Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hejmara 19′emîn a Kovara Şermola Derket

16/09/2023
in Uncategorized
A A
Hejmara 19′emîn a Kovara Şermola Derket
Share on FacebookShare on Twitter

Hejmara 19′emîn a Kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê (Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê) ye, ji pêşekiya hejmarê: “Nivîsîn û belgekirina dîrokê ji bo gel û neteweyan xwedî girîngiyeke mezin e. Neteweya ku guh nade vê yekê, dê rastiya dîroka wê were çelexwarkirin, piştguhkirin û jibîrkirin û di encamê de dê di devê hêzên dagirkeriyê de bibe pariyekî hêsan. Her wiha ew milet dê rastî qirkirina nijadî û çandî were. Weke mînak, niştecihên resen ên parzemîna Amerîkayê ji hêla dagirkeran ve hatin qirkirin û navê “Hindiyên çermsor“ li wan hat kirin. Ji ber ku tu mîrateke şênber a nivîskî li ba wan tune bû, kesên ji wan sax man jî, nikarîbûn guhertin û çelexwarkirina ku der heqê dîroka wan de pêk hatiye, biguherin. Ji ber heman sedemê hin gelên Rojhilata Navîn rastî paşguhkirin û çelexwarkirina nasnameyê tên; her wekî gelê kurd. Gelên derdora wan hewl dan koka kurdan bi xwe ve girê bidin da ku wan di nava xwe de bihelînin. Herwiha rojavaya sermayedar bi navê “rojhilatnasiyê“ şandeyên mizgîndariyê  şandin herêmê û wan karîbû gelên xiristiyanî li herêmê ji hev bixin. Ji aliyekî din ve şande hinartin herêmê da ku li cihên dîrokî û şûnwarî venihêrin û di encamê de herêm rastî dizî, şelandin û çelexwarkirineke dîrokî ya bizanebûn ji hêla rojavaya sermayedar ve hat û bi deh hezaran şûnwarên dîrokî ji bo mûzexaneyên xwe veguhestin (dibe ku di cihên nehênî de jî veşartibin). Armanca wê ji vê yekê ew bû ku bi bûyer û tomarên kevin bilîzin û hin teoriyên dîrokî derxînin; her wekî teoriyên girêdayî koka hindo-ewropî ya hin neteweyên resen li herêma Mezopotamyayê.

Li Sûriyeyê jî, li şûna ku serê xwe bi cihêrengiya neteweyî û çandî ya ku ji hezarên salan ve li herêmê haye bilind bike, hewldan di salên borî de hebûn û hê jî hene ku şaristaniya kevin a ku li Sûriye û Iraqê derket, tenê bi nijadekê ve girê bide. Vê yekê hin caran ramanên nedurist û tundrew der heqê gel û pêkhateyên sûrî de peyda kirin.

Piştî guhertinên ku ji sala 2012an ve li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin, hevpeymaneke civakî di navbera hemû gel û pêkhateyên herêmê de derket. Tê de jiyana hevbeş, danpêdana bi tevahî çand û zimanên xwecihî yên herêmê û azadiya weşandinê hatin pesendkirin. Tevî atmosfera vekirî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê lê tu navend an jî saziyeke têkildarî lêkolînên dîrokî, Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê tune ne. Bêguman pêwîstiyeke mezin bi navendkirineke wisa heye da ku careke din ji nû ve li dîroka herêmê û gelên wê binihêrin û di encamê de sêwir, nêrîn û ramanên çewt û nedurist çareser û sererast bikin û dîrokeke nû binivîsin lê vê carê bi destê miletên herêmê..…”.

Di hejmara 19′emîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.

Hejmara 19′emîn a Kovara Şermola 152 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

Pêşek:

– Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Dosyaya Hejmarê:

– Girîngiya Nivîsandin û Belgekirina Dîroka Kurdî.. (Merwan Berekat)

– Di Jiyana Gelê Kurde de Girîngiya Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê.. (Narîn Omer)

– Wêje Bedewiya Dîrokê ye.. (Fehîma Deştan)

Lêkolîn:

– Cizîrî û Welatperwerî  -Xelek 1.. (Diyar Bohtî)

– Nirxandina çîroka (Şaîroko) ya Bavê Nazê.. (Aram Hesen)

Pirtûkên Derketî:

– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Huner:

-Stran; Dengê Dîroka Kevnar .. (Berçem Hewar)

-Vejîn (Şano) .. (Simko Cûdî)

Çîrok:

– Kilîd.. (Ebas Mûsa)

Helbest:

-Li te digerim.. (Cemîl Xoce)

– Şevek bû û hatin.. (Yasir kobanî)

Serbest:

– Koça dawîna du rewşenbîran.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Ciwan û Wêje:

– Çîrokek di nav koma jinan de.. (Sewsen Şêx Bekir)

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.