Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekemîn care ‘Jineolojî’ tevlî pêşengeha Şehîd Herkol dibe

01/11/2023
in Uncategorized
A A
Yekemîn care ‘Jineolojî’ tevlî pêşengeha Şehîd Herkol dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Yekemîn car pirtûkên Jineolojî jî tevlî Heftemîn Pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan bûn û hatin pêşandan. Bêrîvan Mecîd diyar kir armanca wan ji beşdarbûna pêşengehê, pişxistina jinê ye.

Li tevahî cîhanê cara yekem hizir, zanist û hebûna jinê di pirtûka jineolojî deng veda. Zanista Jineolojî di sala 2008’an de ji aliyê Rêber Apo ve di pirtûka sosyolojiya azadî de hat pêşinyarkirin. Armanca ew e ku jin bibin xwedî biryar û enerjiya ku bi hezaran salan di hundirê xwe de veşartine derxin hole. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tê nasîn. Jin hêza xwe di vê şoreşê de bi rêxistin kirin û di aliyê çandî, civakî, aborî, dîplomasî, leşkerî û siyasî de derxistin hole.

Di 28’ê Cotmeha 2023’an de Pêşengeha Şehîd Herekol ya Heftemîn li bajarê Qamişlo hat li darxistin, cara yekemîn e ku pirtûkên jineolojî tevlî pirtûkên din di pêşegehê de hatin pêşandan. Armanca tevlîbûna pirtûkên jineolojî ji pêşengehê re pêşketina xwendin û belavbûna hizira jinê di nav civakê de ye.

Derbarê tevlîbûna Zanista jin (Jineolojî) di pêşengehê de mamosteya Zanîngeha Rojava Bêrîvan Mecîd ji rojnam me re axivî.

Bêrîvan Mecîd diyar kir ku cara yekemîn pirtûkên Jineolojî tevlî pêşengeha Şehîd Herekol dibin û wiha got: “Em wek beşê jineolojî cara yekemîn tevlî pêşengeha Şehîd Herekol dibin. Zanista Jineolojî yek ji berhemên Rêber Apo ne, herwiha berhemên jin yê ku beşdarî pêşengehê jî bûne ev in; Pirtûk, kovar û biroşûrên li ser jinan, rola jin di nava civakê de, jînwar, jineolojî û gelek mijarên cûda li ser jin û civakê di van pirtûk û biroşûran de hatine belavkirin. Em gelkî kêfxweşin ku tiştekî bi vî rengî çêbibe, ji ber îro jinê di tevahiya qadan de rola xwe lîstiye û di aliyê zanistî de jî hîn xwe li pêş dixe û wê gavên mezin bavêje. Ji bo wê em dixwazin çi pirtûk, kovar û rojname ku mijarê jinê tê de were weşandin, bi riya wê de jin xwe li pêşbixîn e.”

‘Armanca Jineolojî reng û dengê jinê di nava civakê de bê belavkirin’

Bêrîvan Mecîd axaftina xwe wiha qedand: “Ez wek mamostek li Zanîngeha Rojava di nava mijarê me yê civaknasî de, mijarê Jineolojî fêrî xwendekaran dikin, amrmanca me jê ew e ku civakeke nû ku rol, deng û rengê jinê di nava wê de hebe bê avakirin. Di heman demê de jin di tevahî qadan de cihê xwe bigire. Di nava civaka bakur û rojhilatê Sûriyê de her tim rola jin di nava zanistê de hatiye windakirin, her çiqas di aliyê zanistê de jinên zane, jinên fîlesof, jinên zanyar derketine pêş, lê cardîn jî civakê ew qebol nekirin e, ji bo wê em mînakên van jinan digirin û em dixwazin bi rengekî din di hemû aliyan de jinan bidin pêş. Heger jin bi riya zanistê xwe li pêş nexe wê nikaribe  bibe bersiv ji bo civaka ku jinan red dikin, îro gelek têkiliyên me di aliyê zanistî de bi zanîngehên derveyî welat re hene, armanca me jê di aliyê zanistê de rola jin bidin xuyakirin.”

Post Views: 51
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
JIN

Wê hevsengiya jiyanê çawa were avakirin?

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.