Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa Jinê Ji Rojava Û Rojhilat Ber Bi Cîhanê Ve

18/09/2023
in Uncategorized
A A
Şoreşa Jinê Ji Rojava Û Rojhilat Ber Bi Cîhanê Ve
Share on FacebookShare on Twitter

Bi salvegera yekemîn ya Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi Şehadeta Jîna Emînî hat destpêkirin, bi dirûşmeya ‘Xwedawendên azadiyê û têkoşîna li dijî rêjîma diktator’ bi serpereştiya Kongira Star û Yekîtiya Jinên Êzîdî li herêma Şehbayê panêlek hat li darxistin.

Zana Roj/ Şehba

 Yekemîn salvegera şehadeta jina Kurd ya ku bi zihniyeta serdest û hov şehîd ketiye, li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê çalakiyên bîranîna Jîna Emînî û piştgiriya bi şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin. Bi wê bûneyê li herêma Şehbayê jî ji aliyê Kongira Star û Yekîtiya Jinên Êzîdî di bin dirûşmeya ‘Xwedawendên azadiyê û têkoşînê li dijî rêjîma diktator’ li navenda çand û huner ya Şehîd Axîn Welat hat li darxistin. Bi beşdarbûna kitleyek ji jinên siyasetmedar, saziyên rêveberiya xweser, jinên Êzîdî û jinêm Şehbayê hat xemilandin. Panêl li ser du xalan hat destgirtin xala yekemîn Rola jin di şoreşên cîhanê de her wiha xala duyaemîn li ser rola jin di tevgera azadiya Kurdistan de û şoreşa Rojava de. Têkildarî navaroka komxebatê ji komîteya amedekar Endamê Koordînasyona Kongra Star Necah Hisên û berdevka Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava Sû‘ad Hiso ji rojnameya me re axivîn.

‘Sedsala 21 emîn sedsala azadiya jinê ye’

Necah diyar kir ku di salvegera yekemîn ya Şehadeta Jîna Emînî de, wan  xwestin  balê bikşînin ser xwepêşandan û hêza jinên cîhanê di sedsala 21 emîn de û wiha got: “Di vê Komxebatê de me xwest em balê bikşînin ser rola jin di nava şoreşên cîhanê de û bi taybet di nava Tevgera Azadiya Kurdistan de. Di nava dîrokê de jinên xwedawend, pêşeng û feylesof hebûn û pêşengtî ji civakê re dikirin, lê dîroka ku bi destê desthilatdaran hatiye neqşandin ew jina pêşeng çi di ol de û çi di zanistê de hatiye çewisandin.  Di xwepêşadanên jinan li car aliyên cîhanê bi Silogana Jin Jiyan Azadî hat tesbît kirin ku sedsala 21 emîn sedsala azadiya jinê ye.”

‘Tevgera Azadiya Kurdistan dîroka azadiya jinê nivîsand’

Necah anî ziman ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê mîrasê tavahî şoreşên jina ye û wiha domand: “Tevgera Azadiya Kurdistan di têkoşîna xwe ya 50 salî de dîroka doza azadiya jinê ji nû ve nivîsand û pêşkêşî cîhanê kir. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi hilbijartina xeta sêyemîn jinên Kurd bi îdeolojiya Rêber Apo şoreşa azadiya jinê destpêkirin. Ev şoreş dengê xwe di nava tavahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de veda. Di encama têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa de jin gihîştin astên herî bilind di nava şoreşê de. Li ser wî esasî şoreşa Rojava dengvedanek di tavahî cîhanê de belav kir. jinên Kurd bi hêza xwe derbasî astên navnetewî bû, her wiha bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî  îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin li hember zihniyeta desthilatdar ya faşîst yekemîn car e derdikevin qadan. Ji lewra şoreşa Rojavayê Kurdistanê mîrasê tavahî şoreşên jina ye.”

‘Bi hêza jin şoreş tê parastin’

Girêdayî heman mijarê Sûad Hiso destnîşan kir ku îro hêza jinan li hev kombûye û şoreşa jinê xurtir dikin û wiha got: “Serdema ku em têre derbas dibin, di roja îro de weke serdema azadiya jinê divê em pênase bikin. Di dîrokê de yekemîn care şoreş bi rengê jinan tê xemilandin û bi pêşdikevin. Bi taybet ji bo jinên Êzîdî yên ku di dîrokeke tarî li ser destê nijadperestan re derbas bûne. Lê îro em dibînin ku bi saya Tevgera Azadiya Kurdistan û YJA Star jinên Êzîdî ji qirkirinê hatine parastin û sînor û tirsa sedsalan derbas kirin e. Reng û hêza jinên tekoşer yên Kurd, Ereb, Êzîdî û Turkmen  îro em di nava vê komxebatê de dibînin. Armanca sereke û bingehîn li ser şopa bedelên ku ji bo parastina vê axê û dozê em bi îsrar bin û destkeftiyên şoreşa mirovahiyê biparêzin. Da ku ev şoreş derbasî tavahî aliyên cîhanê bibe.”

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.