Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armnac ji tecrîdê têkbirina vîna gelên azadîxwaz e’

17/09/2023
in Uncategorized
A A
‘Armnac ji tecrîdê têkbirina vîna gelên azadîxwaz e’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Bi armanca têkbirina vîna gelê kurd, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin. feriz kiriye. Welatparêzê bi navê Mihemedê Kûzê da zanîn ku azadiya fîzî ya Rêber Apo azadiya tevahiya gelên bindest û azadîxwaz e.

Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de, bi Komployeke Navneteweyî ku gelek hêzên navneteweyî tê de cih girtin hat revandin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.  Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha tecrîdeke giran li ser tê feriz kirin. Ev bû zêdetirî 2 sala û nîvan ku tu agahî li ser tu Rêber Apo nehatiy girtin. Dewleta Tirk nahêle malbata Rêber Apo û parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin.

Derbarê  Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo welatparêzê bi navê  Mihemedê Kûzê ji rojnameya me re axivî.

‘Tevahiya Hêzên komploger sûcdarê tecrîdê ne’

Kûzê da zanîn ku armanc ji tecrîda li ser Rêber Apo têkbirina vîna gelê Kurd e  û wiha got: “Em hemû dizanin ku Kompiloya 15’ê Sibatê ya ku li ser Rêber Apo hat meşandin kompiloyeke Navdewletî bû. Dewleta Tirkî jî amûreke pêkanîna berjewndiyên hêzên desthilatdar bû. Ji ber ku fikrê Rêber Apo desthiladriya wan hejand, wan Rêber Apo kirin armanc û komploya navneteweyî oêk anîn. Armanca girankirina tecrîda li ser Rêber Apo jî, têkbirina vîna gelê kurd e.”

’Dîlgirtina Rêber Apo fîzîkî ye û fikrê wî azad e’

Mihemedê Kozê destnîşan kir ku Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe azad e û wiha pê de çû: “Li hemberî Kompiloya Navneteweyî, Rêber Apo berxwedaniyeke bêhmpa da meşandin. Rêber Apo di tarîtiya zindana Îmraliyê de, bi fikrên xwe  tarîtiya ku gelê kurd tê de bûn, ronî dike. Bi  fikrê Rêber Apo berxwedaniya Gerîlayên Azadiyê gihişt lûtkeyê, herwiha Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî, li ser fikrê Rêber Apo berfireh bû û gelek destkeftî ji gelê kurd re bi xwe re anî. Ev fikr û felsefe ji bo gelê kurd û her civakeke bindest riya bidestxistina azadiyê ye. Dewleta Tirk û hêzên hegemon ji  yekîtiya gelan û pirojeya netewa demokratî ditirisin û ji bo wê tecrîdê girantir dikin.”

 ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya tevahiya  gelên azadîxwaz e’

Welatiyê bi navê Mihemedê Kûzê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Min ji salên 80’î ve fikr û felsefeya Rêber Apo, herwiha Tevgera Rizgariya Kurdistanê, naskiriye. Di heman demê de malbata min weke gelek malbatên welatparêz e, ku gelelek lehengên xwe kirin feda ji bo rizgarkrina xaka kurdistanê. Ji bo gelê kurd azad bibe û bibin xwedî welat, riya herî guncav ji bo vê yekê, pêkanîana fikr û felsefeya  Rêber Apo ye. Gelê kurd  di dîrokê de û heta salên 80’î gelek şoreş ji bo azadiya Kurdstanê li dar xistine. Lê ji ber ku ew şoreş ne xwedî fikir û felsefeyek bûn têk çûn. Rêber Apo ji destpêka damezrandina Tevgera Azadiyê  ve şoreşek daye meşandin û hîna jî berdewam e.  Tevgera Azadiyê  li çiyayên Kurdistanê heya îro jî şoreşeke ku hebûna gelê kurd mayînde dike, dide meşandin. Lewma pêwîste gelê kurd hertim doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin, ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê kurd. “

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.