Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rêgezên neteweya demokratîk serkeftina li Dêrazorê bi dest xist’

20/09/2023
in Uncategorized
A A
‘Rêgezên neteweya demokratîk serkeftina li Dêrazorê bi dest xist’
Share on FacebookShare on Twitter

Eşye Hiso destnîşan kir ku rêgezên neteweya demokratîk li hember komployên li dijî Dêrazorê, serkeftin pêk anîn. Her wiha diyar kir ku rizgarkirina herêmên dagirkirî, daxwaza gel e û erka her kesî ye.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso rewşa li Dêrazorê bi “Cuda” wesifand û got: “Ji ber ku hêzên destwerdana Sûriyeyê kirin, xwestin ajandeyên xwe li herêmê ferz bikin. Ji ber wê, bi hev re kar kirin û alozî li Dêrazorê derxist. Ew li ser têla siyastê dilîzin. Vejandina DAIŞ`ê li herêmên Rêveberiya Xweser, ji berjewendiya wan e.”

Eyşe balkişand ser têkiliya xurt di navbera DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker de û got: “Hemwextî tunekirina DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî li herêmê de, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin. Ji ber wê em destnîşan dikin ku dewleta Tirk xwedî li fikr û hebûna DAIŞ`ê derdikeve.”

Herwiha diyar kir ku hikumeta Şamê jî her tim hewl dide ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û ji ber wê li hember siyasetên herêmî bêdeng ma, lê Eyşe da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên Dêrazorê li hember êrişan ku fitne derxistiye, planên wan aliyan têk bir.

Rêgezên neteweya demokratîk rê li pêşiya serkeftinê vekir

Eyşe destnîşan kir ku hevgirtina êlan li Dêrazorê û piştgiriya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re li hember aliyên fitne li bajêr derxistiye, bersiva herî guncew bû.

Eyşe wiha pê de çû: “Peyama hatiye dayîn; em nahêlin tu alî destwerdana herêmên me bike û em ê destê wan qut bikin.”

Girêdayî berdewamiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê Eyşe got: “Dewleta Tirk bi topbarankirina gundên Minbic, Til Temir û hedefgirtina sivîlan, bersiv da binkeftina planên xwe li Dêrazorê. Dewleta Tirk ji wan êrişan armanc kir, herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.”

Der barê sedemên yekser ên bidestxistina serkeftinê li Dêrazorê Eyşe Hiso got: “Bingeha serkeftinê, yekîtiya pêkhateyan, berxwedana xurt a şervanan li hember wan êrişan e. Wan şervanan, soz dane ku axa Sûriyeyê ji tevahî xetereyan biparêzin. Nîştimanî û parastina welêt, vebijarka êlên herêmê bû.”

Eyşe anî ziman ku rêgezên neteweya demokratîk ên li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş, hevgirtina pêkhateyan û serkeftin li Dêrazorê pêk anî û diyar kir ku xwedîderketina li Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî komployên hêzên komploger vale derxist.

Eyşe diyar kir ku tevahî beşên civakê di nav de êl, qebîle û rûspî careke din daxwaz ji QSD`ê kir ku herêmên dagirkirî rizgar bike û xelkê wê yê resen lê vegerîne û got: “Ev erka QSD`ê ye.”

`Em ê çawa diyalogê bikin madem herêmên me hîna dagirkirî ne`

Eyşe anî ziman ku berdewamiya dagirkirina axa Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve, encama siyasetên şaş ên hikumeta Şamê li dijî gel in ji ber ku hişt dewelat Tirk destwerdanê bike û wiha berdewam kir: “Rizgarkirina herêman, bi destê gel de ye. Li hember vê vînê, dewleta Tirk a dagirker, dixwaze peymana Edeneyê nû bike. Rihet nasekine heta ku Heleb, Musil û Kerkûkê dagir bike ji ber ku dibêje ev bajar li gor Mîsaqê Millî yên wê ne.

Li gor Eyşe madem gelek herêmên Sûriyeyê hîna dagirkirî ne, tu wateya diyalogê ji bo bidawîkirina aloziyê tune ye.

Eyşe di wê baweriyê de ye ku QSD`ê hêza yekane ye ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî kar û xebat dike û got: “QSD`ê dê serkeftinên din li erdnîgariya dagirkirî pêk bîne. Divê baweriya me bi hêza me mezin be ku mirovahî ji DAIŞ`ê xilas kir û bi saya fedakariyên ku dane bû sembola têkoşînê.”

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.