Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo lîstikvanên Îranî piştgirî

05/11/2023
in Uncategorized
A A
Ji bo lîstikvanên Îranî piştgirî
Share on FacebookShare on Twitter

Komeleya Derhênerên Sînemaya Îranê û Lijneya Bilind a Hilberînerên Sînemayê, di daxuyaniya xwe ya hevpar de piştgirî dan lîstikvanên jin ên ku ji kar hatine qedexekirin, hunermendan jî bertek nîşan dan.

Rêvebirê çavdêrî û nirxandina Rêxistina Sînemaya Îranê Habib İlbeygi û Wezîrê Çand û hûner Mihemed Mehdî Îsmaîlî rojên borî ragihandin ku 20 lîstikvanên jin ên sînemaya Îranê cig digrin, bi hinceta ku piştgirî dane serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ji xebat meşandina wan hatiye qedexekirin.

Piştî vê daxuyaniyê Komeleya Derhênerên Sînemaya Îranê û Lijneya Bilind a Hilberînerên Sînemayê, bi daxuyaniyeke hevpar bersiv dan gotinên Habib İlbeygi û Muhammed Mehdî Îsmaîlî. Ev her du saziyên sînemaya Îranê, li dijî hicebeya ferzkirî piştgirî dan lîstikvanan, ragihandin ku ew rêz nîşanî biryara jinan didin û dê li dijî Wezareta Çand û hûner lêpirsin bidin dest pê kirin. Di daxuyaniyê de, ev helwesta li hemberî sînemaya Îranê wek bêhiqûqiyek hate pênase kirin, hate diyar kirin mafê bijartinê ya lîstikvanên jin jî tê piştgirî kirin.

Rol girtina wan hat qedexekirin

Rêvebirê çavdêrî û nirxandina Rêxistina Sînemaya Îranê Habib İlbeygi 25’ê Cotmehê beşdarî civîna ku ji wan Baran Kosari, Vişka Asayesh, Tarane Alidusti, Katayun Riyahi, Pantea Behram, Fateme Motemed Arya, Golab Adine, Afsane Baygan, Hengame Qaziyani, Pegah Ahengerani, Meryem Bubani, Şaqaiq Dehgan jî heye ragihand ku ji ber ku hicaba neçarî li ser serî negirtine, ji kar hatine qedexe kirin. Habib İlbeygi diyar kir ku ji bo fîlmçêker ji ber ku gelek pere xerc kirine mexdûr nebin dê fîlmên berê yên van lîstikvanan gav bi gav bên weşandin û got: “Lê belê ji niha û pê ve ev lîstikvan wê nikaribin di fîlmên nû de bilîzin.”

Ji lîstikvanan parvekirina hevbeş

28’ê Cotmehê roja yekşemê lîstikvan Tarane Alidusti li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal li ser bûyera herî dawî ev parvekirin kir: “Eger ez di fîlmên we de nelêyzin, kêliyek jî nefikire ku yên qedexe li min kirine hûn in. Sedema ku em pişta xwe didin sînemaya we, ew e ku di hicabeya ku hûn di flîman de li hemam û li odaya razanê bi zorî li me dikin de, hêj xwîna me diherîke. Ez ê carek din ew hicabeya ku xwişkên min qetil dike, di filîmê wê de li xwe nekim.”

Lîstikvan Hengame Qaziyanî ku di dema serhildanê de hat binçavkirin jî, der barê biryara qedexeyê de wiha nivîsî: “Min berê li hucreyê dawî li lîstikvaniya xwe anî û piştre min ev tişt dîsa got. Niha hûn difikirin ku we min qedexe kiriye? Nîşanek girîng a kesayeta min a hunerî, ew e ku ez hurmeta xwe ya ji bo xwe diparêzim.”

‘Ma hûn kê ne?’

Yek ji lîstikvanên ku navê wê di lîsteyê de cih digire Dûnya Madanî jî li ser hesabê xwe ya İnstagramê ev parve kirin kir: “Ji bo min şeref û serbilindî ye ku ez ne di bine desthilatdariya tu rejîm an jî dewletekê de me.” Lîstikvanek din ê ku hat qedexekirin Katayun Riyahî jî li ser hesabê xwe ya Instagramê bersiva daxuyaniya Wezîrê Çand da û wiha got:”Şerefa min destûr nade ku ez di sînemaya roja me ya îro de bixebitim. Ma hûn kê ne?”

Her wiha lîstikvana sînemaya Îranî Pantea Behram jî li ser hesabê xwe ya Instagramê çîrokek weşand û wiha got:”Qedexekirin ne xema min a dawî ye.” Nû JINHA

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.