Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Perwerde bingeha pêşxistina mamosteya ne’

13/09/2023
in Uncategorized
A A
‘Perwerde bingeha pêşxistina mamosteya ne’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Mamosteyên Bexçeyên Zarokan yên herêma Cizîrê salane tevlî perwerdeyên biranşan dibin, îsal jî perwede bi vekirina sê navendan destpê kir û 176 mamoste tevlî perwerdeyê bûn.

Ji destpêka avakirina Bexceyên Zarokan yên girêdayê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê, ji bo pêşxistina asta mamosteyan ya zanistî û rêbazên wanedayîne, salane beriya vekirina bexçeyên zarokan mamoste tevlî perwerdeyan dibin.

Îsal ji bi heman armancê, mamosteyên herêma cezîrê ji bo tevlîbûna perwerdeyê li sê navendan hatin belavkirin.

Derbarê perwerdeya mamosteyên bexçeyên zarokan, Rêvebera Bexçeyên Zarokan a Herêma Cizîrê Semîra Hacî ji rojnameya me re axivî.

Semîra Hacî diyar kir ku ji sala 2015′ an ve ew  beriya destpêkirina werzê xwendinê, perwerdeya biranşan didin mamosteyan û wiha got: “Ji bo perwerdeya mamosteyan,  îsal jî me sê navend vekirin; li Girkêlegê, Hesekê û Qamişlo, mamosteyên Amûdê û Tirbespîyê jî tevlî navenda Qamişlo bûn, li navenda Qamişlo mamoste li ser du beşan hatin belavkirin û her beşek şeş roj dewam dike. Beşa yekê ji 19’ê Tebaxê destpê kir û 24 Tebaxê de bidawî bû, hijmara mamosteyên beşdar bûyîn 86 mamoste bûn, herwiha beşa duyem jî ji 26’ê Tebaxê destpêkir û 31’ê Tebaxê bidawî bû, di vê beşê de jî 90 mamoste beşdar bûn.”

Semîra Hacî da zanîn ku armanca wan ji perwerdeyan pêşxistina asta mamosteyan e û wiha pê da çû:  “Ji ber ku ne her kes li bexçeyan kar dikin akademî bû, ji ber vê yekê me perwerdeya biranşan dan, da ku mamosteyan fêr bikin ji aliyê danûstandinê, têkiliyên wan bi zarokan re û da ku  bikaribin vê zarokê fêrî jiyan, tîp ,hijmaran jî bikin, em bi hemû hewildanên xwe wan fêrî çand, exlaq û dîrok  dikin û bikaribin bingehê wan avabikin û mamosteyan fêrî danûstandinê wan bi malbatan re jî dikin, herwiha me semîner li ser nexweşiyên zarokan dan, weke nexweşiya tenêbûn, tirs, bihintengbûn û yên ser hişk, her pirsgirêkek û çareseriya wê didin.”

Tekezkirin li ser perwedeya rast

Semêra Hacî  daxuyakirin ku di perwerdeyê de ne tenê mamoste tevlî dibin, alîkar jî hene ew jî van semîneran dibin  û ev kesên alîkar dikevin şûna mamosteyan gava mamoste bihinvedanê distînin, lewma divabe ew jî şêwazê danûdstandinên bi zarokan re bizanibin û wiha dawî li axaftina xwe anî û got:” Asta mamosteyan bi giştî başin û serkeftî ne ji ber ku piraniya wan bawernameyên zanîngehan bi wan re heye wek; bawernameya derûnasî, civaknasî, mamosteyên refê. Daxwaza min hertim mamoste lêkolîna bikin û ev lêkolîn jî bisûd bin da ku di perwerdeyê de  bikar bînin û ez dikarim tekez bikim heger her kes û her mamosteyek guh bide xwendekarên xwe wê xwendekarên serkeftî derkevin ne kêmî zarokên Ewropiyan. Perwerde bingeha pêşxistina mamosteya ne.”

‘Perwede geşkirina rihê hevaltiyê ye jî’

Têkildarî heman mijarê mamosteya bi navê Lorîn Ehmo da xuyanîkirin ku ew rojane ji bajarê Tirbespiyê ji bo perwerdeyê tên û wiha got: “Ji me tê xwestin em destpêkê zimanê dayîkê zanibin, çawa derbasî bexçê zarokan bibin û bi çi awayî  zaroka bi rêve bibin him ji aliyê paqijî, rêzgirtin, çalakî, wane û wêneyan de. Ez heyanî niha tevlî  çar perwerdeyan bûme . Kumisyonên me bi şêwazekî gelek xweş didin û rihê hevaltiyê û dil nizimbûn  li cem wan heye, derfetê didin mamosteyan ku bi axivin nêrîn , astengî û pêşniyarên xwe bêjin.”

Astengiyên ku dikevin riya mamosteyan

Mamoste Lorîn Ehmo dawî li axaftina xwe anî û wiha got: “Em gelek zehmetiyan bi zarokan re dibînin ji ber ku  di vî temenî de ev cara yekem zarok ji dayîka xwe qut dibe, em hewl didin bibin dayîk ji vî zarokî re û alîkariya wî bikin nêzîkatiyê xwe pêre çêkin ji ber ku zarokin hene ezezîtî bi wan re ye naxwazin kes nêzî wan û tiştên wan bibin, em dibin alîkar pê re ku hêdî hêdî ji vê yekê derbas bibe. Daxwaza min ku em baştir li ser bexçeyê zarokan bisekinin û heger derfet hebe em van bexçan ji aliyê cih,astê ve pêşbixin û ji malbatên van zarokan  jî dixwazin ku ew bi me re alîkar bin.”

Post Views: 60
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.