Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bazariyên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê

23/09/2023
in NÛÇE
A A
Bazariyên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Proseya veguhestina çekdarên partiyên opozîsyona Rojhilatê Kurdistanê yên Îranê ji xaka Herêma Kurdistanê bi dawî bû û heta niha 9 hezar endam û malbatên wan 80 kîlometre dûrî sînorên navneteweyî yên Iraqê-Îranê hatine dûrxistin. Herwiha Îran daxwaza radestkirina 38 pêşengên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike.

Çavkaniyên ewlekariya niştimanî ya Iraqê ragihandin, heta niha 9 hezar endamên hêzên opozîsyona Îranê (partiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê) û malbatên wan bo deverên dûrî sînor hatine veguhestin.Hevdem li gel radestkirina çekan, biryare şandeke leşkerî ya Îranê ji bo cîbicîkirina yek ji xalên rêkeftina ewlehiyê ya di navbera herdû welatan de, serdana sînor bike.

Li gorî çavkaniyek ji ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê ji rojnameya Qeterî Al-Arabiye El-Jadeed (El-Erebiye El Cidîd) re ragihandiye ku pêvajo berdewame û ji bo ku xwe ji senaryoyeke leşkerî ku qezenca tu aliyan têde nîne dûr bigirin, komên opozisyona Kurd jî nêzîkatiyeke erênî nîşanî Bexda didin.

Wî got ku Tehranê bi fermî daxwaza radestkirina 38 pêşengên (serkirde) van partiyan kiriye, lê Iraq red dike ku cihê endamên komên opozîsyonê û malbatên wan eşkere bike û radestî Îranê bike.

Derbarê proseya bêçek kirina hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de jî çavkaniyê eşkere kir ku cîhên guncaw û ewle li deverê hatine dabînkirin û got; “Bi dûriya ne kêmtir ji 80 kîlometran, li ser sînorê navdewletî yê Iraqê li gel Îranê û proseya bicihkirina wan jî bi amadebûna nûnerên Neteweyên Yekbûyî pêk hatiye û rasterast beşdarî lihevkirina ewlehiyê bûye. Ev jî ji bo parastina serweriya Iraqê û nehiştina her cûre tevgereke leşkerî ya Îranê li hindirê Iraqê hatiye îmzekirin.

Biryare şandeke leşkerî ya Îranê bi awayekî fermî serdana sînoran bike. Armanc ji serdanê ew e ku hemû baregehên partiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê werin veguheztin. Ji bo cîbicîkirina bendên din yên peymanê, ji ber ku veguheztina baregehên hêzên Rojhilat tenê bendek ji lihevkirina Iraq û Îranê ye.

Nuqteya nakok a di navbera Bexda û Tehranê de li ser lihevkirinê daxwaza radestkirina kesên daxwazkirî yên ji aliyê Îranê ve ye ku li ser Bexda ferz dike ku hejmarek ji kesayetiyên navdar û pêşeng  yên partiyên Rojhilatê Kurdistanî ye. Lê Iraq heta niha tu bersiveke erênî ji bo radestkirina van kesên ji aliyê Îranê ve tên daxwazkirin, nedaye Tehranê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.