Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

7’emîn Fastîvala Osman Sebrî ya wêjeyî hat destpêkirin

02/11/2023
in Uncategorized
A A
7’emîn Fastîvala Osman Sebrî ya wêjeyî hat destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi durşmeya ‘sala Cizîrî) heftemîn Fastîvala Osman Sebrî ya wêjeyî bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser asta Rojava û Sûriyê li bajarê Qamişlo hat destpêkirin û wê 3 rojan bidome.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û bi hevkariya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heftemîn fastîvala Osman Sebrî ya wêjeyî bi armanca pêşxistin û parasrina wêjeya hemû pêkhateyên Rojava û Sûriyê  dest bi Fastîvala Osman Sebrî a 7’an li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo destpêkir. Fastîvala îsal bi taybet girêdayî helbestê ye û wê di nava festîvalê de pêşbirk jî hebin. Ji ber vê yekê jî ji destpêka sala 2023’an ve hejmareke mezin a helbestên helbestvanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojava, Kurdistan û yên derveyî welat hatin wergiritin û hatin xwendin û nirxandin.

Di destpêka festîvalê de hemû kesên beşdar xuleyeke bêdeng li ser giyanê şehîdên pakrewan rawestiyan û piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Rêvebera Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho di derbarê fastîvalê de axivî û weha got: “Fastîvala Osman Sebrî ya wêjeyê Îro tê destpêkirin, ev fastîvala 7’emîn bi domdariya 7 salan îsal jî tekez bû ku ber bi serkeftin, pêşxistin û berdewambûnê ve diçe. Hêjayî gotinê ye ku ev fastîval xwedî karîn û şiyan bû ku hejmareke baş ji rewşenbîr û wêjevanan ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bike. Ev jî bi saya kesên ku bi fastîvala Osman Sebrî rabûne pêk tê û keda wan a ji bo pêşxistin û parstina wêjeya civakê ye.”

Têkildarî heman mijarê endamê Komîteya Amadekar a Fastîvala Osman Sebrî, Silêman Mehmûd wiha axivî: “Ji destpêka sala 2023`yan ve amadekariyên fastîvala Osman Sebrî tên kirin, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker carekê hat taloqkirin. Di roja yekem a Fastîvala Osman Sebrî de ku kete heman roja piştgiriya cîhanî ya Kobanê, em gelê Kobanê silav dikin û hêviyên me hene ku hemû deverên hatine dagirkirin werin rizgarkirin û azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo wê armancê me yê sereke be. Armanca vê fastîvalê ya sereke pêşxistin û parastina wêjeya hemû pêkhateyan e. Di heman demê de jî avakrina pêşbirkekê di nav wêjevan û helbesvanan de ye. Herwiha îsal me ev fastîval bi sala Melayê Cizîrî destnîşan kir, sedem ji vê yekê derwandina dagirkeriya Tirk e ya ku dibêje Melayê Cizîrî ne kurd e û rastiyan berevajî dike. ”

Piştre jî senefizyonek li ser jiyana siyasetmedar, helbestvan û nivîskarê Kurd Osman Sebrî hat pêşandan û herwiha ji koma Pargîn çend stranên dengbêjiyê yên gelêrî ji çand û filklora herêma koçeran a girêdayê Dêrkê hatin gotin. Piştre jî helbestvan Kurdiyar Dirêî û Dilyar Osê helbestên xwe yê bi zimanê Kurdî xwendin. Piştre helbestvan Samir Elşumerî û Mistefa Elhac jî çend helbestên xwe yên bi zimanê erebî ji  beşdaran re xwendin.

Di dawiya fastîvalê de 4 pirtûkên di fastîvala 6’an a Osman Sebrî de ku di encama pêşbirka romanê de nivîskarên romanan hatibûn xelatkirin, berhemên wan îsal di roja yekem a fastîvala 7’an de ji aliyê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin îmzekirin. Herwiha ji wan pirtûkan 3 bi zimanê erebî bûn û ya din bi kurdî bû.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku roja duyem ji Fastîvala Osman Sebrî bi naveroka xwe ve wê li ser gengeşe û nîqaşên derbarê felsefeya Melayê Cizîrî de be. Di heman demê de jî wê  kurteçîrokên hin nivîskaran bi zimanê kurdî û erebî jî werin xwendin.

Roja 3’yan û ya dawî wê muzîk û sitran jî werin gotin. Herwiha senefizyonek li ser komîteya Nirxandinê were pêşkêşkirin û encamên pêşbirka helbestê ya îsal wê were ragihandin û asta 1,2 û 3’an wê werin xelatkirin.

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
JIN

Wê hevsengiya jiyanê çawa were avakirin?

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.