Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ne tenê yek Jin bi hezaran Jin derketin

20/09/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale   

Dîroka jin a berevajî hatiye nivîsandin dibe êdî li gorî heqîqeta wê ji nûve were belge kirin. Dilxwazên azadî û wekheviyê, lêgervanên heqîqetê her hene û wê hebin.

Dewleta Îranê di êrîşên xwe yên li ser jin û serhildanên gel ji dewletên dîtir ne cûda ye. Çawa cendermeyên Tirk bi destdirêjiyê jinên Dêrsimê kuştin niha li Îranê heman rêbazî li dijî jin û ciwanan didin meşandin. Dixwazin wan bidin tirsandin, wan terbiye bikin, fêrî koletiyê bikin û her serê wan tewandî be.

Gelo dewleta Îranê û hemû dewletên koletiyê li ser gelan ferz dikin wê heyanî kengî bi kuştin, darvekirin, girtin û tecawizkirinê çavên gelan bitirsînin.

Serhildanên bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di 16`ê Îlonê 2022`an dest pê kirin û her diçe kûrtir dibe û bû malê cîhanê tevahî.

Jîna Emînî li beramberî polîsên exlaqî û sîstemên ku jinê di bin navê zagon û exlaq de difetisînin dengê xwe bilind kir û niha jî bi sedan jin rêça wê dişopîn in. Jin tu carî li beramberî sîstemên zalim serê xwe netewandiye, çiqasî êrîş dikin ku daxwaza jin a guhertinê, jiyaneke azad û wekhev biperçiqînin lê nikarîbûn. Jin parçeyek ji xwezayê ye û çawa xweza her tim xwebûna xwe diparêze, jin jî têkoşîna hebûnê dike. Sîstemên dagirker her tim li hemberî dilxwazên azadiyê û lêgervanên heqîqetê rêbazên herî qirêj didin bi kar anîn. Dîroka jin ku ji nûve tê nivîsandin şahidiya vê yekê dike.

Jin li hemberî kuştina Jîna Emînî bêdeng neman û helwestê xwe diyar kirin. Sîstemê Jîna Emînî qetilkir, jinan jî ew desmala ku kirine star û namûsa jinê ji serê xwe avêtin, şewitandin û pêlê kirin. Di serhildanan de bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî daxwaza azadiya xwe kirin, hemû bûn Jîna Emînî û daketin kolanan. Ji roja 16`ê Îlonê heyanî niha dewleta Îranê li hemberî van serhildanan di nava dek û dolaban de ye. Tenê roja salvegera şehadeta Jîna Emînî 700 kes bin çav kirin. Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê dewleta Îranê 7 xwepêşandan bidarve kirin û hukmê darvekirine daye 10 kesan û niha jî 82 kes dibe ku hukmê darvekirinê li wan were birîn. Rojane jî jinên siyasetmedar, rojnamevan û serhildêr digrin, herwiha ji bo şagirtên jin bê bandor bikin li dibistanan bi sedan kes bi jehrî xistin û niha her tim balafirên şer li ser bajarên ku serhildan lê hene, digerin.

Jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gav paşve ne avêtiye, sîstema Îranê hemû rêbazên qirêj ji bo tefandina van serhildanan dan bi kar anîn lê nikarin şoreşa jinê bi dawî bikin. Roja 16`ê Îlona 2023`an gel li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest bi giravê kirin. Li girtîgeha Evîn a Îranê 7 girtiyên jin ên siyasî ji bo piştgiriya serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî kirin û di daxuyaniya xwe de daxwaz ji raya giştî û gelên demokratîk kirin ku bibin dengê gelê Îranê û xwepêşanderan. Li Kurdistanê û Ewrûpa meş û mitîng hatin organîzekirin û li dewletên herêmî jî Tevgerên Jinan bi riya daxuyanî û nameyan desteka xwe ji serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re raber kirin û silav kirin. Helwest dayîn hebûna gelan diyar dike û diparêz e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.