Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

7`e mîn Festîvala Osman Sebrî bi helbestan hat xemilandin

04/11/2023
in Uncategorized
A A
7`e mîn Festîvala Osman Sebrî bi helbestan hat xemilandin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

7`emîn festîvala Osman Sebrî ya Wêjeyê ku di bin navê Melayê Cizîrî de, di 1’ê Mijdarê de li bajarê Qamişlo hatibû lidarixistin, bi dawî bû. Festîval 3’ê rojan  dewam kir û di dawiya festîvalê de xelat li ser 6 helbestvanên serkeftî hatin belavkirin.

Bi pêşengiya Dîwana Wêjeyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Çandê ya herêma Cizîrê, festîvala Osman Sebrî a 7`e mîn, di 1`ê miha Mijdarê deli bajarê Qamişlo hat destpêkirin û di 3`ê Mijdarê de jî bi dawî bû.

Çalakiyên festîvalê

Festîvala ku îsal li hola zanîngeha Rojava bi navê helbestvanê kurd yê nemir Melayî Cezîrî hat lidarxistin, bi beşdariya kesên eleqedar bi wêjeyê re, helbestvan û bi amadebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, sê rojan berdewam kir.

Di festîvalê de 16 kes beşdar bûn û berhemên xwe di dîwanên helbestan de pêşkêş kirin. Komîteya amadekar a festîvalê ew berhemên helbestan wergirtin. Ji destpêka meha Cotmihê ve, 9 dîwan bi zimanê Kurdî û 7 jî bi zimanê Erebî hatine hilbijartin, ew jî dîwanên helbestvanên ji bakur û rojhilatê Sûriyê, Bakurê Kurdistanê û derveyî Kurdistanê ne.

Beriya 2 mehan ji lidarxistina festîvalê komîteya nirxandina pêşbirkê hat avakirin. 3`ê kes ji bo kurdî û 3 kes ji bo erebî cihê xwe di komîteyê de girtin. Herwiha ev yekemîn car e ku komîteya nirxandinê ji kesayetên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Di vê festîvalê de endamên komîteya nirxandinê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê û Kurdistanê bûn.

Di festîvalê belgefîlim li ser jiyana nivîskar û helbestvanê Kurd Osman Sebrî hatin pêşandan. Herwiha berhemên wêjeyî yên bi serketî hatin îmze kirin. Di çarçoveya çalakiyên festîvalê de Koma parkîn û Koma Yek par çend stranên gelêrî ji çand û folklora herêmê pêşkêş kirin, herwiha şevbuhêrkên helbestan hatin pêşkêşkirin û helbestvan Kurddiyar Derîî û Dilyar Osê helbestên bi zimanê Kurdî xwendin, her wiha Mustefa Hecî û Samir Şemerî bi zimanê erebî helbest xwendin.

Her wiha Çîrokek bi zimanê Erebî ji aliyê Diyaa Iskender ve û çîrokek bi zimanê Kurdî jî ji aliyê Ebas Mûsa ve hatin xwendin, ji bilî semîneran jî, li ser felsefeya Melayê Cezîrî gelek nçqaş hatin kirin.

Helbest bingeha festîvala îsal bû

Festîvala Osman sebrî her sal li ser bingehekê tê li darxistin, di çar salên xwe yên destpêkê de giştî bû, piştre di festîvala xwe ya 5`emîn li ser çîrokan bû, di ya 6`emîn de li ser romanan bû û di ya îsal ya  7`emîn li ser helbestan bû.

Hevserokê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Elîyas Sîdo bal kişand ser girîngiya festîvala Osman Sebirî û wiha got: “Ev festîval derfetek bû ji bo nivîskaran ku çanda gelê xwe temam bikin û biparêzi û got, pirtûkxaneya Kurdî li Rojava bi afirîneriya zêdetir bi pênûsên herêmî û di dema pêşbirk û performansa ku tên pêşkêşkirin de, nivîsandin bi hev re bilind dibe û çand tê parastin.”

Tevlîbûna jinan

Di pêşbirka festîvala Osman Sebirî ya îsal de 4 helbestvanên jin yên Kurd beşdar bûn, jinên Ereb û jinên Suryanî beşdarî festîvalê nebûne.

Di roja dawî ya çalakiyên festîvala Osman Sebrî de, di encamên pêşbirka helbestan de, 6 helbestvan bi serketin û xelat ji aliyê desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girtin. Helbestvan Kamîran Simo bi helbesta xwe ya bi navê Sebra Gamasî, di asta yekemîn de, Ebûd Mexso bi helbesta xwe ya bi navê Pêlname di asta duyemîn de û helbestvan Medya Berekat bi helbesta xwe ya bi navê Çil û Çar Kêlî di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Her wiha helbestvanên ku helbest bi zimanê erebî nivisîbûn û hêjayî xelatkirinê hatin dîtin ev in: Mehmûd Ebdo, Ebdulbarî Ehmê û Diyaa Iskender.

Post Views: 145
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
JIN

Wê hevsengiya jiyanê çawa were avakirin?

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.