Rojnameya Ronahî

Rewşa demsala pembo li herêma Cizîrê

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Demsala pembo ya herêma Cizîrê bi rûbereke berfireh ku dighêje 270 hezar donim ber bi dawîbûnê ve diçe. Destey Çandiniya herêma Cizîrê diyar kir ku îsal rûbereke fireh ji pembo hat çandin û ji salên derbasbûyî baştir e, lê  nexweşî jê re bû astengiyeke mezin. Herwiha cotkaran ji bo destekdayîn Rêveberiya Xweser ji wan re, banga alîkariyê kirin.

Pembo li herlêma Cizîrê yek ji cureyê çandiniyê yê girîng e, ev cureyê çandiyê li vê herêmê bi berhemdayînê  weke genim, ceh û nîskan  navdar e. Îsal  jî demsala pemboo li herêma Cizîrê nêzî 270 hezar donim hatiye çandin. Di dema niha de jî ber bi dawîbûnê ve diçe û cotkar jî amadekariya xwe ji bo çinîn vî berhemî dikin.

Di derbarê rewşa pembo ya îsal de rêveberê Beşê Hilberîna Riwêkî Berhemdayîna Çandiniyê ya herêma Cizîrê Mitez Ehmed û cotkarê bi navê Eymen Tîşê ji rojnameya me re axivîn

Rweşa demsala pembo ya îsal

Mitez Ehmed di destpêka axaftina xwe de bal kşand ser rewşa demsala pembo ya îsal û wiha got: ” Ger ku em li ser rewşa pembo biaxivin, divê bal li ser rewşa pembo ya sala derbasbûyî were kişandin. Weke ku em dizanin rewşa pembo di sala derbasbûyî de ji aliyê çakbûna wê ve heya astekê ji ya îsal baştirbû. Sedem ji vê yekê nexweşaiya ku ji pembo re bû weke bobelatê. Îsla li herêma me rêjeya rûberên zeviyên pembo yên ku nexweşiyê lêdaye ji ya sala derbasbûyî zêdetir e. Lê di heman demê de rêjeya rûbera ku îsal li vê herêma  hatiye çandin ji rêjeya salên ku derbas bûn e zêdetir e.  Ev nexweşî bi riya kurmekî çêdibe, her sal li herêma me ev diyarde derdikeve pêşiya zeviyên pembo. Ev yek jî bandor li rewşa pembo ya zeviyên herêma me dike. Cotkarên ku  guh didan zeviyên xwe û pemboyê xwe baş derman kirin, îro rewşa wan baş e. Em ber bi dawîbûna rahiştina vî berhemî ve diçin û cotkarên me jî amadekariyên xwe ji bo vê yekê dikin.”

Şopandina demsala pembo ji destpêka wê heta dawiyê

Têkildarî şopandina Desteya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê ji bo demsala pembo Mitez Ehmed  wiha axivî: “Em weke Desteya Çandiniyê, pilannameyeke me ya salane ji bo çandina her cureyekî çandiniyê heye. Ev yek ji bo demsala pembo jî derbasdar e. Ji destpêka ku cotkar pembo diçînin, şopandina me jê re heya ku ev berhem tê bidestxistin, heye.  Ji bo pembo û şînahiyên din rêje û mercekî çandiniyê heye. Her cotkarek li gorî rûbera erdê xwe ji mafê wî ye ku ji sedî 18 li ser asta erdê xwe biçîne. Em vê yekê jî dişopînin, lê hin cotkar hene li gor vê biriyarê tevnagerin. Em weke alîkariyekê bi cotkarên xwe re dikin û baceyan li wan naxin. Wekî din jî li ser asta bajar û navçeyên herêma Cizîrê jî 17 rêveberiyên desteyên çandiniyê hene. Ev rêveberî di nav xwe de beşê parastinê, çandiniyê, parêzgehan û hwd hene. Herwiha ev beş jî bênavber bi karên çandiniyê ve mijûl dibin. Di heman demê de rewşa pembo ji aliyê van beşan ve ji destpêka ku tê çandin heya tê çinîn, tê şopandin. ”

Astengî

Mitez Ehmed di derbarê astengiyên ku tên pêşberî cotkaran  wiha  got: ” Ji destpêka ku pembo tê çandin heya ku tê rakirin, ew rastî pirsgirêkan tê. Cotkar dema ku dest bi çandiniya pembo dike rastî zehmetiyan tê. Yek ji van zehmetiyan jî, kirîna tovê pembo bi xwe ye. Ew tovên xwe ji firoşgehên çandiniyê yên taybet bi buhayekî bilind dikirin. Wekî din jî cotkarên me astenigiyê di warê wergirtina madeya mazotê  de dibînin. Mazot ji aliyê Desteya Sotemeniyê û gaziyên bijartî ve tê belavkirin. Cotkar jî her 2 heftiyan mazota xwe tînin. Lê carcaran mazot têra wan nake û neçar dimînin ku mazota serbest dikirin. Ev yek jî bandoreke neyînî li aboriya cotkaran dike. Herwiha zeviyên pembo dema ku guzikê digire rastî nexweşiyan tê. Ger cotkar zeviyên xwe neparêze wê rewşa wê di xeteriyê de be. Nexweşiya ku li pembo dide bi riya kurmekî ye. Ev kurm bi navê Kurmê Guzika Pembo yê Amerîkî tê naskirin. Herwiha dema guz bi zeviyên pembo ve berhem dide, ev kurm guza pembo qul dike û xera dike. Lewma encamên nebaş di berhemdayîna zeviyên pembo de çêdibin. ”

Çarieseriya astengiyên cotkaran

Rêveberê Beşê Hilberîna Riwêkî Berhemdayîna Çandiniyê ya herêma Cizîrê Metez Ehmed di dawiya axaftinên xwe de ji bo çareya astengiyên ku tên pêşiya wan wiha got: ” Em rewşa ku cotkarên me tê re derbas dibin, nas dikin, ji ber ku em herdem rewşa pembo ya herêma xwe dişopînin. Herwiha çi  pirsgirêka kirîna tov bi buhekî bilind be, yan jî dermanên ku li pembo tên reşandin, em di ber çavan re derbas dikin. Di heman demê de astengiya ku cotkar ji ber  mazota jenetorên bîrên xwe têdikêşin, heqdestê kedkarên ku bi buhayekî bilind kar dikin, wê çareser bibe. Ev yek jî bi riya bilindkirina buhayê kirîna pembo ye. Em civînên berfireh bi Yekîtiya Cotkaran, Desteya Daravî û Desteya Çandiniyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê re li dar dixin,  herwiha biriyareke guncav ji bo buhayê pembo tê diyarkirin.”

Nerîna Cotkaran

Cotkarê bi navê Eymen Tîşê ku ji gundê Dugirê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye, têkildarî rewşa pembo wiha axivî: “Ji bo rewşa pembû ya îsal li gor sala ku derbasbû piraniya zeviyên  herêma me, qelsbûnek tê de heye. Sedem jî nexweşiya kurmê ku li guzê dixe ye. Piraniya cotkaran ji ber vê nexweşiyê rastî astengiya hatin û zerereke madî ya mezin gihaşte wan. Min jî ji ber vê nexweşiyê zerareke madî ya mezin dît. Min li gundê Beyandûr yê girêdayî Tirbesbiyê 20 donim pembo çandine. Herwiha min ji destpêka ku ev pembo çandiye heya niha, 14 caran zeviyê xwe av daye û hîna jî avdana me berdewam e. Birastî heya ku em  pembo diçinîn û kom dikin, em gelekî ked û mesrefa madî didin. Destpêkê em tovê  pembo ji firoşgehên dermanên çandiniyê yên taybet dikirin û kirîna wê jî bi dolar e. Di heman demê de dermanê ji bo parastina ji kurm yê  ku em dikirin jî bi dolar e. Lewma ev yek li ser me cotkaran gelekî giran e. Li aliyekî din jî madeya mazota ku ji bo jenetorên bîran tê belavkirin têra me nake, ji ber wê em litreya mazotê ji gaziyên taybet bi hezar û 750 leyreyên sûrî dikirin.”

Banga cotkaran

Eymen Tîşê ji bo destekdayîna Rêveberiya Xweser ji cotkaran re wiha axivî: “Ji ber ku demsala pembo li herêma me gelekî girîng e, pêwîste Rêveberiya Xweser ji wiha zêdetir destekê bide cotkaran. Destpêkê divê mazota jenetoran li gor pêdiviya me bê belavkirin û pirsgirêka kêmbûna mazotê bê çareserkirin. Herwiha divê rêveberî  bi riya desteyên çandiniyê yên bakur û rojhilatê Sûriyê tov û dermanê pembo ji cotkaran re  peyda bike û li cotkaran belav bike. Ji ber ku em tovên pembo pir buha dikrin û ev yek jî banoreke neyînî li me dike. Lewma em cotkar ji Rêveberiya Xweser hêvî dikin ku îsal jî weke sala derbasbû, pembo li gor dolar ji me bikre.”