Rojnameya Ronahî

Cûntaya12’ê Îlonê

Farûk Sakik

Di dawiya salên 70’yî de, li Kurdistanê jî nifşek nû derketibû. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo Kurdistaneke azad, di nav hewldanan de bûn. Ji van rêxistinan yek jî PKK bû. Di 28’ê Mijdara 1978’an di bin rêberiya Abdullah Ocalan de damezirandina PKK’ê hatibû îlankirin. Ev partî ji rêxistinên din cuda û di nav gel de, di  nav civakê de îtîbar dît.

Piştî ku damezirandina PKK’ê hat îlankirin û xebatên wê yên di nav gel de dest pê kirin, dewleta Tirk kete nav hewldaneke qirêj. Bi du tasfiyekirina vê tevgera nû ketibû.

Komkujiya Mereşê pêk hatibû û piştî demek bi operasyona Elezîz û îtirafên Şahîn Donmez, Rêber Apo dît gav bi gav darbeyek li dijî tevgera wan wê pêk were û berê xwe da Rojhilata Navîn. Li vê derê amadekariya şerê gerîlatiyê dikir. Beriya 12’ê Îlonê, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û hin kadroyên din, ji bo amadekariya gerîlatiyê bikin vegeriyan welat û hatibûn girtin.

Di demekî wiha de li Tirkiyê, di 12’ê Îlona 1980’yî de, cûntaya leşkerî pêk hat. Bi dehan endamê vê tevgerê hatibûn girtin û li zîndana Amedê bûn.

Armanca sereke ya darbeyê jî, têkbirina Tevgera Azadiya Kurd bû.

Evren û hevalên wî, ji bo têkbirina Tevgera Azadiyê, serî li hemû rê û rêbazan dan. Pêkanînên dij-mirovahî bi hemû awayî pêk anîn.

Îdiaya wan ew bû ku di nava çend rojan de, dawî li Tevgera Azadiya Kurd bînin. Lê yên têk çûn û dawî li wan hatin, xwediyê wan gotin û îdiayan bûn.

Berovajî gotinên darbekaran, Tevgera Azadiya Kurd ya di pêşengiya Rêber Apo de, her pêş ket. Rêber Apo û PKK bû hêviya azadî û demokrasiyê ya bi mîlyonan kesan.

Şagirtên Rêber Apo û gerîlayên azadiya Kurdistanê, hemû planên dewleta Tirk a di nav çend rojan de hesabê tasfiyekirina PKK’ê dikir, xera kirin.

PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de şer dabû destpêkirin. Ev rêxistinbûna PKK’ê bi Bakur sînorkirî nema û li hemû deverên Kurdistan belav bû.

Bi demê re li ser paradîgmaya Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê şoreşek pêk hat.

Gelek destkefityên Kurdan çêbûn. Artêşa  gerîla hat avakirin.

Li hemberî hemû êrişan gerîla îro berxwedaneke dîrokî didin meşandin.

Li hin navendên wek Mexmûr, Şengal û Rojava sîstema rêveberiya xweser hat îlankirin. Hemû gel di vê sîstemê de xwe îfade dikin.

Erdogan ji bo vê sîstemê tune bike dest bi êrişan kir.

Mîrasa berhema darbeya 12’ê Îlonê AKP girtibû û temsîlkariya darbekar Kenan Evren jî Tayîp Erdogan dikir.

Wê demê Evren qala yek ziman, yek dewlet û yek al dikir, niha jî Erdogan û AKP’î bi her wesîleyê dibêjin “yek ziman, yek dewlet û yek al.”

Kenan Evrenê serdemê nû Erdogan, tunekirina PKK’ê ji xwe re esas girtiye.

Erdogan dijminatiya Kurdan de ewqas israrkir ku şerê li dijî Kurdan bû sedem li Tirkiyê qeyranê siyasî, aborî û civakî kûr bibe jî wî tu carî pes nekir. Ji van qeyranan jî sûd wergirt.

Dema ku wî li dijî PKK’ê ev şer da destpêkirin, di qada navnetewî de jî piştgiriyek girt. Komplo dan destpêkirin û Rêber Apo dîl hat girtin.

Ew difikirîn bi dîl girtina Rêber Apo wê siyaset û plana 12’ê Îlonê ji nû de bixin meriyetê. Lê biserneketin.

Rêber Apo hemû hemle-hewldan-planên wan vala derxist. Rabûn di sala 2015’an de şer û tecrîd bi hevre dane destpêkirin.

Lê bi tu awayî bi ser neket. Êdî hêzên Kurdan yên ku van destkeftiyan biparêzin hebû.