Rojnameya Ronahî

PAROLA SERKEFTİNÊ HEVAL E!

Cîger Dilşad

Li gorî her kesî “rastiyek” heye. Lê rastî ne tiştekî dîmane ye, civakî ye. Di nava ewqas “rastiyan” de heval dîtina rastiyan li gorî rastiya îro ye.

Heval; peyva pîroz û bi pîrozbahiyan hatî barkirin e.

Heval; peyva ku hevîrê wê bi xwînê, hêsirên dilî û kedeke bêhempa hatî standin e.

Heval; birqandina çanda Xwedawenda ye  ku, tova wê di rojeke Avrêlê, li deşta Heranê, li qiraxa çemê Feratê, li gundê Amarayê hatî çandin  û bi sebra Eyûbî li paytexta dagirkeran zîl daye û li Bekayê dageriye dareke şîn û jîndar .

Bi xwîna Heqiyan giyan girt û bi xwîna Xelîlan, Salihan, Ehmed Qurt û Cûma Tak’an teşegirtî peyva heval.

Di tariya fetisîner ya zîndana Amedê ji nav wan dîwarên hêvîkuşt bi hêvî û baweriya bi “heval” hevaltî mezin bû. Di wan rojên dojehî û di nav wan dîwarên giyankuşt de dem sekinî bû, jiyan hatibû tecawûzkirin, birîndar û xwîn winda dikir…

Pêdiviya jiyanê bi berxwedanê, ya berxwedanê jî bi xwînê hebû.

Pêdivî bi xwîneke kurdewar û enternasyonal hebû, pêdiviya jînê bi heval hebû, ya heval jî bi jînê.

Neh pêşengên mirovahiyê,ya ku  di bin postalên neyarên mirovahiyê û bervajkeran rastiyan de dinalî, ji memikên dîrokê mêtin hêvî, ji memikên hêviyê jî mêtin bawerî û av dan vîna jiyana azad. Bi zor û zehmetî mêtin, lê bi vîn û bi xwe baweriyeke ji pola…

Neh lehengan mêtibûn ji memikên mirovahiyê zanebûna rasteqîn ji gulava Zerdeştî, Kawayî, Manî û Îsayî, Muhemmedî, Mansûrî, Bedredînî, Suhrewerdî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî, Baba Îsaq û Babê Xanî vexwaribûn ava heyatê.

Mazlûman,di bîst û yekê Adar a sala hezar û nehsed û heyştê û duduyan bi canê xwe yê şêrîn pîroz kir Newroz.

Newroz a Med`an ji nû ve vejîn kir Mazluman.

Got:“BERXWEDAN JÎYAN E!“

Û bi agirê Newrozê re bû KAWA`yê HEMDEM!

Ronî kir zîndan,fetisand îxaneta Şahîn û Markîtan.

Salihan,  Mahmût, Eşref û Necmiyan di 18’ê Gulana heman salê  de bi agirê Newroza Mazlûmî geşkirin nefesa “heval.”

Kemalê ku bi serê xwe wekî artêşekê bû, qêriya “diviyabû me berî wan ev çalakî li dar xistiba.”

Û roja 14’ê Tîrmeha heman salê de Xeyriyê bijîşk  ku xwe deyndarê gel didît , got, “qêrîna vî gelî ji bîr nekin, wê Kurdistan bibe Vîetnam” peyama Kemalan erê kiribû  û di şanoya dagirkeran a bi navê dadgehê dihate lîstin de, bi gotina “mafê me yê parastina doza xwe tune ye, her roj îşkence, her roj lêdan. Heta em mafê parastina partî û doza xwe bi dest nexin ji îro pê ve ez Rojiya Mirinê digirim” û di cih de Kemal’ê pêşeng rabû, li wî Akîfê serbilind, Eliyê rûgeş û … tevlî meşa Xeyriyan bûn.

Vîna gelê kurd û mirovatiyê biriqandin ser dika şanoya dadgehê û xetîreya mirov  û gelê azad di nava dika dadgehê de venandin.

Û “em bi serketin, bi serketin, bi şeş kesan em bi serketin“. Coş û kelecan maratona azadiyê raber kirin û arîşana azadiyê di qefesa dagirkeran de reşandin ser dika azadiyê.

Û ewrên tarî belav kirin yên ku li Bekayê li dor Roj`ê kom bibûn. Semîr, Seher û Fatmaya ku êdî bawer dikirin ku wê tîrêjên Rojê di bêbaweriya xwe ya bi gel û têkoşînê de bifetisînin, li ber bahoza gîyana 14’ê Tîrmehê wekî pûşê payîzê li ba bûn.

Dijberî gotina “çûyîna Colemêrgê mirin e” fermandarê mezin li Botanê xatire ya neh lawên agir û rojê hilda û bi tîrîêjên Rojê re fîşeka ewil di mêjî û kesayeta kurd ê berê, kurdê mirî de teqand…

Û heval bû derman!

Û heval bû hêza têkbirina zor û zehmetî û bêderfetiyan.

Bû hêza pelişandin û hilweşandina felsefe ya “nabe, nabe, ne gengaze, em nikarin serî rakin.”

Û heval bû şûrê çirandina kevneşopiyên rizî û balyoza hilweşandina dîwar û sînorên çêkirî.

Û heval gihîşt wateyeke ji xwe mezintir û ji xwe kûrtir û roj bi roj niqutî ser dilê gel û azadîhezan.

Û heval li ser vê axa kevnar;

bû hişmendiyeke nû,

Bû bawerî,

Bû vîn,

Bû pira yekitiyê di nava çar parçeyên welatê birîndar û dinale,

Bû çandek; çanda, “ tişta negengaz bixwaze, lê realîst be.”

Bû felsefeya azadiyê  jin û hemû beşên civakê  yên hatine înkarkirin û ji civaka mirovahiyê hatine afarozkirin û ji hemû gel û baweriyên cuda re bû ronahî.

Bû hêza azadkirina mêrê ku kole ye lê ne dizanebûna kolebûna xwe de û koletiyê dispêre jinê!

Heval felsefa jînkirina duh, di roja îro de û îro jî  di paşerojê de ye.

Heval ne duh e, ne jî sibê ye, kelijandina duh, sibê di kêlika tê jiyîn de ye.

Heval navê jina ji xweliya Rabîayê, Besê, Zarîfe, Rindêxan û Leyla Qasim hatî vejînkirin e.

Heval û delaliyên heval nayên pênasekirin, tên jiyîn. Tenê yê/a ji dil bijî û bi  azadkirina gel-gelan  kilîtbûye dikare tê bigihîne xweşikahî, şêranî û bedewbûna heval.

Ango bi helandina kesayeta xwe di felsefa Roj`ê de gengaz dibe têgihîştina tehma heval…

Heval ji berîya her tiştî bawerîya bi serkeftinê ye!

Îro jî ji her demê pirtir pêdivîya me bi gîyana heval heye.

Çimkî ya ku me bibe serkeftinê heval e,hevaltîye.

Ji lewra çiqas em zû gîyana xwefiroş û revokan di nava xwe de bifetisînin û gîyana HEVAL bijîn û bidin jîyankirin,em ê ewqas zûtir bi Rêber Apo re cejna azadîyê,cejna serfirazîyê pîroz bikin.