Rojnameya Ronahî

PDK`ê çavkaniya xiyanetê ye

Deriya Çiya/Qamişlo

Ev 27 sal di ser xiyaneta Partiya Demokrata Kurdistanê re derbas bû, ku PDK`ê bi hevkariya artêşa rejîma Baas a Iraqê bi tangan êrişî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin.

Di dîroka siyasî ya Kurdan de gelek xiyanetên mezin hatine kirin, lê xiyaneta 31’ê Tebaxa 1996’an a Barzaniyan yek ji wan xiyanetên herî mezin bû. 31’ê Tebaxê yek ji mezintirîn qonaxên gurkirina şerê navxweyî ye ku heta îro di bîra mirovan de maye. Ev xiyanet bûye wek modêleke ku xiyanetên berê û niha yên Başurê Kurdistanê nîşan dide û her carê xwe bi awayekî din dubare dike. Di dîroka têkoşîna Başûrê Kurdistanê de,  gelek bûyerên ku rûpelên reş ên dîrokê tijî kirine hene. Roja 31’ê Tebaxê jî yek ji wan rojan bû. 

Xiyaneta 31`ê Tebaxê

Gelê Kurd li Başurê Kurdistanê di sala 1991’an de li dijî rejîma Baas xwepêşandanek hate lidarxistin û beşeke mezin ji axa Başurê Kurdistanê ji destê rejîma Baas derxistin û bû  yekem car ku deriyê azadiyê ji wan re vebû.

Lê ev dilşadiya gelê Başur zêde dom nekir. Şoreşgerên kurd û desthilatdarên wan li ser destkeftên şoreşê zengilên şerê navxweyî lêda û careke din bû sedem ku gelê Kurd bikeve nava tengasî û aloziyan de.

Piştî serhildanê, nakokiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK`ê de ku berê hebûn, Zêdetir bûn û di destpêka Gulana 1994`an de li navçeya Raniye yekem pevçûn di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de derket û ev şer li Başurê Kurdistanê belav bû, baregehên YNK’ê yên li Dihokê û baregehên PDK’ê yên li Silêmaniyê hatin girtin.

Di 4’ê Gulana 1994`ê de serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza rawestandina şer û civînê kir, lê ev daxwaz encam negirt û di 15’ê Gulanê de şerê navxweyî di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê gihîştin bajarê Hewlêrê.

Di 19’ê Gulana 1994an de, Odeya Operasyonên Aştiyê li Havîn Hawarê a Hewlerê hat avakirin, û piştî civîna Mesûd Barzanî û Kosret Resûl, biryara agirbestê hat dayîn, lê ev jî encam negirt û şer berdewam kir.

Di 3ê Hezîrana 1994`an de Sekreterê Giştî yê YNK`ê Celal Talebanî agirbesteke yekalî ragihand. Ev biryar hevdem bû li gel serweriya Hizba Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Îslamî li ser deverên Qeladze û Pêncwîn.

Di 31`ê Hezîrana heman salê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Celal Talebanî û Mesûd Barzanî civiya. Ev civîn bi ser ket ku şer û alozî heta radeyekê kêm bike, lê heta dawiya sala 1994’an li hinek cihan pevçûn berdewam kirin.

Di destpêka sala 1995’an de careke din şer di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de dest pê kir. Di 15’ê Çile de hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bajarê Hewlêrê desteser kir. Şer heta 9’ê Tebaxa 1995’an berdewam kir. Herdu polîtburoyên YNK û PDK’ê li paytexta Îrlanda Dublin bi navbeynkariya Amerîkayê civiyan, lê ev civîn bi ser neket û nekarîn rewşê kontrol bikin.

Di 28’ê Tîrmeha 1996’an de hêzeke pasdarên Îranê bi hevkariya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê sînorên Başurê Kurdistanê derbas kirin û êrîşî baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê li Cebel Heybet Sultan kirin.

Şeva 17-18’ê Tebaxa 1996`ê li Riwanduzê cara sêyemîn di navbera YNK û PDK’ê de şerê navxweyî derket. YNK’ê Safîn û Şeqlawa girtin û xwe nêzî Bayramê kirin. Wê demê piraniya wê herêmê di destê PDK’ê de mabû.

Di 22`ê Hezîrana heman salê de serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji serokê rejîma Baas Sedam Husên re şand û daxwaza hevdîtinê kir. Name bi van gotinan dest pê kir: “Birêz Serok, ji bo destwerdana Îranê di karûbarên Iraqê de vê hişyariyê di ber çavan re derbas bikin.”

Çend roj piştî şandina vê nameyê, Mesûd Barzanî çû Bexdayê û bi Sedam Husên re hevdîtin pêkanî û li hev kirin. Li gorî vê peymanê, artêşa Baasê alîkariya PDK’ê kir ku Hewlerê desteser bike. Ji aliyê din ve jî PDK`ê rê da Artêşa Baas ku alîgirên opozîsyona Iraqê li Hewler û Bîrmamê bigire û dest bi êrişa ser baregehên wan bike.

Vê peymanê hişt ku Mesûd Barzanî bi cîbicîkirina şertên vê peymanê yên bi Seddam Husên re leztir bike. Ji aliyê din ve jî, di 21’ê Tebaxê de, rojek beriya ku Mesûd Barzanî peyamekê ji Sedam Husên re bişîne, Celal Talebanî ji Fermandarê Giştî yê Pasdarên Îranê Mihemed Caferî re peyamek şandibû û daxwaz kiribû ku bilez hêz bên şandin.

Sibeha 31’ê Tebaxê hêzên Artêşa Baas ji Kerkûk û Mûsilê ber bi Hewlêrê ve çûn û hejmara artêşa Iraqê gihişt 30 hezar leşker û 150 tankan. Yekemîn destkefta hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser rêya Xor-Hawlêr bû. Yekîtiya Niştîmaniyan Hewlêr bê parastin hişt û Partiya Baas bajarê Hewlêrê dagir kir û tankên Baas gihiştin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Piştî mehekê ji bûyera 31’ê Tebaxê, hêzên Yekîtiya Niştîmanî bi alîkariya pasdarên Îranê careke din êrîş kirin, Silêmaniyê girtin û xwe nêzîkî Hewlêrê kirin, lê rejîma Baas a Îraqê gef ji YNK`ê xwar û got; Heger zêdetir pêş bikevin, dê alîkariya PDK’ê bikin û dîsa êrîş bikin.

Piştî gefên rejîma Baas, balafirên şer ên dewleta Tirk ji bo ku rê li pêşiya pêşketinên hêzên Yekîtiya Niştîmanî bigirin, li Koyî, Şeqlawa û Raniyeyê êrişî hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kirin. Balafirên dewleta Tirk nehiştin YNK`ê di nav sînorên xwe yên berê de bi cih bibe.

Vê yekê jî rê li ber parçebûna Başûrê Kurdistanê vekir ku di bin serweriya du partiyan de be. Piştî vê demê li herêmê du rêveberî hatin avakirin. Navendên Hewlêr û Dihok ku di bin serweriya Partiya Demokrata Kurdistanê de ne û navendên Silêmaniyê û Germiyanê yên girêdayî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ne. Dikare bê gotin ku rêveberiya du navendan heta îro jî didome.

Hejmara qurbaniyên 31’ê Tebaxê

Di encama êrîşa 31’ê Tebaxê de 450 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn. Zêdeyî 100 kes jî winda bûne. Tê gotin ku di şerê navxweyî de zêdetirî 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Heya niha li hemberî vê xiyanetê tu helwest nîne. Ji ber ku; Li gorî çavdêran dûbarebûna bûyerên bi vî rengî ne dirêj e. Her dema ku berjewendiyên partiyên desthilatdar dikevin bin metirsiyê, dibe ku hêzên derve bînin ser axa Başûrê Kurdistanê da ku bi rêya xwe bigihin tiştên ku dixwazin.

Ji bilî wê yekê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser vê xiyanetê helwest nîşan neda û şermezar nekir.

Xiyaneta 31`ê Tebaxê hîn berdewam e

31’ê Tebaxê ne tenê xiyanet e, di heman demê de ev bûyer di dîroka têkoşîna nû ya Başurê Kurdistanê de bûne mînak. Her dema ku di navbera hêzên Kurdî de nakokî çêdibûn, hewl didan hêzên biyanî bikar bînin da ku bi rêya wan hêzan hêza xwe û hebûna xwe biparêzin.

Xiyanet li Başurê Kurdistanê bûye ji rêzê û xiyaneta herî dawî jî di 3’ê Tebaxa 2014’an de radestkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê re û bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ku artêşa Iraqê êrîşî Kerkûkê kir û herêmên din desteser kir. Başurê Kurdistanê li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye û Kurdan ji sedî 51’ê axa xwe ji dest dane. Ji ber ku ev îxanet nebûye mijara nîqaşa neteweyî, vê yekê hişt ku dewleta Tirk bi piştevaniyê hewl bide %30 ji xaka Başurê Kurdistanê dagir bike.

Piştî wê jî di 9’ê Cotmeha 2020an de di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Hikûmeta Kazimî de rêkeftina Şengalê hat îmzekirin. Li gorî peymanê, “Hikûmeta Iraqê dê vegere Şengalê û divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê hilweşandin.”

Herwiha dewleta Tirk bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê bi qasî 40 k.m li hin deverên sînorî ketine nava axa Başurê Kurdistanê û dagirkeriya xwe didomînin. Îro jî diyar e ku Partiya Demokrat li Zapê li ber dagirkeriya artêşa Tirk a faşîst  rê vedike.

Bûyerên bi vî rengî bi zelalî nîşan didin ku heta niha xiyanet li vî welatî bi dawî nebûye û her carê bi rengekî din derdikeve holê. Xiyanet ketiya kûrahiya siyaseta desthilatdaran de. Ji bo parastina berjewendiyên xwe û lawazkirina hêzên dijber, her kêlî dikarin xiyanetê bikin û dagirkeran bînin herêma Kurdistanê û erdên xwe radestî wan bikin.