Rojnameya Ronahî

Zarokekî bendewar

Cûdî Ibrahîm

Cara yekem çavê xwe vekirin, nedikarî bihizire û biaxife û nizane kî ye? Li ser vê rewşa wî çend sal derbas bûn, di Tv’iyê de rêçeke rêwiyan ku bejna wan şewqa azadiyê difûre, gelo kîne? Ji kur hatine? Û neviyên kê ne? Ev pirs di mejiyê wî de şax veda.

Di wan dîmenên ku li Tv derdiket, wî ew pirs ji bavê xwe kir û got ” bavê ev kî ne ? bav jî bi rûyekî ken ku weke bêje ev xwedavendê parastinê ye li dora wî û bi baweriyekê got, ev Gêrîlayên me ne. Em Kurdin, lê Kurdistana me Mêtîngere, bavo Gêrîla kî ne? Gêrîla weke Xaltiyên tene, weke Şîlana Berxwedêre, di çavên wî yên bi çûk de baweriyeke mezin bû Di wê kêliyê de dîsa pirsî, bavo ma wê rojekê Gêrîla bên mala me? Bavê bi baweriyeke mezin got” ma gêrîla zarokê mene wê bên û herin, lê tiştekî ez ji te dixazim, dema hatin tuyê ji kesîre nebêjî. Ji ber ku dijminê xedar wê wan bigrin. Bi gotina dijmin di çavê wî de tirsek bû, bavo dijmin kî ye? ew dijminê ku Kurdistan dagir kirinî ye. Tenê ev gotin bi minre kir.

Temenê wî 5 salî ye, piştî ku lîstoka xwe bi zarokê Kolanê re bidawî kir, kete malê, dengê lorîneke ku bi xwere laş dilerzîne tê, ji xwere got “ya xweda ev lorîn çiye ku ewqasî canê min lerizand” di nava wî û wê lorîkêde tenê ew derî hebû ku bikaribe û bizanibe ew kî ye. Wî ew derî bi tiliyên xwe yên biçûk vekir, dît ku dayîka xwe ye, wêneyê xwedavenda jin di dest de ye û dilorîne. Dayîka wî ew kir hembêza xwe û lorîna xwe berdewam kir. Ji ber giriyê dayîka wî ya ku mîna barana zivistanê dijwar dibariya, ew hêsir ji wan çavên bedew weke sûlavekê ji asîman dirjiya xwarê. Yadê ev Xaltiya min Şîlan e, dayîka min bi kezebşewatekê ji min re got er ê.

Ya xweda çi bedewe, çi por dirêje, di wê çûkaniya xwe de li wêneyê dinhêrî, weke tuyê bêjî bi salane hev nas dikin û bendewariya riya hevin. Di wê kêliyê de wî ew wêneya Şîlan maç kir û da ser eniya xwe, weke qorana pîroz danî ser eniya xwe.

Êdî wî tişt nas kirin û kete dibistana Rêjîma Sûriyê, di dibistanê de refa yekem dixwand. Di êvareke bi baran de min dît sê kesên bedew, por hûnandî ketin mala me, ev kî ne? Ji wêneyê ku dayîka wî nîşanî wî da, zanîbû ku yek ji wan xwedavendan xaltiya xwe ya dine. Di nava pora wan ya hûnandî de hilma azadiyê, kîn û bendewarî xuyadikir. Di wê kêliyê de eger ez xwedî qanad bama ezê ber bi asîmanê heftan ji ber kêfxweşiyê ve bifiriyame. Minê rûyê Şîlana bedew maçkirina û bigota” Te spas dikim ku tu bûyî pêşeng.

Ew kêliya ku wî li çavên wan hersê xwedavendan dinêrî, bi aramiyekê hîs dikir, yek ji wan her û her pê weke dergûşekî şa dibû û dikir hembêza xwe, di wê kêliyê de min dît nava paçika di berîka wê de çend wêneyê wê hebûn. Wî bi dilnizmiyekê ew wêne xwest, ew jî bi dilxweşiyekê ew wêne da wî. Bi kenekî xweş ku dilê wî rihet kir ew hembêz kir, çi cîhane ez têde me, heta hetayê wî ew wêne kiribû destê xwe û weke hevalekê pêre digeriya. Kûde diçû yan di berîka wî de yan jî di destê wî de bû, pêre diaxifî weke tuyê bêjî ew li bere û dizane çi dibe. Di wê wêneyê de wî bi hêzeke nayê pênasekirin hîs kir, ta roja îro jî ew wêne weke hevalekê ye pêre di berîka wî de ye, kuda diçe pêre diaxifî û hembêz dike.

Min ji ahûremazda û ber deriyê wî yê ronî de hêviyek xwest ku cara dawiyê ez xwediyê wêneyê bibînim, weke xaltiya xwe yê nedîtî hembêz bikim û çavê xwe bi bejna wê ya nûr jê difûre tijî bikira.

Sal derbas bû û dem jî çû, her kêlî di jiyana wî zarokî de, bi hêvî derbas dibû. Vaye ez Kurdim û zimanê min heye, Şoreşa Rojava ew gihand wê hêviya wî, di wan kêliyên ku êdî her tiş dizanîbû de, êdî li hemberî wê tarîtiyê rabû û çû, bi kuda çû kes nizane.