Rojnameya Ronahî

TALANA XWEZAYÊ

Zozan Cizîrî

 Li nav giştî cîhanê, me ji nav hemû salan havîneke pileya germahiya xwe di asta herî bilind de jiyan kir û em hîna jiyan dikin. Saziyên meteorolojiyê yên dewletan rojane nûçeyên dijwarbûna germahiyê, xeteriyên vê yên li ser jiyana mirov û jîngehê diweşînin. Gelek rojan têkildarî vê germahiya dijwar nûçeyên felaketê yên digotin, “rojên herî germ ên havîna 2023’yê rekor li ser rekorê dişkînin”, nizanim “li Amerîka û Hindîstanê ji ber hewaya germ ji 100’î zêdetir însanan jiyana xwe ji dest dan” û hwd. dihatin weşandin. Lê ya herî balkêş û hêjayî nirxandinê; wekî ev germa dijwar rewşeke normal û xwezayî be empozeyê mêjiyê civakê kirin û tu reflekseke dijber, lêpirsîner çênabe!

Li gor teoriya kaosê zanyar Edward Norton Lorenz tespîtek wiha dike; “Ger li Amazonan pepûleyek perê xwe bihejîne, ew bayê perê pepûle li Amerîka dibe sedem ku bahoz rabe”. Vêca germahiya îsal a bû sedema mirina sedan mirovan û havîn li me kir jehr, pêwîste tenê wek rewşeke xwezayî neyê nirxandin. Eger em li gor bandora pepûleyê bigirin dest, ev tê wateya ku di destpêka sîstemê de guhertinên cidî û destkariyek mezin li ser xwezayê kirine.

Bi taybet li Kurdistanê îro hukûmeta AKP’ê ya diz û çavbirçî bi siyaseta dijminane tenê êrîşî civaka Kurd nake, her wisa êrîşî xwezaya Kurdistanê jî dike. Vê dema nêz roj nîn e çend nûçeyên ku artêşa Tirk a dagirker agir berdide çiyayên me, li ser çiyayên me teknîka şer a herî bilind û gazên jehrî yên qedexekirî li hember gerîla bikar tîne û hwd. di çapemeniya azad de dernekeve. Dewleta Tirk a li hemberî berxwedana gerîla ya serkeftî bêçare mayî, vê carê jî lez dide sazkirina bendên avê. Piştî bendava Hesenkêfê, dewlet niha jî amadekarî dike bendaveke mezin li ser Çemê Dîcle ava bike. Jixwe zirara her bendaveke dewletê dide xweza û jîngehê tê zanîn. Her bendavek li şûn xwe çolistaneke hişk û rût dihêle. Têkçûna her daristanekê li gel însan jiyana hemû zindiyan dixe xeteriyê…

Li pêşber van kiryarên xeternak mixabin rexmê îro di cîhanê de bi sedan saziyên jîngehparêz hene jî, tu kesek li hember van kiryarên dewleta Tirk a dagirker û talanker dengê xwe dernaxe. Di dema xwe de helbestvan û zanayên civakê yên wek Ahmed Arif bi ristên,

“Vana, maregîsk û maşot in

Vana, yên çav berdane nanê me, aşê me ne,

Vana nas bike, nas bike û mezin bibe…” heqîqeta sîstema desthilatdar a kedxwar û talanker radixistin pêş çavan, hestên mirovahiyê şiyar dikirin. Divê em baş bizanin ku ev germahiya îsal a dijwar ji wê şewitandina daristanan a bi destê artêşa Tirk, ji wan bombebaran û kîmyabaranên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê, ji avakirina van sed û bendavan qut nîn e, qet jixweber nîn e. Eger em naxwazin roja me ya îro bibe dojeh û pêşeroja me bê jehrîkirin, helwesta herî birûmet em demildest li dijî vê talan û birîndarkirina xwezaya Kurdistanê rawestin û mil bidin milê gerîlayên parêzvanên rûmetê.