Rojnameya Ronahî

Pêşengiha Pirtûkan a Şehîd Herekol çanda xwendinê pêş xist

Birûc Resûl/Qamişlo

Di bin diruşmeya “Xwendin Ronahî ye” li Qamişlo 7`e mîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku ji aliyê Rêveberiya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevkariya Rêveberiya Çandê ya herêma Cezîrê hatibû li darxistin, di pêşxistina çanda xwendin û nivîsê de roleke mezin lîst.

Pêşengiha şehîd Herkol di 28`ê Cotmehê de li hola Zana ya bajarê Qamişlo, bi duruşmeya ‘Xwendin Ronahî yê’ hat destpêkirin, di 31`ê Cotmehê de bi dawî bû.

Di salên borî de pêşengeh 8 rojan dewam dikr, lê îsal ji ber rewşa ewlehiyê û domandina êrêşên dagirkeriya Tirk., pêşengehê tenê 4 rojan dewam kir. Ew jî bû sedema ku çalakiyên pêşengê ji yê salên borî kêmtir bin.

Îsal weşanxaneyên ku beşdarî pêşengihê bûne bi giştî hijmaran wan 60 weşanxane bûn, pêwîst bû ku 62 weşanxane be lê ji ber rewşa ewlekariyê 2 weşanxane nikarîbûn tevlî bibin, herwiha 140 hezar pirtûk di pêşengihê de hatin pêşandan, her wiha 14 hezar nivîs hebûn.

 ‘Cudahiya pêşengihê ji salên borî’

Îsal Pêşangeha şehîd Herekol xeleka beşdarbûna xwe berfereh kir, karakterê navdewletî di atmosfera pêşangehê de serdest bû, rêjeya weşanxaneyên ku ji derveyî Sûriyê beşdar bûne nêzîkî ji sedî 75 weşanxaneyan bûne, weşanxane ji Îmarat, Misir û Kuwêt, Belçîka, Îtaliya û Libnanê jî beşdarî pêşangehê bûn, hejmara weşanxaneyên beşdar gihîşt 60 weşanxaneyan.

Hejmara pirtûkan jî  gihişte 140 hezar pirtûkan,lê di sala borî de hejmara pirtûkan 130 hezar bû û serenav li gorî sala borî zêde bû û gihîşt 14 hezar sernavan û bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Farisî, Ermenî, Tirkî bûn, ji ber ku di nav wan de hemû zimanên li herêmê belav bûne, tevî weşanxaneyên bi Fransî û Îngilîzî ku yek ji çalakiyên herî girîng ên wêjeyî û çandî ye li bakur û rojhilatê Sûriyê, tevî ku bandor li ser tê kirin. Ji ber atmosfera ewlekarî ya li herêmê û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev yek bû sedema taloqkirina wê ya îsal.

‘Pirtûkên cur bi cur hatin pêşandan’

Pirtûkên ku hatine pêşandan ji raman, wêjeyî, pirtûkên bijîjkî û pirtûkên pispor ên rêzimana kurdî, erebî û zimanên din bûn, ji bilî wan jî, çîrok, şano, helbest, pirtûkên lêkolîn, kovarên zarokan, ferhengên zimanên taybet û pirtûkên bi zaravayê soranî hatin pêşandan, di heman demê de di pêşengihê de 2 beşên taybet yên girêdayî  jinan hatin pêşandan, wekî Afaq Elmera û  Jineolojî. Her wiha kovarên ku cara yekem beşdarî pêşengiha Pirtûkan a Şehîd Herekol bûn, Kovara Mizgîn û Kovara Afaq Elmera.

Di pêşangehê de çalakiyên çandî lawaz bûn, ji ber kêmbûna demê, rêjeya dersên li ser pirtûkan û giringiya çapkirinê sînordar bû, her wiha di pêşangehê de pirtûkên weşanên nû hatin îmzekirin, ku hejmara wan giha 15 pirtûkan û ew jî wiha bûn:

Di roja duyemîn de nivîskar Azad Elî pirtûka bi nave ‘Berxika Kesk’ imze kir.

Di roja siyamîn de 5 pirtûk hatin îmzekirin; nivîskar Ebdurihman Ebdo pirtûka bi nave ‘Qîrînek Percebuyî’

Nivîskar Ebas Ismaîl pirtûka bi navê ‘Rengin û xemrevin’, nivîskar Beşîr Mela Newaf pirtûka bi navê ’Zirave’, nivîsakr Ebas Mûsa pirtûka bi navê ‘Wekî ku ez winde bûm’, nivîskar Hesen Zaza pirtpka bi nave ‘Rola Kurd di avakirina Misir û bîlad elşam’ de, imze kirin.

‘Bihabûna pirtûkan di navbera pirtûk û xwendevan de asteng in’

Gelek xwendevan di pêşengiha 7`e mîn de li salona Pêşangeha Pirtûkan a şehîd Herekol geriyan, pirtûkan vedikirin û dema ku ji buhayên wan agahdar bûn, pirtûk vegerandin cihên wan, wekî hin ji wan, bi dolarên Amerîkî dihatin firotin, lê bihayên pirtûkan ji du dolaran heta 100 dolarî zêdetir bû, bihayên pirtûkan li gorî naverokê diguhere, cihê çapê û mezinahiya pirtûkê. Ev jî dibû astengî ji bo kirîna pirtûkan. Tişta ku îsal balê dikişîne ser pêşangehê leza xwendekar û koma ciwan a ji bo kirîn an xwendina pirtûkan e, me dît ku korîdorên pêşangehê û gelek beş tijî bûn. Her wiha kesên beşdar bi hejmareke zêde kom dibûn, lê gelek ji wan îsal nekarîn pirtûkan bikirin.

‘Xelatên ku hatin belakirin’

Di roja dawî ji pêşengihê de 34 xelat li ser weşanxane, pirtûkxane, yekîtî û saziyên çandî yên herêmî,hatin belavkirin. Herwiha xelata baştirîn xwendevan ji aliyê Lîlaf Qaco ve hat wergirtin, xelata baştirîn mêvan jî  Mela Elî Resûl wergirt.

Di derbarê pêşengiha şehîd Herekol a 7`e mîn de, nivîskar Şemis Enter û hevsroka Meclisa Civakî ya Ermenî a bajarê Qamişlo Kohar Xicadoriyan ji rojnemeya me re axivîn û diyar kirin ku pêşengiha pirtûka ye şehîd Herekol ji bo hemû nivîskaran û rewşenbîran gavekî pîroz û piştgirekî mezine.

Şemis Entir da zanîn ku pêşengiha pirtûkan ya şehîd Herekol gavekî pîroz bû bi taybet ji bo jinê û got: “Tevî  erişên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Suriyê, em dibênin ku gelê me bi rihekî zindî û îradeyekî xurt tevdigerin, her wiha bi ziman û çanda xwe ya resen ve girêdayî ne. Li gor van zehmetiya jî pêşengiha şehêd Herekol a pirtûkan hat li darxistin bi coşeke û tevgereke mezin tê de hebû, nivîskaran pirtûkên xwe diyarî hev dikirin. Em wekî jin me rengekî pir xweşik daye pêşengihê û em ê deng û reng bidin tevahî cîhanê. Em bi hêvîne ku her sal pêşengeh bi rengekî û tevgerkî hîn aktîftir were li darxistin.”

Di heman çarçoveyê de Kohar Xicadoriyan diyar kir ku ev sala 2`ye mine ew tevlî  tevlî pêşengiha şehîd Herekol a Pirtûkan dibin û wiha got: “Em wekî jinên Ermenî ev 2 sal beşdarî pêşengihê dibin û pirtûkên bi zimanê ermenê ku naverokên wan jî li ser jiyana Ermeniya, dîroka Ermeniyan, Jinên Ermenî, helbest û ramanê wa ne em didin pêşedan, her wiha cudahiya pêşengiha îsal ji salên borî ew bû ku pirtûk ne dihatin firotin ji ber ku nirxên wan zêde bûn. Di heman demê de tişta bala me kişand tevlîbûna jinan di pêşengihê de û hijmara ciwan û zarokan bû, ev jî dide xuyakirin ku çiqas meraqekî pir xurt çêbuye ji aliyê xwendinê ve. Ez wekî jinek e Ermenî dengê xwe dighînim giştî jinan ku ew bi hêz û îradeyekî xurt gavên mezin biavêjin pêş. Her dawî ez bi hevîme ji he kesî re jin, mêr, ciwan û zarok çanda xwendinê pêşbixin.”