Rojnameya Ronahî

Ji Qirêjiya Mala Barzanî çend dilop

Volqan Elî

Dîrok, 1946. Di encama şert û mercên konjûktûrel de bi pêşengiya Qazî Mihemmed li Mihabadê, Komara Demokratîk a Kurdistanê tê avakirin. Werhasil, banî Mele Mistefa dikin û wî dikin berpirsiyarê giştî yê leşkerî. Di demeke kurt de gava ku Rûsyaya Sowyet û Îran li hev dikin, artêşa sor a Rûsya xwe dikişîne. Qaşo Barzanî, ji karûbarê leşkerî berpirsiyar bû. diviyabû li dijî artêşa Îranê serkêşiya berxwedanê bikira. Lê ew çi dike? Dest ji Komara Kurdistanê berdide, bi çend sed zilam û xizmetçiyên xwe ve dibe penaber. Di encam de artêşa Îranê Komarê hildiweşîne, Pêşawa Qazî Mihemmed û pêşengên din ên Komarê li sêdarê dide. Ti berjewendiyên gelê Kurd di vê bûyerê de xuya nakin.

Heman Malbata Malûm, di tasfiyekirina hêzên din ên Rojhilatê Kurdistanê de jî bi roleke diyarker rabûye. Silêman Maûnî, kurê herî mezin ê Mihammed Emîn Maûnî ku wezareta hindirîn a Komara Demokratîk ya Mihabadê bûye. Silêman û çend hevalên wî yên din, dixwazin li dijî Îranê dest bi têkoşînê bikin. Lê PDK’ya Mele Barzanî, ji ber peymana di navbera xwe û Îranê de vê qebûl nake. Maûnî, Mele Aware û çend pêşengên şoreşger jê diqetin. Bi komployên cuda cuda van pêşengan qetl dike û laşê wan teslîmî dewleta Îranê dike.

Mala Barzanî, ne tenê ji bo Rojhilat, ji bo tevgera şoreşgerî ya Bakur jî bûye melkemot. 

Di dîroka 11’ê Tîrmeha 1965’an de bi pêşengtiya Feîq Bucak û rewşenbîrên cuda T-PDK tê avakirin. Serokê vê partiyê bi xwe, Mele Barzanî ji rewşê agahdar dike. Mele jî agahî dide MİT’ê (neviyên wî çawa jî dane li ser şopa wî). MİT bi komployekê Feîq Bucak îmha dike. Paşê Seît Elçî û Dr. Şivan(Seît Kırmızıtoprak) li ser navê T-PDK ji bo ku li Bakur dest bi şerê gerîla bikin, diçin cem PDK. Lê çawa ku di navbera Mele û Îranê de peymanek hebû, divê şoreşgerên Rojhilat werin tasfiyekirin, her wisa di navbera Malbata Barzanî û dewleta Tirk de jî peymanek hebû: Diviyabû dijminên dewleta Tirk bihatan tasfiyekirin. Piştî bi salan, Îdrîs Barzanî vê rastiyê ji kesekî rayedar ê T-PDK re dibêje. Li gorî vê, Seît Elçî û Dr. Şivan ji aliyê Mala Barzanî ve li ser esasê soza xwe ya di navbera dewleta Tirk de bi komployên cuda tên kuştin. Li gel wan, çend kesên din jî tên îmhakirin.

PDK’ya Mala Barzanî ne tenê, hêzên ji derveyê xwe, ji bo xwe jî, dema ku berjewendiyên dagirkeran dibe mijar, gelek caran xiyanet kiriye. 1975’an hejmara pêşmergeyan digihêje bi sedhezaran. Hêzên dagirker vê xetereyê dibînin. Li Cezayirê peymanekê girêdidin. Di encamê de PDK bi berxwedanê nafikire. Aş Betal îlan dike. Şorêşê terhîs dike. Gelek pêşmerge xwe di kendalan de wer dikin.

Herî dawî, sala 1992 li dijî gerîlayên PKK’ê şer îlan dike. Piştî vê hin caran şerê xiyanetê disekine û hin caran jî geş dibe. Lê ti car heta heta bi dawî nabe.

Sala 2020, dagirkeriya Tirk li ser Heftanînê tevgera dagirkeriyê dide destpêkirin. Ji beriya wê jî heye lê bi vê re, helwesta Malbata Barzanî dest pê dike aşkere bibe. Piştî vê dîrokê hemû derfetên xwe dixe bin xizmeta dagirkeriya Tirk. Leşkerên Tirk, baregehên PDK wekî cihê xwe bi kar tînin. Di van sê salên dawî de dagirkeriya Tirk, hem ji aliyê bakur ve û hem jî ji aliyê başur ve bi tang, top û balafirên xwe ji baregehên xwe yên li vê derê û ji baregehên PDK êrîşê gerîla dike. Ruxmî her tiştî dagirkeriya Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê xetimî. Lê hema di cih de Mala Barzanî ket tevgerê. Par li herêmên  di navbera Zap, Metîna û Gareyê de ji bo ku hêzên dagirker bi rehetî xwe bigihînin çeperên gerîla dest bi çêkirina rêyan kir.

Herî dawî jî, li herêma Xakûrkê ew bi xwe, derket operasyona herêma Bradostê. Ne weke berê, leşkerên Tirk cilên wan li xwe kirin yan jî wan cilên dagirkeriyê xistin berxwe… rasterast ew bi xwe bûn.

Dîsa di salvegera 12 Îlona 1980’an de bi 200 seyareyên tije tang, top û leşker êrîşê Berbizinê kirin. Li gorî nûçeyên herêmî şerê dagirkeriya Mala Barzanî demeke dirêj berdewam kiriye.

Ev, dibe ku ji qirêjiya Mala Barzanî çend çend dilop bin. Eger em dîsa li serî vegerin ne em dikarin ji nav derkevin ne jî pirtûk têrê dikin. Tenê em bi mînakeke balkêş dawî lê bînin. Sal: 1977. Cih: Dîlok. Ji pêşengên gruba îdeolojîk a Apoçiyan, Haki Karer ji aliyê komeke ajan-provokator ku girêdayî bi MİT û PDK’ya Mala Barzanî ve ye (Stêrka sor) tê qetlkirin.