Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD`ê gerantorê aramî û aşitiya herêmî ye

03/09/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Wê jinûve bêhna bêrînê bifûre
Share on FacebookShare on Twitter

 

Idrîs Henan

Çendîn dengê serhildana li başûçurê Sûriyê, Siwêda, bilind bibe, ewqas zirezira rêbir, bazirganên narkotîkê, milîsên nijadperest û koma Astaniyan li rojhilatê Sûriyê bilind dibe. Rejîma jihalketî ya Şamê bi piştgiriya alav û dûvikên Îranê yên kirêgirtî, Tirkiyê û çeteyên wê yên DAIŞ’ê bi pîroziya Rûsyayê, hewl didin tevlîheviyeke ku bi kêmanî pozisyona heyî biparêze, ava bikin. Ew baş têgihaştine ku projeya wan li Sûriyê têk çûye û ti şansê xwe yê vejandinê jî nemaye. Lew re; hewl didin li ser şopa dagirkeriya Tirk û bi şêwra wê pratîkê dubare bikin ku hinek destkeftiyên vir de wir de bi dest bixin. Lê çawa ku Tirkiyê nekarî bi wan siyasetên durû ti qezencan bi dest bixe û prestîja xwe wenda kir, dê heman çarenûs li benda fitnecî û sorkerên şerê nijadperest li rojhilatê Sûriyê be.

Îroj Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li rojhilatê Sûriyê – Dêrazorê – li hemberî vê hişmendiyê li ber xwe dide û li beramberî odeyên şerê taybet ên faşîzma Tik û DAIŞ’ê, odeyên çalakiyên hevbeş navbera rejîma Baas, Îran û Rûsyayê de, rêbir û milîsên kurtêlxwar, têkoşîneke dîrokî dide meşandin.

Plana wan ew bû ku kurtêlxwarekî ji hundirê QSD’ê bidin livandin û weke hespê Troy derbekê li projeya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin. Hişyarî, bawerî, têgihaştin û esaleta gel, êl û eşîrên herêmê rê li ber vê plana qirêj girtin ku hemû pêkhate û çalakiyên gelêrî, çandî û civakî li gorî asta berpirsiyariyên xwe yên dîrokî tevgeriyan û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşê, li dora berjewendiya neteweyî ya giştî bûn xelekek ji agir.

Tevî ku haya Rêveberiya Xweser û hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ji liv û tevgera qirêj a rejîma Baas û Îranê li herêmê hebû, lê her tim dixwestin istiqrara li herêmê bi rêya nîqaş û têgihaştinan biparêzin ku aramiya herêmê bixin gerantiyê. Dibe ku bersiv dereng mabe jî, lê muheqeq ewlehî û aşîtiya civakî ya sivîl xeta sor a rêveberiyê ye ku hemû di oxira wê de têdikoşin. Lê dîsa jî, hindî bersiv hatiye dayîn, gereke dirêj neke ku plana hemû derdoran têk biçe.

Tevî ku Tirkiye ji aliyê cografîk ve dûrî saheya şere û nikare rasterast piştgiriya çek û cebilxanê bide, lê bê guman dê bi rêya Îran û rejîma Sûrî wê yekê bike. Her çiqasî Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê, ku kilîta ewlehî û aşîtiya Sûriyê û herêmê ne, plana li Dêrazorê di zûtirîn dem de têk bibin, wê şansê serkeftina serhildana li başurê Sûriyê – Siwêda – jî guncawtir bibe.

Di çarçoveya geşedan û pêşketinên li herêmê rû didin de, tevî gef û hewlên dijminatiyê yên faşîzma Tirk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ji bo tekûzkirina aramî, ewlehî, têkbirina şaneyên DAIŞ’ê û rêbirên girêdayî berjewendiyên nijadperest, li Dêrazorê dest bi oparasyona xwe ya “Xurtkirina Ewlehiyê” kir. Ji bo têkbirina projeya çareseriya demokratîk a gelan, hemû aliyên qaşo dijber (rejîma Sûrî û çeteyên Tirkiye), bi rêya fesadî, fîtne, derew û êrişên odeyên şerê taybet bûne yek enî û provakasyoneke kirêt a nijadperest bi rê ve dibin. Ji vê zêdetir jî; piştgiriya wan çete û rêbirên li rojhilatê Dêrazorê bi mal, çek û cebilxanê dikin.

Ji bona vê jî em dubare dibêjim; serkeftina QSD’ê li hember vê eniya dijberan, gelek girînge ku pêşeroja çareseriya kirîza Sûriyê û aşîtiya herêmî tayîn dike û hemû aliyan tûşî koşeya teng dike ku carek din li hesabên xwe vegerin û xeta teror û faşîzmê têk dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.