Rojnameya Ronahî

Perwîn Yûsif: Di xebatên PYD’ê de rola jinê sereke ye

Avêsta Menaf/Qamişlo

Hevseroka Ofîsa Rêxistinî a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê, Perwîn Yûsif di salvgera 20`emîn a damezrandina partiyê xwe de, soza nûkirina bi girêdana pêkanîna projeya netewa demokratîk û biratiya gelan da.

Di nava pergala Sûriyeyê de ango rejîma Baasê de jin di qadên pêşengtiyê de nedigirtin. Rewşa jinan her ku diçû di nava paşveçûnê de bû û tu rolên ku hebûna wê bide diyarkirin jê re nedihatin veqetandin, berovajî wê rastiya jinê winda dibû. Jin rastî tundiya mal û civakê dihat, ji bilî zagonên ku wê weke miroveke kêm jî pênase dikir û divê di bin kontrola desthilatdariya zihniyeta baviksalarî de be. Ev yek jî bi jinan didan qebûlkirin û ferzkirin. Nêrîn û biryara jinê tune bû. Bi hatina şoreşa rojavayê Kurdistanê re, êdî şoreş veguherî aliyekî din ji xeta azadiyê. Jinan kirasê koletiyê ji ser xwe avêtin. Tenê gavek jê re divî bû ku qêrîna tevahî jinan derkeve pêşberî sîstemên desthilatdar û qadên siyaset û jiyanê veguherandin qadên şoreş û têkoşînê. Jinan ji hemû deverên cîhanê xwe li dora vê şoreşê kirin xelek û êdî jin di nav de bû hevserok, leşker û siyasetmedar. Ev hemû destkeftiyên jinan bûn û heta niha em dikarin bêjin jin esasê jiyanê ye.

Derbarê salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê û rola jinê di nava wê de hevseroka Ofîsa Rêxistinî a  PYD`ê Perwîn Yûsif ji rojnemeya me re axvî.

 ‘jin canê xwe ji bo vê dozê feda kirin’

Perwîn yûsif destnîşan kir ku gavên têkoşîna jinê li hember sîstema desthilatdariyê ye û wiha got: “Di sala 2005’an de weke tevgera jinên kurd Yekitiya Star hat avakirin, esasê wê jî li ser fikrekî demokratîk bû. Di salên 1980’ê de Rêber Apo derbasî Sûriyeyê bû, rakisyoneke gelê kurd li hember sîstema Baasê hebû. Ji sala 1985’an û şûnde kurdên Rojavayê Kurdistanê fikrê azad hembêz kirin. Vê yekê hişt ku tevlibûna ji tevgera azadiyê re çê bibe û vekirinek ji bo jinê da çêkirin ku di pêşengtiya qada civakê de bibe xwedî rol û mîsyon. Êdî jin li nirxên xwe yên azadiyê digeriya, lê weke pergalê bide çêkirin û birêxistinkirin. Di sala 2003’yan de, Partiya Yekitiya Demokratîk hat avakirin. Di nav PYD’ê de weke baskê jinê, destpêka xwe rêxistinkirina jinê bû. Vê yekê hişt ku jin di Rojavayê Kurdistanê de bibe xwedî nasname û li ser jinên tevahî netewan bandor kir. Ev serkeftina jinê bû ku êdî xwedî li xwe derkeve, rûxmî ku rêjîma Baasê pir tundî bi kar danî û di encamê de hin jin canê xwe jî ji bo vê dozê feda kirin.”

‘Rêgeza hevserokatiyê di sala 2012`an de hat pejirandin’

Perwîn wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Partiya me bi çareseriya doza kurdî li Sûriyê ya, ku rêya pêkanîn Sûriyeke demokratîk e, bawer kir. Lewra Pirojeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk di kongreya xwe ya sêyemîn de sala 2007`an ji xwe re wekî esas girt. Di şoreşa gelê Sûriyê de, xeta sêyemîn a ku xwe dispêre ser enerjî û derfetên gel ên xweser, hilbijart. Her wiha pişta xwe da rola ciwan û jinê ya pêşeng, da ku bi rola xwe ya dîrokî ya pêkanîna şoreşa civakî rabin. Di heman demê de, rêgeza hevserokatiyê di rêxistinkirina xwe de di kongreya 5`an di sala 2012`an de pejirand. Her wiha gel xwe bi xwe û di nav de projeya erkaxweparastinê, xwe rêxistin kir, heta ku gihişt civakeke rêxistinkirî ku dikare xwe biparêze û mezintirîn rêxisitnên terorîst ên hov û paşdemayî têk birin. Lewre civaka me bû dozeke sereke li herêmê û pêşenga civakên rûmetxwaz ên Rojhilata Navîn.”

Hevseroka Ofîsa Rêxistinî a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku girêdana xwe bi pêkanîna projeya netewa demokratîk re anî ziman û wiha got: “Em wekî Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê, bi hemû rêxistinên û civaka xwe li ser tiştên ku me di rêwîstiya têkoşînê ya 20 salan kiriye, pîroz dikin û di sala 21`an de jî em ê hin tiştên din bikin, ev yek jî ji bo wefedariya me bi şehîdên me re ye. Em careke din soz didin ku rêya wan bişopînin heta pêkanîna armancên wan ên di netewa demokratîk û biratiya gelan de, da ku civaka me bibe baxçeyekî dewlemend bi rengê xwe.”