Xecê Şen
Mixabin di derbarê vê têkoşînê de pirtûk û berhem zêde nehatine nivîsandin. Ji ber ku têkoşîna jinên Hîndistanê bê jibîrkirin û navê Nangelî nebe dîrok û li cîhanê belav nebe, qralyet nivîsandin û çêkirina berheman qedexe dike. Hew weku çîrokeke mîtolojî û efsonî di civakê de hatiye gotin. Jixwe jinên wê herêmê jî ji bo ku wê têkoşînê û berxwedana Nangelî nedin jibîrkirin, herêma ku lê jîyane navê wê herêmê kirine “Welatê Çiçikên Jinê” Göğüslü Kadının Ülkesi”. Çend nivîskarên bîyanî jî ev têkoşîn weku çîrokeke mîtolojî nivîsandine. Lê heqîqet xwe nade jibîrkirin, bi derengî be jî rastiya wê derdixe holê. Wênesaz Murali T. Di sala 2012an de di derbarê vê mijarê de li herêmê lêkolînê dike û rastî arşîfa kovarê tê. Arşîfa kovaran tevlihev dike û dibîne ku nûçeyek biçûn a miroveke ku di wê herêmê de jîyaye di derbarê têkoşîn û berxwedan Nangelî de nivîsîye dibîne. Wênesaz êdî fêm dike ku ev ne çîrokeke efsonî ye, çîrokeke rast e û bi zanebûn xwestine bidin jibîrkirin. Êdî wênesaz Murali ji bo rûmetdayîna jina berxwedêr Nangelî di wêneyên xwe de sembolize dike û wê di pirtûka xwe ya bi navê “wêneyên dîroka veşartî” de dide jîyîn.
Raperîna pora Jîna Emînî
Her weku tê zanîn di 16’ê Îlona sala 2022yan de jina Kurd Jîna Emînî ji ber sedema ku porê wê xuya kiriye ji aliyê (polîsên exlaqî) yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî di serî de tevgera jinên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê li dijî pergala rejîma Îranê ya olperest raperîna Jin Jîyan Azadî bi pêş xistin û porê Jîna Emînî weku sembola ala azadiyê bilind kirin. Êdî raperîna Jin Jîyan Azadî ya pêl bi pêl li hemû cîhanê belav bû. Bi hezarê jinan li dijî pergala rejîma Îranê ya olperest, nijadperest û paşverû, porê xwe jêkirin û çalakiyên herî xurt bi pêş xistin û raperîn mezin kirin. Hêjayê gotinê ye ku raperîna Jin Jîyan Azadî ku di kesayeta Jîna Emînî de derketiye holê, hêza rêxistinkirî û berxwedanê ya jinên cîhanê ya herî mezin a enternasyonalîst daye avakirin. Herwiha pora Jîna Emînî weku sembola ala azadiyê pênase kirine û qebûl kirine. Ev jî tê wê wateyê ku jinên cîhanê bi felsefeya jîyana azad a jinên Kurd xwe rêxistin dikin û bi rê ve dibin. Dîsa hêjayê gotinê ye ku ev saleke di ser raperîna Jin Jîyan Azadî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê re derbas bûye, lê hê jî raperîn bi hemû hêza xwe didome. Li hember hemû zehmetî, kuştin, girtin û tişta herî xebat jî îdamkirina berxwedêran jî, di serî de jinên Kurd û hemû gelên Îranê li hember rejîma paşvero serî netewandin û ala raperîna xwe bilind kirin û ta îro jî domandin. Bêguman ev di hemû jinên cîhanê û di gelan de bandoreke mezin a guhertin û veguhertinê daye çêkirin. Jin hem di warê sîyasî û polîtîk, hem dîwarê aborî û civakî ber bi pêvajoyeke nû ve birin. Îro jin li hemû cîhanê li dijî hemû pergalên kapitalist, dewletperest, paşvero bi felsefeya Jin jîyan azadî xwe rêxistin dikin.
Mifteya pênûsa Nagîhanê
Felsefenas Fûzûlî dibêje; “Bila Pênûs û Kîl û Kâl hebe”. Fûzûlî di vê gotina xwe de hem wateya pênûsê û hem jî wateya girîngiya zimanê pênûsê û peywendiya ziman û zanistê bi hev re pênase dike. Tam jî di vê wateyê de mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku pênûsa Nagîhan Akarselê bûye zimanê dilê zanistê ya vegotina heqîqeta kod, gotin, peyv, kite, têgîn, wate û girîngiya zimanê zanistê ya Jineolojiyê ya Jin Jîyan Azadiyê bi pêş xistiye û li cîhanê belav kiriye.
Nagîhanê di sala 2009an de yekemin di ajansa nûçeyan a Dîcleyê ya bi navê (Dîha) yê de dest bi rojnamevanîya Kurdî kiriye. Wê bi salan di derbarê kuştin, qetilkirin, tacîz, tecawiz, girtin, zindanan de nûçe çêkirine, dosya amade kirine, li ser jiyana jinan gelek çîrok û serpêhatî nivîsandiye, di kovar û rojnameyan de weşandiye. Çîroka rêwîtîya heqîqeta Nagîhanê jî ji rojnamevaniya Kurdî ya Bakur dest pê dike, edîtorî û nivîskariya jineolojîyê li her çar aliyên Kurdistanê, ta jinwarên rojava û navenda zanist û arşîva jinan ya pîrtûkxaneya ku li bajarê Silêmaniyê ya Başûr diçe. Heval Nagîhan ji bo înşakirina gelek xebatên yekemîn ên jinan û zanista jinê kedeke pir mezin û pîroz daye. Heta hêjayê gotinê ye ku wê piraniyên xeyal û projeyên xwe bi cîh aniye. Her çiqas ew bi awayeke fîzîkî di şahiya vekirina navenda arşiv û zanista jinê pîrtûkxaneya ku li bajarê Silêmaniyê hatiye vekirin tunebe jî, lê ji agahî û dîmenên ku di çapemeniyê de hatibûn weşandin jî xuya dikir, fikir û keda wê di her kêliya şahiya pirtûkxaneyê de şênber bû. Lê çavên dijmin û neyaran kor bibe, (qaşo li Kurdistana azad) li bajarê Silêmaniyê ew bi 11 gulan hat qetilkirin. Ew her 11 gule her yekî li parçeyekî canê me xistin. Lê guleya herî mezin li nav dilê me xistin. Bêguman ew dil e weku canpola ye ne gule hezar gule lê bikeve ew ê her bijî. Ew dilê ku ji pênûsa Nagîhanê xencer çêdike û di çav û dilê neyar û dijminan de dike xwarê. Wê demê bi min re hesteke pir xweş û hêja da çêkirin, bi rastî jî hevala Nagîhan bi me re dijî û di her kêlîya jiyana me de bi me re ye. Anku mifteya jîyanê ya pênûsa Nagîhanê dê her tim pêşiya me vebike û rêya me ronî bike. Ev jî rastiya heqîqeta dîroka têkoşîna azadiya jinê ye. Lê dîsa jî bila neyar û dijmin jî baş bizanibin ku dê rojek bê heqîqeta pênûsa Nagîhanan dê dîroka hişmendî û desthilatdaran efû neke û dîroka desthilatdaran darizîne û dîroka têkoşîna azadiya jinan binivîsîne. Ew roj ev roj e ku hemû jinên cîhanê bi zanista jinan jineolojîyê ya ku Nagîhanê pêşengiya wê dikir rêya xwe ronî dikin û bi ilmê wê xwe rêxistin dikin. Belê ji ber vê berxwedêrî, serhildêrî û raperîna jinan e ku şoreşên civakî jî pêk tê. Ev carinan bi dasa Nangelî, carinan bi porê Jîna Emînî û carinan jî bi heqîqeta pênûsa zêrîn a Nagîhanê her pêk tê. Bila ev jî tu carî neyê jibîrkirin!.