Rojnameya Ronahî

Şahidiya Apê Mûsa

Farûk Sakik

Musa Anter, di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê kontrayên dewletê ve hat qetilkirin.

Çima Musa Anter hedef hatibû girtin? Bersiv di jiyana wî de bû. Jiyana wî ya 74 sal a ku bi têkoşîna doza Kurdistanê derbas bûbû. Ev têkoşîna wî bala dijminên Kurdan jî kişandibû û ji bo vê yekê Apê Mûsa wek hedef hatibû destnîşankirin.

Musa Anter di pirtûka xwe ya bi navê “Hatiralarim” de wiha dibêje:”Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yên 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersûc û dozdarê Tirkiyê me. “

Musa Anter ji çi re şahidî kiribû?

Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî de bi navê biratiya olî piştgirî ji Kurdan xwestin, diyar kirin ku dewleta ku were avakirin wê bibe dewleta hevpar a Tirk û Kurdan. Diyar kirin ku ew li Lozanê nûnertiya Tirk û Kurdan dikin, lê piştî îmzekirina Peymana Lozanê yekser hemû gotinên xwe ji bîr kirin.

Dema di 29’ê Cotmeha 1923’yan da komar ragihandin û bi daxuyaniya Komarê re red û înkara li hemberî gelê kurd rewa û fermî kirin. Komara Tirkiyê li ser bingeheke nijadperestî, li ser bingehê Tirkbûnê û înkara Kurdan hat avakirin.

Di Destûra 1924’an da têgîneke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyê rûdinên weke Tirk dihesibîne, hat bicihkirin.

“Takrîr-î Sikûn” a di sala 1925’an û piştre bi ‘Plana Îslahatê ya Rojhilat” li Kurdistan pêvajoya red-îmha û asîmîlasyonê dest pê kir.

Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kirin, ji xwe re kir armanc ku li Kurdistanê Kurdan tune bike, ji bo ku bigihêje vê armancê qetlîamên girseyî pêk anîn.

Rejîma Kemalîst di sala 1921’ê da li Koçgirî, di sala 1925’an de li herêma şerê Şêx Seîd, di sala 1928-30’yan de li Agirî, li Zîlan û di sala 1938’an de li Dêrsimê, bi her cure rê û rêbazan û bi komkujiyan serîhildan û berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiya neteweyî tepeser kirin.

Siyaseta qirkirina çandî ya ku sed sal dom kir, li dijî ziman û çanda Kurdî meşandin.

Apê Musa di 55 salan de ji van yekan re şahidî kiribû. Li dadgehê dixwest van kiryarên dewleta Tirk bîne ziman. Ji bo vê yekê jî hedef hatibû girtin û di 20’ê Îlona 1992’yan de şehîd ketibû.

Bi Apê Musa jî sînorkirî neman êrişî şagirtin wî jî kirin. Gelek rojnamevan hatin kuştin.

Dema Apê Musa şehîd bû, tevgerek bi navê PKK’ê derketibû û ji bo van kiryarên dewleta Tirk ku li dijî Kurd û Kurdistan pêk anîbûn berterafbikin têdikoşiyan. Li aliyek jî mîrateya Mûsa Anter derdiketin.

Mîrasa wî hebû. Baweriyên wî hebûn. Bi vê tevgerê bawerî anîbû. Apê Musa, Rêber Apo di sala 1970’yî de li Stenbolê di civînek DDKO de dîtibû. Lê bi esasê xwe ew ji berê de naskiribû û bi wî bawerî anîbû. Serhat Bûcak, di hevpeyvînek xwe de digot; ewroj ez jî li wê derê bûm, Apê Mûsa ji kesên digotin tu çima nasnameya Abdullah Ocalan vedişêrî? Gotibû divê ev kes were parastin.

Ew kes hem xwe û hem jî gelek parast. Bi têkoşîna wî re destkeftiyên Kurdan çêbûn. Lê di parastina wî de hin kêmasî çêbûn ku bi komployeke navnetewî dîl hat girtin.

Apê Musa çawa Rêber Apo ji bo nebe hedef parastibû, divê Kurd ji bo azadiya wî seferber bibin da ku mîrasa Apê Musa pêk were.