Rojnameya Ronahî

Xiyaneta PDK’ê û ENKS’ê ya li dijî şoreşa Rojava bê sînore

li Rojava

Reşo Mihemed /Qamişlo

Ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, PDK û ENKS’ê ji bo têkbirina şoreşê çi ji destê wan hat kirin, di tevahiya êrîşên li ser Rojava de, ew xwdî rolbûn û ji dagirkeriya Tirk re bûn amûr. Herwiha di guhertina demografî de ya ku li Efrînê tê meşandin, rola PDK û ENKS’ê sereke bû.   

Hêzên dagirker ji bo qirkirina gelê Kurd bi 100’ê salane êrîşên domdar li ser Kurdistanê didin meşndin, li hemberî wê jî gelê kurd herdem di nava têkoşîn û berxwedaniyê de ye. Hin hêzên ku qaşo dibêjin em kurdin jî, ji dijminê gelê Kurd re dibin sîxur û destek. Tişta ku dijminê gelê kurd nikaribe bike, ev kurdên xayîn dikiin. Mînaka van hêzên xayîn jî, PDK û ENKS’ê ye. Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmêhê û heta niha, PDK û ENKS’‘ê her dem li kêleka dagirkeriya Tirk di nava êrîş ûş planên li dijî Rojava cihê xwe girtine, herwiha ji bo têkbirina Şoreşê çi ji destên wan hatiye kirine.

PDK’ê di 2011 de ENKS’ê ji bo xiyaneta li kurdên Rojava erkdar kir.

Di sala 2011’an de, pêngaveke nû ya xiyaneta PDK’ê li dijî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê  hat destpêkirin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve PDK’ê û ENKS’ê KOMêN Çekdar yên bi navê Leşkerên Roj dan avakirin, ev çekdarên vê komê jî raste rast bi MÎT’ê ve girêdayîbûn, fermanên xwe jê digirtin û lêi ser destê dagirkeriya Tirk hatin perwerdekirin. Yek ji endamên Leşkerê Roj ku di sala 2016’an de tevlî vê komê bibû  û piştî rastiya wan naskir ji nava wan reviya û tevlî nava refên QSD’ê bû, Salar Ismayîle, wê di hevpeyvînekê de ji ajansa ANHA’yê re ragehandin ku dagirkeriya Tirk bi awayekî eşker perwerdeyê dide leşkerên Roj,

Li aliyekî din jî Wezîrê wezareta pêşmerge ya Başûrê Kurdistinê  Cebar Alyawer derbarê Leşkerên Roj de wiha gotibû: “Em nizanin bê kî Leşkerên Roj perwerde dike.”, ew baş nas dike ku li ser destê dagirkeriya Tirk tên perwerdekirin, lê rastiyê nabeje.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, Leşkerên Roj weke girûpeke leşkerî  mil bi mil li kêleka çeteyên Elqaîde, Cebhet Elnusra û Artêşa Azad şerê gelê kurd dikirin. Ev komên çete jî yekser çek û alîkariyên lojistî ji dagirkeriya Tirkiyê werdigirtin. Li Rojavayê Kurdistanê jî dewleta Tirk ya faşist  wan erkdarkiribûn da ku gelê Kurd qir bikin. Herwiha bi çekên xwe bûn sûcdarê şehadeta gelek kurdan.

ENKS’ê bi destê MÎTa Tirk hat damezrandin

Piştî sestpêkirina aloziya Sûriyê , çend partiyên girêdayî PDK’ê bi fermana MÎT’a  Tirk ENKS’ê ava kirin. ENKS’ê di nav xwe de ji 11 partiyan pêk dihat, lê ji aliyê 5 partiyan ve anku ji aliyê 5 kesan ve dihat birêvebirin. Kesên ku ENKS’ê bi rê ve dibin ev in, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Siûd El-Mele (yê berê) û niha jî (Mihemed Ismayîl), Partiya Demokrat a Nîştimanî ya Kurdî Tahir Sifûk, Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî Nehmet Dawûd, Partiya Çaksazî ya Kurdî Feysel Yûsif û Partiya Yekitî ya Kurdî ya Sûrî Îbrahîm Biro.

Rêveberên her pênc partiyan wekî alav di destê istixbaratên dewleta Tirk de ne û dewleta Tirk destekê dide wan. Wan kesan hemû hewldanên xwe kirin da ku xîtaba Kurdên Rojava asteng bikin. Herwiha dema komên çete  di sala 2012`an de dest bi êrîşa li ser Serêkaniyê kirin, van partiyan destek dan komên çete yên ku li Serêkaniyê pê li ala PDK’ê kirin. Herwiha Di derheqê xelkê Serêkaniyê de jî gelek kuştin, wêrankirin û destddirêjî ji aliyê komên çete, dagirkeriya Tirk û hevkara wê ENKS’ê ve hat kirin. Piştî ku Rêveberiya Xweser di 2014’an de hat damezrandin, ENKS, PDK’ê û dewleta Tirk aliyên yekemîn bûn ku li hember projeya wê sekinîn.  Herwiha ENKS’ê bi hevkariya PDK’ê bi hemû awayan xwest şoreşa gelên azad vemrîne.

Di 2014’an de, di dema ku Rojavayê Kurdistanê di bin êriş û dorpêçek dijwar de bû, ji aliyekê şerê hikumeta Şamê û grûbên çeteyên tundrew û çeteyên Opizisyona Sûriyê, li aliyekê êriş û gefên dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ’ê, hebû, li aliyê din jî PDK’ê dest bi kolandina xendeqa şermê ya di navbera Başûrê û Rojavayê Kurdistanê kirbû  û gelên Rojava dorpêç dikr. Biryara kolandina xendeqa di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, yekrarst ji dagirkeriya Tirkiyê bû.

ENKS’ê û PDK’ê xeta xiyanetê bi gelê kurd re kiriye armanca xwe ya sereke. Herwiha ji bo ku Şoreşa Rojava têk biçe, ew û dagirkeriya Tirk bûn hevkar. Ji dema ku dorpêç  li ser kurdên Rojava bi riya kolandina xindeqên şermê heta beriya êrîşa li ser Efrîn û gudewarên wê, dijberiya wan ji gelê kurd re eşkere bû.

Xiyaneta PDK û ENKS’ê li Efrînê

Beriya ku dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileyê 2018`an de êrîşî kantona Efrînê bike, Îbrahîm Biro di Tîrmeha 2017`an de li bajarê Cerablusê bi çeteyên girêdayî dewleta Tirk re civiya. Di civînê de amadekariyên êrîşa li ser Efrînê û awayê pêkanîna êrişan hate nîqaşkirin. Nakokî di navbera Îbrahîm Biro û rêveberên din ên ENKS`ê de derketin. Ji ber ku Îbrahîm Biro bêyî agahiya rêveberiya ENKS`ê beşdarî wê civînê bûbû. Li gorî agahiyan, Îbrahîm Biro agahî da rêveberiya ENKS`ê yên red kirin ku tev li civînê bibin ku beşdarbûna wan li gorî perspektîfên ji PDK`ê û Barzanî bû û ev jî piştî civîna wî ya bi berpirsên AKP`ê re hate kirin.

Di 20’ê Çileya 2018’an de dagirkeriya Tirkî û komên çete yên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin. Di dema şervanên YPG û YPJ’ê berevaniya gel û xaka Efrînê  ji êrîşên hovanê yên dagirkeriya Tirkî dikirin, ENKS’ê û PDK’ê ji vê yekê jî bê deng bûn. Bêdengiya wan jî erêkirina wan ji qirkirina kurdên Efrînê re dixuye.

 Destekdayîna dorpêça li ser Rojava

PDK’ê li ser xwesteka dewleta Tirk ya dagirker deriyê sînorî yê Sêmalka yê di navbêra Başûr û Rojavayê Kurdistanê de gelek caran girt. Armanca wê ya bingehîn jî derket holê ku ev yek piştî dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir, encam da. Pişt ku PDK’ê deriyê Sêmalka girt, endamên ENKS’ê yên êdî qaçaxçitiya mirov û hişberiyan dikirin.Wê demê jî welatiyên Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bikin. Ev yek ji pilanên ku bi xwesteka Tirkiyê dihat pêkanîn. Armanc jê jî hewildana meşandina şerê taybet li ser kurdên Rojava bû. ENKS’ê û mala Barzanî weke her car li dijî kurdan kar dikin û di destê Tirkiyê de bûne weke lîstokê. Di heman demê têkbirina şoreşa ku bi saya xwîna hezarên şehîdan gihaştiye vê astê, bûye armanca wan. Herwiha deriyê Sêmalka yê sînorî yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ku dibe riya wergirtina pêwîstiyên sereke ji bo gelê Rojava, li dijî gel bikar dianî. Deriyê Sêmalka ji sala 2013an ve rêyeke sereke û girîng di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye. Lê PDK’ê ji destpêka vekirina wê heta niha 6 caran ev derî li ber kurdên Rojava giritiye. Di sala 2013’an de 2 caran , di sala 2016 de jî carek, di 2020’an û 2021 de carek, herî dawî jî di 11’ê Gulana 2023’an de hatiye girtin û di 5’ê Pûşbirê de jî hatiye vekirin. Armanca PDK’ê bi girtina sînorî pêkanîna pilanên dagirkeriya Tirkî ye.

 ENKS’ê hewil da ku zimanê kurdî bihilîne

Dema ku nêzîkbûneke kurdî-kurdî  li Rojavayê Kurdistanê di sala 2020’an de çêdibû, ENKS’ê li dijî gelê kurd kar dikir. Wê destpêkê sîstema perwerde û fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û bi taybet perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nekir. Lê belê perwerdeya hikumeta Şamê li şûna perwerdeya Rêveberiya Xweser pejirand. Ev neqebûlkirin, qirkirina bedenî û çandî bi xwe ye. Kiryarên wê yên qirêj li vir bidawî nebûn, di heman demê de jî xiyanet û  hevkariya wan bi dijminên kurdan re tê diyarkirin. Ew û dagirkeriya Tirkî bûn destek û xwestin siyaseteke baviksalariyê li ser jinên Rojava bimeşînin. Ev yek jî bi riya dijbertiya wan ji sîstema hevserokatiyê re xuya bû. Ji ber ku jinên Rojava pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne, ew ji xwe re kirnin  armanc, lê jinên Rojava ji PDK’ê ENKS’ê û dagirkeriya Tirkiyê bi hêztir bûn. Wan gavên dîrokî û cîhanî avêtin pêş û berxwedaneke bêhempa kirin.

Li Efrîna dagirkirî saziyên PDK’ê

Ji destpêka ku Efrîn hat dagirkirin, binpêkirinên ku derheqê xelkên Efrînê de tên kirin ji hemû kesî re diyar in. Li aliyekî din jî cîhan tev ji van binpêkirinên dermirovî bêdeng in. Di nav de jî PDK’ê ya ku ne tenê ji vê dagrkeriyê re bêdeng e, lê belê destekê dide wê û vê dagirkeriyê qebûl dike. Ji bo em tekeziya vê qebûlkirinê nas bikin jî, divê Vekirina Nivîsgeha girêdayî Saziya Barzanî ya Xêrxwaziyê were bîra me.  Bi fermî ji aliyê PDK’ê ve, di 19’ê Sibatê de li Efrînê hat vekirin. Qaşo ev yek ji bo destekdayîna mexdûrên Erdheja 6’ê Sibatê bû. Lê vekirina vê nivîsgehê vekirna nameyeke qirêj di nav xwe de dihewand. Belê nameya qebûlkirina dagirkeriya ku li ser Efrînê ye ji kurdên Rojava re rê kir. Dîsa weke he dem ENKS’ê û PDK’ê bi dagirkeiya Tirkiyê re dicivin. Herwiha pilanên têkbirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê û  Rêveberiya Xweser bi hev re parve dikin.