Rojnameya Ronahî

PYD’ê partiya siberojê û yekrêziya kurdî ye

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku: Heta gel were rêxistinkirin û heta statuya xwe bistîne wê tekoşîn berdewam be. Di siberojê de dibe ku erkê ku dikeve ser milê PYD’ê girantir bibin. Dibe ku gelek astangî derkevin holê, lê ji bona gihiştina serkeftinê wê tu tişt ji bona me nebe asteng.

Salih Mislim diyar kir ku: Ji beriya ku PYD’ê were damezrandin, avakirina partiyek siyasî ji kemaliyetan bû, ji ber ku siyaset ne mîna karekî sereke dihate dîtin. Angu partî û kesayetên siyasî ne li gorî giraniya siyasetê tevdigeriyan. Lê PYD’ê wisa li karê siyasî meyze nedikir, wekî çawa giranî ji av û nan re dihate dayîn ji karê siyasî re jî dihate dayîn. Armanc ji vê gavê jî avakirina civakeke siyasî, exalqî û amedekarkirina kadroyên ku pêşengtiya civakê bikin. Ji bo wê jî pêwîstî bi kar, fedekarî û berdêldayînê heye û gerek hin hebin ku karibin berdêl bidin.

‘PYD’ê bi xebata xwe baweriya gelê kurd qezenc kir‘

Salih Mislim diyar kir ku partiyên kurdî yên kilasîkî wiha nêz nedibûn, li gorî valatiyên xwe hefteyê carekê dihatin gel hev û mijar nîqaş dikirin û bi awayekî sîstematîk avakirina bername û pirojeyên çareseriyê yên siyasî pêşkêş nedikirin. PYD’ê ji destpêkê ve û bi riya kar û xebatên xwe nêrîna li ser partiyên siyasî şikand. Kar û xebata siyasî, rêxistinî û bîrdozî di nava gel de bi rêk û pêk da meşandin.

Di mijara berxwedanê de jî, partiyên berê dema zextek li ser wan dihat, xwe ji kar û xebata siyasî û rêxistinî dûr dixistin. Di serhildana Qamişlo ya 12’ê Adara 2004an û li seranserî Rojava  berxwedan û sekna gel li hemberî êrişên rejîma baas encama kar û xebata bi rêxistinî ya ku di nava gel de hatiye meşandin bû.

Salih Mislim destnîşan kir ku wê demê komên wan hatin girtin û liberxwedan û her çiqasî bi dehan şehîd jî çêbûn lê gelê Kurd gav bi şûn ve neavêt. Di wê demê de partiyên siyasî ji rêjîma Sûriyê re gotin “Çima hûn me digrin, yên ku van karan dikin PYD’e ye.” Lê di rastiyê de PYD’ê her tim ji bona belavkirina rihê berxwedanê di nava gelê Kurd de pêşengî dike.

 ‘Partiya xwedî dispilîn û rêxistin serkeftinê misoger dike’

Salih Mislim girêdayî guhertina sêyemîn a di warê displînê di nava PYD’ê de anî ziman û got ku. PYD’ê heta niha deh kongir lidarxistine, ji bilî konfiransên ku hatine damezrandin. Kar û xebata ku PYD’ê daye meşandin rastiya dispilînê û girêdana bi armancê ve destnîşan dide. Rêxistinbûyîna partiyê bingehê karê siyasî ye, ev yek jî di nava gel û alîgirên şoreş û partiyê de hatiye çandin.

Salih Mislim girêdayî mijara perwerdeyên di nava PYD’ê de nirxand û destnîşankir ku gelek dewreyên perwedeyê ji endam û dostên partiyê re hatine vekirin. Armanc ji van perwerdeyan avakirina kesayet û civakeke siyasî û axlaqî û azad e. Ji ber ku PYD’ê li kûderê be civaka xwe tenzîm, rêxistin û perwerde dike. Perwerdeya ku di nava gel de tê meşandin, ji aliyê hişmendî, siyasî û exalqî ve jî bandoreke mezin li ser tevahî civakê daye avakirin.

Di guhertin û avakirina hişmeniyê de PYD’ê bi roleke sereke rabû û bi taybet jî di nava PYD’ê de jin bi erkê xwe yê bingehîn rabû û rêxsitna xwe avakir û Kongreya Star ji wir destpê kir û hîn jî ew xebat berdewam e.  Herweha Sistema hevserokatiyê destpêkê di nava PYD’ê de destpê kir û niha bûye sîstemeke bingehîn li herêmê bi giştî re.

‘PYD’ê di avakirina komîn, meclis û saziyan de xwedî rokele sereke bû’

Salih Mislim diyar kir ku bandora PYD’ê li ser Rojava gelek mezin e. Dema partiyek siyasî bêyî desthildartiyê bixwaze pêşengtiyê ji gel re bike, ev gaveke mezin e û ev yek bi zanebûn jî hate kirin. Heta niha çi karê li Rojava hatiye kirin PYD’ê serkêşî jê re kiriye. Meclîsên herêmî û meclîsên gel ji salên 2008’an û 2007’an ve ji aliyê PYD’ê ve hatin avakirin û tevî zilim û zordariya ku ji milê rejîma baas ev dihate meşandin jî, lê kar û xebat dihate meşandin.

Salih Mislim anî ziman ku gelek partî di salên 2003’an û heta 2004’an de cesaret nedikirin ku cejna Newrozê pîroz bikin, lê PYD’ê serkêşiya gel kir û Newroz li 12 herêman bi şahiyên mezin pîrozkir.

Salih Mislim destnîşan kir ku di destpêka şoreşa Rojava û Sûriyê de jî, PYD’ê di warê pêşengtiyê de xwedî erkekî serekebû û PYD’ê di avakirina TEV-DEM’ê de bi roleke bingehîn rabû. Rêveberiya Xweser jî bi pêşengtiya PYD’ê hate avakirin. Meclîs, komîn û saziyên ku hatine avakirin jî, PYD’ê di avakirina wan de ji milê bîrdozî, rêxistinî û hişmendî de jî xwedî roleke giring bû.

‘PYD’ê ji bona hevrêziya Kurdî jî her tim di nava kar û xebatê de ye’

Salih Mislim ji bona yekrêziya Kurdî jî got ku: PYD’ê ji destpêkê ve û di milê hişmendî û bîrdozî ve, ne mîna partiyên Kurdistanî yên din dihizire. Her dem di nava hewldanan de ye ku bi partiyên Kurdî yên mîna PDK û YNK’ê jî di nava têkiliyan de be. Herweha di xebatên Kongreya Netewî de cihê xwe di nava hemû komcivîn û xebatan de û bi rengekî çalak girtiye. Di xebatên dîplomasî yên li ser asta Kurdistanê û girêdayî xebatên dîplomasiya civakî ya li Ewropa tê meşandin û bûroyên ku li wir hatine vekirin, PYD’ê cihê xwe di nava van kar û xebatan de jî girtiye. Raste bi riya nûnertiyên Rêveberiya Xweser ev kar tê meşandin, lê ji destpêkê ve ev kar û xebat bi riya PYD’ê hatin tenzîm kirin. Ev di kongreya Lozanê û xebatên din yên ku hatine meşandin de jî, PYD’ê di nav de cihê xwe girtiye û bi rengekî aktîf tevlîbûna xwe jêre daye çêkirin.

Salih Mislim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tekoşîn û xebata bi salên dirêj ya partiya PYD’ê û bedelên giran buha yên ku ji bona vê tekoşîna azadiyê hatine dayîn. Di serî de şehîdên ku partî avakirin û di asta pêşengtiyê de cihê xwe girtin, mîna rêveberiya partiyê şehîd (Şîlan Kobanê) û hevrêyên wê (Cemîl, Zekeriya, Ciwan , Fûad) û bi sedan şehîdên ku tovê partiyê avêtin û pêşengtî di hemû warî de kirin. Herweha û ji bona xwedî derketin li doza şehîdan û pêkanîna erkên ku dikevin ser milê me, mîna partiya PYD’ê pêwîste ku em ji bona pêkanîna sîstema Netewa Demokratîk, konfidralîzma demukratîk kar û xebatê bidin meşandin û remanê Rêber Apo di nava civakê de belav bikin û civaka xwe perwerde bikin û her tim di asta pêşengtiyê de û ji bona serkeftinê bê navber di nava kar û xebatê de bin.