî ne xweş bû, mixabin rastî wisa ye.
Lê girêdana bi kaptalîzmê re, koletiya di fikr û hestan de ne tenê bi vê sînordar e. Mînakên wisa beloq, ji aliyê civakê ve zû tên aşkerekirin. Ya hê xeter jî, pergala kaptalîzmê jiyanê teng dike, hin qalibên jiyanê çêdike, ji derveyê van tiştekî nahêle; em jî dibêjin qey pir jirêzê û xwezayî ye û wekî ew dixwaze tev digerin. Mînak, her kes dixwaze ji aliyê cil û bergan ve modêyê bi şopîne, întiyaca herî bi nav û deng çi be marqaya pêlavê ew be. Lê dibe ku em ne di ferqa wê de bin, sermayedaran ji bo ku em wê cil û bergê bikirin, her tiştê wê bi xwe diyar kirine, bi şiklekî herî zirav qezenca xwe danîne li ser û wisa dane sûkê. Dîsa tiştên xwarin û vexwerinê, li gorî şiklê jiyanekê li gorî felsefeyekê dane hilberandin pêşkêşî me dikin. Dema ku em li gorî vê tev digerin, bêyî ku em di zanebûna wê de bin ji aliyê ruhî ve pê ve tên girêdan. Ev jî awayê koletiyeke ziravbûyî ye.
Pergala kaptalîzim ne tenê bi zordestiya xwe, bi leşker û artêşa xwe dimeşîne. Eger em wisa bêjin şaş e. Wê jî dike; niha di şerê Îsraîl û Hamasê de du-sê hefte temam nebûn bi hezaran însan hatin kuştin. Saniye saniye, yekser lêdana balafirên Îsraîlê pêşkêşî temaşevanan dikin. Wekî ragihandina cîhanê ketibe xizmeta Îsraîlê. Ev, aliyê li ber çav ê pergala serdest a cîhanî ye. Her kes vê dibîne û temaşe dike; li gorî meyla xwe ya polîtîk dikare maneyekê bidê. Kaptalîzim ji aliyekî ve çeka xwe ya zordestiyê bi kar tîne, bi balafirên rastîn li ser civakan bi her awayê çekên kîmyawî, bombeyên klasik dibarîne (ne dûr e çekên atomî jî bibarîne û li ser serê gerîla dibarîne jî). Ji aliyê din ve jî cîhana me ya manewî, zêhnî me bombardoman dike û wisa li ser piyan dimîne. Wisa jî jiyana me bê hedef û armanc dike.
Mînak, di rêzefilm, reklam û hwd. behsa jin yan jî zilamekî baş, erebeyeke baş, kar û xebateke baş dike. Ji bo kesekî ku guh li van dibe, hedef û armanceke ji vê mezintir tine. Bi vî awayî, armanc û hedefa azadî û wekheviyê şêlo dibe, xwe gihandina armancên mirovahiyê ji ber çavan nediyar dibe. Dîsa piranî dema behsa cil û berg tê kirin, ne ji ber ku zêde zêde lazim e em dikirin; dibe ku bihayê wê, aliyê wê yê kêrhatinê ne li gorî me be. Lê dîsa jî em dikirin. Ji wê jî wêdetir, sermayedar û muameleya ku wê dide çêkirin, ji beriya her tiştî bi rêya reklaman, bi rêya mode, rêzefilm û hwd. Ji bo kirîna tiştên (dibe ku ew tişt telefon, komputor û hwd bin) xwe elaqayekê dide çêkirin. Piştre difiroşe sûkê. Hemwelatiyekî/e ku diçe û wê cil û bergê, mekîneya cilşûnê, telefon, yan jî komputorê dikire, difikire ku bi îradeya xwe ya azad ew tişt kiriye. Lê dema em reklam, rêzefilm yan jî pêvajoyê şopandina li înternetê difikirin, derdikeve holê ku ne wisa ye. Di rastiya xwe de yê ku wê qaşo ‘hilbijartina azad’ dide kirin pergala resmalî ye; berîka dewlemendan e: Va di serdema resmaliyetê de koletî di wê astê de kûr û zirav bûye.
Ev rewş bigire ji şekirokê zarokan, heta bi çîkoletayekê, heta bi televziyonekê, cilşûyekî, şêrînahî, telefonekê, wisa ye. Gengaze ku hin xwendekar bêjin “ma van tiştan em nikarin çêkin, em ê ji ku bikirin.” Dibe ku hinekê rastiya wê jî hebe. Lê her tişt ne wisa ye!
Mînak, li tevahiya Kurdistanê, niha, televizyonên welatparêz tên temaşekirin yan yên dewleta Tirk, yan jî dewletên Fars û Ereban? Yan jî rêzefilmên hindî, Tirkî?… mijar ne tenê tiştên xwarin, vexwarin û cilûberg û tiştên wisa ne. Koletiya ku sermayedarî bi her rêbazê di mejiyan de dide çêkirin e. Pirsgirêk ew e. Heta ku em zincîrên koletiya mejî û hestan neşikînin azadî pêk nayê!