Rojnameya Ronahî

Bi ramanê Rêber Apo em ê dawiya şerê taybet bînin

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevseroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Edalet Omer diyar kir ku dagirkerên tirk rojane êrîşî bakur û rojhilatê sûriyê dike. Herweha bi riya fihoş, madeyên hişbir û koçberiyî û gelek rêbazên şerê taybet yên din jî vê yekê dide maşndin.

Li bakur û rojhilatê sûriyê dagirkerên tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin xaka rojava dagir bikin. Dagirkerên tirk di serî de jin û ciwanan dikin armanc û ji bona vê yekê gelek rê û rêbazên gemar û qirêj mîna madeyên hişbir, fihoş û koçberiyê di nava civakê de didin meşandin.

Girêdayî bandora şerê taybet û rêbazên tekoşîna li hemberî wê, hevseroka desteya jinê ya Rêveberiya Xweser Edalet Omer ji rojnama me re axifî.

‘Şerê taybet bandoriyê li ser piskolojî û deroniya civakê dike’

Edalet Omer diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, şerê taybet li ser jin û ciwanan didin meşandin û wiha got: ” Dewleta tirk a dagirker piştî şerê cîhanê yê duyemîn û tevlîbûna wê ji NAYO re, saziyên şerê taybet ava dike, ergenekon girêdayî tora giladiyom a NATO ye. Armanca ji vekirina van saziyan lewazkirina civakê ye. Herweha metirsiya wan ji civakên xurt û birêxistinkirî heye û nikarin li ser civakên birêxistinkirî berjewendiyên xwe pêkbînin. Çi tevgerên şoreşger derdikevin, saziyên şerê taybet hewl didin wan ji holê rakin. Ji ber tevgerên şoreşger li hemberî sîstemên desthiladar in. Heger civak şerê taybet nas neke û xwe jê neparêze û li hemberî wê tekoşînê neke, wê bandoriyê li ser piskolojî û deroniya wan bike. ”

‘Li ser civakê şerekî bê sînor tê meşandin’

Edalet Omer dirêjî da axaftina xwe û got: ‘Sîstemên desthiladar bi riya şerê taybet û bi rengekî sîstematîk her tim jinê dikin hedef.  Ji bo ku civakê lewaz û kole bikin incex bi riya jinê dikarin vê yekê bikin, lewra koletî û destdirêjiya destpêkê di dîrokê de li ser jinê didin meşandin û bi riya vê yekê li ser civakê jî koletiyê ferz dikin. Ji ber ku Metirsiya wan heye ku bi pêşengiya jin û bi fikir û remanê Rêber Apo jin hem xwe û civakê bi hevre azad bike. Di serî de û ji bona ku jin azad nebe û civakê jî bi xwe re azad neke, hemû kiryarên dij mirovî û li ber çavê cîhanê didin meşandin. Ciwan dînamîk û pêşengên civakê ne û yên ku civakê li ser piyan digrin jî jin û ciwanin, ji bona vê yekê jin û ciwan têne hedefgirtin. Bi riya spor, sînema û rêbazên gemar û qirêj yên şerê taybet dixwazin ciwanan mijolî bikin û wan ji doza welat û çanda resen dûrbixin û li ser civakê qirkirinke çandî û hişmendî pêkbînin.

Rêber Apo li ser van her sî lingên şerê taybet bi rengekî taybet sekinî û bi riya dahûrandinên xwe şîroveya vê yekê kir. Niha jî bi riya şerê taybet dixwazin Rêveberiya xweser tune bikin û pirojeya yekîtiya demokratî ji holê rakin û jinê careke din bikin kole û jineke li gor xwe ava bikin û  ji nirxê  û cewherê wê valebikin. ”

‘Koçberkirin rengek ji rengê şerê taybete’   

Edalet Omer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:” Koçberkirina ji milê dagirkeriya tirk û hevkarên wê ve tê meşandin, ew jî rêbazek ji rêbazên şerê taybet e. Civakeke ku bi hezarê salan li ser xaka xwe jiyan dike, çawa dikarin bi riya koçberkirinê dev ji welatparêzî,  çand û axa xwe berde. Lê dema  hizira mirov azad be û bi welatê xwe ve girêdayî be, çiqas rastî êrîşan bê, wê li ber xwe bide û wê ji bona welat xwe feda bike. Ji beriya her tiştî sîstemên serdest li ser civakan qirkirineke çandî û hişmendî didin meşandin û bi vê yekê re bingehê êrişên leşkerî didin avadkirin û peyre jî dest bi êrişê dikin.  Dixwazin mirov û civakeke mîna robotan ava bikin. Şerê taybet yekem kesê hedef digire mirovê ku dixwaze çanda xwe nas bike û biparêze. Dema ku çanda te tune bibe hebûna te jî bê wate ye. Pêwîste ku em bi rengekî baş çand û dîroka xwe nas bikin û xwedî li xwe û civaka xwe derbikevin û ji bona parastina vê yekê jî her tim di nava kar, xebat û tekoşînê de bin. Heger rastiya van tiştan bi rengekî baş neyê naskirin wê mirov winda here û armanca dijmin pêk were. ”

 ‘Bi remanê Rêber Apo em ê şerê taybet bişkînin’

Hevseroka Desteya Jinê a Rêveberiya Xweser Edalet Omer axaftina xwe wiha qedand: “Desteya jin li ser asta bakur û rojhilatê sûriyê bername û pirojeyên mehane û salane eşkere kir. Bi taybet derbarê fihûş û rêbazên şerê taybet yên ku bi riya rejîma baas, dewleta tirk û gelek hêzên desthilat ve li ser civakê tê meşandin. Rojana em şerê taybet li beramberî xwe dibînin û jiyan dikin, ji bo wê gelek kom xebat, Semîner, Perwerde û Pilansaziyên me yên sitiracîk û bi hemû tevgerên jin yên eleqedar re dem bi dem tên gotûbêj kirin. Herweha girêdayî kiryarên dagirkerên tirk û şerê taybet yê ku li ser civakê dide meşandin û destdirêjiyên ku li heremên dagirkirî li ser zarokan têne meşandin têne ji raya giştî re têne ragihandin. Pêwîste ku di serî de em jin û ciwan bi hev re û bi rêk û pêk û piroje ji bona valederxistina hemû rêbazên şerê taybet û perwerdekirina civakê li hemberî şerê taybet bi şev û roj di nava kar û xebatê de bin. Riya valederxistina şerê taybet û perwerdekirin û parastina çand, dîrok û hebûna civakê tênê bi riya fikir û remanê Rêber Apo pêkane ku pêkwere.