Rojnameya Ronahî

Li kampên Şehbayê jin amedekariyên Zivistanê Dikin

Jinên Efrînî yên ku li herêma Şehbayê jiyan dikin, bi nêzîkbûna demsala zifistanê dest bi amedekariyên hişk kirina xwarinên zivistanê kirine. Ev yek weke çandeke demdirêj di nava civaka Kurd de tê nas kirin.

Vîndar Roj/ Şehba

Di demsala havînê de jinên Kurd hazirtiyên xwe yên ji bo zivistanê dikin. Di demsala zivistanê de xwarinên taybet yên ku tên hişk kirin û kelandin û weke munet tê rakirin hene. Ev weke çandeke ji dîrokê heyanî roja îro xwe diparêze.

Ji van amdekariyan re jinên Efrînê yên koçber jî niha weke ku dema li Efrîna muneta xwe ya salê radikirin, li Şehbayê jî amedekariyê dikin.

Jinên Efrînê li Efrîn ji çêkirina dimsê îsotan û bacanê Sor, hişkirina bacanên reş, kondir, bamî, kelandina genim, her curek ji xwarinên zivistanê di malên Efrîniyan de hebû. Lê belê niha li kampên koçberiyê welatî nikarin her pêwîstiyên xwe peyda bikin. Ji ber ku herêma Şehba ji milê hikumeta şamê ve di nava dorpêçêdeye û gel nikare bi hesanî pêdiviyên xwe peydabike.

Koçberên Efrînê bi çandina baxçeyên bikûç li ber deriyên çadirên xwe di kampan de, debara xwe tînin û mûna xwe ya zivistanî jî jê çêdikin. Amedekariya îsal a zivistanê ya herî zêde dimsa îsotan e. Girêdayî amedekariyên demsala zivistanê jinên koçberên Efrîn nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Em bi keda destê xwe mûna xwe ya demsala zivistanê hazir dikin’

Fatmnê Cuma wiha behsa amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê  ya li Efrînê kir: “Me her sal amedekariya xwe ya zivistanê dikir. Em Sibihê diçûn nav baxçan, me bacan, îsot û bamya komdikir û me ji bo zivistanê amedekariya xwe dikir. Me bi kêfxweşî di zivistanê de xwarinên ku me çêdikirin dixwar. Ji ber ku ev yek weke çandeke me bû.”

Fatmê diyar kir ku piştî ku koçber bûn nexwest çanda ku li ser mezinbûne winda bikin, lê nikarin hemû amedekariyan jî bikin û got:” Em 6 salan di hundir kampan de jiyan dikin, lê em di hundir kampan de di vê demê de amedekariya xwe ya zivistanê dikin. Ji wan amedekariyan a îsal ya herî zêde dimsa îsotan e. Ji ber dorpêça heyî em nikarin hemî pêdiviyên jiyanê peyda bikin.”

Fatmê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got:”Em niha tenê dixwazin vegerin mala xwe. Em ked didin li vir da ku em çanda demdirêj a ku di nava me de belav bûyî neyê ji bîrkirin diparêzin.”

“Em hemû pêdiviyên xwe bi destê xwe amede dikin”

Emel Mihemed ya ku li kampa Serdem jiyan dike anî ziman ku rûxmî pêşketina derfetên jiyanê, lê ew fêrî çêkirina muneta salê ya destê xwe bûne û wiha domad: “Di van salên dawiyê de jiyan di her alî de hêsantir bûye. Êdî piraniya jinan kelûpel û xwarinên zivistanê yên amedekirî esas digrin. Lê em fêrî vê yekê nebûne, malbatên Efrînî ji kevin de van hazirtiyan her sal bi destên xwe çêdikin û ji demsala zivistanê re radikin”.

‘Em dimsê îsotan amede dikin’

Emel ya ku dimsa îsotan çêdike û li Efrînê jî her sala wek vê demê amedekariyên zivistanê dikin û wiha pêde çû: “Her sala di vê demê de em amedekeriya xwe ya zivbistanê dikin. Ji amedekirina her cureyekî ji çêkirina dimsê îsotan bigire û her tişt me bi destê xwe çêdikir û me tu carî amedekariya zivistanê ji bazarê nedikrî. Lê belê ji 2018 an ve û ji dema ku em hatin Şehbayê û buhabûna heyî û dorpêça li ser herêma Şehbayê hatiye ferz kirin. Em amedekariya zivistanê dikin,lê ne bi dilê me ye. Em niha dimsa îsotan bi destê xwe çêdikin”.

Di dawî de Emel  anî ziman ku, ew hêvî dike ku dema vegere Efrînê ji nû ve hemû moneya zivistanê careke din bi hezkirin û di xaniyên xwe de amede bikin”.