Rojnameya Ronahî

Têkçûna DAIŞ’ê LI Kobanê dest pê kir

Nûçegeana ANHA’ê Diçle Ehmed diyar kir ku şikestina DAIŞ’ê ya li Kobanê, bû destpêka têkçûna wê ya li Sûriye û Iraqê û got, çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de li dijî Kobanê êrîşeke berfıreh da destpêkinrin, li dijî çekên giran û hêzeke mezin a çeteyan, şervanên YPG û YPJ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan.

 Komên çete yên DAIŞ’ê Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kiribû û hêla çaremîn ku diket aliyê bakurê Kurdistanê, ji hêla dewleta tirk ve hatibû dorpêçkirin. Komên çete di 15’ê îlona sala 2014’an de jî li dijî gundên Kobanê êrîşeke mezin da destpêkirin.

Di serî de komên çete ji eniya rojhilat û rojavayê bajêr ve dest bi êrîşê kir. Di her êrîşekî de bi hezaran çeteyan cih digirt û vê jî kir ku çend gund ji destê şervanên YPG’ê bên derxistin. Li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê, di destê şervanên ku Kobanê diparast de tenê çekên sivik û ferdî hebûn.

Li dijî êrîşa giran û berfireh a çeteyên DAIŞ’ê, şervanên YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke bêhempa bersiv dida. Tevî lehengiyên mezin jî, şervanên kurd li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê neçar man ku xwe vekişînin navenda Kobanê.

Piştî berxwedana 20 rojan a li gundên Kobanê, çeteyan di 5’ê cotmeha 2014’an de Girê Miştenûrê yê li başûrê rojhilatê Kobanê ku li ser bajar serwer e, dagir kir. Piştre jî li navenda bajar şerê kolanan dest pê kir. Şerê bajar li ser sê lingan bû. Ya yekemîn, xeta parastinê ya ji bo pêşîlêgirtina pêşdehatina DAIŞ’ê ku di 8’ê cotmehê de dest pê kir. Anku 3 roj piştî dagirkirina Girê Miştenûrê, şer derbasî nava bajar bû.

Xetên parastinê

Di şerê li Qada Azadiyê de sînorek ji pêşketina çeteyên DAIŞ’ê re hate danîn û şervanên YPG’ê xetên xwe yên parastinê xurt kirin. Şervan roj bi roj, mal û kolan ji çeteyên DAIŞ’ê paqij dikirin û ev rewş heta 71 rojan dom kir.

 Piştre jî pêvajoya duyemîn ango şerê gerîlatiyê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de şervanên YPG û YPJ’ê bi rêbazên kêmîn, çandina mayinan, sekvanî û êrîşên cur bi cur komên çete hedef digirtin. Şervanan her ku çete derb dikirin, xetên xwe yên parastinê xurtir dikirin û êrîşên çeteyan jî têk dibirin.

Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê

Pêvajoya sêyemîn jî di 18’ê mijdara sala 2014’an de ango di roja 94’emîn a berxwedanê de dest pê kir. Di wê rojê de Pêngava Rizgarkirina Kobanê ya bi navê ‘Tolhildana Şehîdên Kobanê’ dest pê kir. Bi vê pêngavê re jî di nava 40 rojan de Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Êdî hevsengiyên şer li Kobanê guherîn û rewşa heyî bi temamî guherî.

Rizgarkirina Kobanê

Şervanên YPG û YPJ’ê ku destanên lehengiyê nivîsandin, piştî berxwedana 134 rojan, di 26’ê çileya sala 2015’an de Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bi temamî paqij kir. Li şûna ala reş, êdî li girên Kobanê ala kesk, sor û zer li ba bû. Li gorî agahiyan, zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hatin kuştin. Her wiha gelek çete jî birîndar bûn.

Yek ji nûçegihanên ku kêlî bi kêlî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kobanê û berxwedana şervanan jiyan kiriye, herwiha rastiya berxwedana Kobanê bi dîmen û nûçeyan ji raya giştî ragehandiye, nûçegehana Ajansa ANHA’yê ya herêma Firatê Diçle Ehmed e.

Dicle Ehmed derbarê  êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 15’ê Îlûnê yên ser Kobanê ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Êrîşên çeteyan yên 15’ê Îlûnê ji gundê Talikê yê rojavayê Kobanê dest pê kir, çeteyan bi çekên herî giran û pêşketî êrîş kirin. Çeteyên DAIŞ’ê amadekariyêke mezin ji bo vê êrîşî kiribû, planên êrêşa ser Kobanê ji aliyê dagirkeriya tirk ve hatibû kirin, her wiha hin hêzên navneteyê jî cihê xwe di vê planê de girtibûn. Êrîş piştî wê berfireh bû, ji milê rojava , başûr û rojhilatê Kobanê ve çeteyan dest bi êrîşan kirin. Ji ber kobanê çirûsk û rûmeta Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû, çeteyan êrîşî wê kirin û xwestin vîna gelê Kurd têk bibin û şoreşa Rojava bibin bixin. Çeteyan digotin bi van çekên giran û hijmara çeteyan ya mezin ewê Kobanê di 3’ê rojan de bigirin. Lê bi rihê fedayî yê berxwedanê şervanan xeyalên çeteyan têk birin. Çeteyên ku artêşên dewletên wekî Îraq û Sûriyê xwe li ber wan negirtin, şikandina wan li Kobanê dest pê kir.”

‘Bi çalakiyên fedayî çete têkçûn’

Dicle da zanîn ku şikandina  DAIŞ’ê ya destpêk di 16’ê Îlûnê de li gundê Serzorê dest pê kir û wiha domand: “Komek şervanan bi serkêşiya şehîd Peyman Kobanê û Rodî Efrîn berxwedaneke dîrokî kirin û çalakiyên fedayî pêk anîn, şervanên ku xwe di dibistana Serzorê de bi cih giribûn, derbeyên gelekî giran li çetyan xistin. Piştî çalakiyên fedayî yên Serzorê, şervanên li cebheyên din jî bi rihê fedayê berxwedan kirin û çalakiyên fedayî li her aliyî pêk hatin. Ji 15 Îlûnê heta 5 Cotmeha 2014’an şervanan bi 10‘an çalakiyên fedayî kirin, di 5’ê cotmehê de çete gihiştin bajarê Kobanê, li girê Mişetnûrê şehîd Arîn Mîrkan çalakiyeke fedayî kir û bi 10’an çete kuştin,  van çalakiyên fedayî di rihê şervanan de hêviya serkeftinê da avakirin.”

‘Berxwedana Kobanê li cîhanê deng veda’

Dicle balkişand ser berxwedaniya dîrokî ya ku di bajarê Kobanê de hat kirin û wiha got: “Di 5’ê Cotmehê de çete derbasî kobanê bûn û şerê kolanan dest pê kir, di kolana de çeteyêan derbeyên giran dixwarin. Di Kobanê de bi 10’an malbat mabûn ji bajêr dernediketi, li kêleka şervanan bûn, dayik û bavan xwarin ji şervanan re amade dikrin û xizmeta birîndaran dikrin. Berxwedana Kobanê li tevahiya cîhanê deng veda, şervanan ji her çar perçên kurdistanê û ji kelek deverên cîhanê tevlê berxwedana Kobanê bûn.”

‘Bi dîmen û nûçeyan me berxwedan Kobanê ji cîhanê re radigihand’

Nûçegehana Ajansa ANHA’yê Diçle Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Em wek rojnemevan me dixwest berxwedana dîrokî ya şervanan ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin, tevî zehmetiyan jî me karîbû berxwedanê Kobanê bi dîmen û nûçeyên ji raya giştî re ragihînnin, herwiha me dikarîbû roleke girîng bilîzin. Ragehandina Yekê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê û pîrozkirina wê her sal li ser asta cîhanê cihê serbilindayî ye.”