Rojnameya Ronahî

Roja cîhanê ya aşitiyê û misilman

Aşitî di dîroka mirovahiyê de wateyek xwe ya bilind û berz heye. Dema şer çêdibin, an ji bo şer û pevçûnan zemînekî derkeve holê, aşitî dibe karekî pîroz û erka her mirovekî bi wicdan, dibe lêgerîna aşitiyê.

Şerê cîhanê yê duyemîn ku Hîtler bi dagirkirina welatê Polnyayê di 1’ê Meha Îlonê sala 1939’an de destpêkir û bi milyonan mirov bûn qurbanî, ew roj ji hêla neteweyên yekbûyî ve wek roja aşitiya cîhanê hate destnîşan kirin.

Şerê ji bo mirovan, ruhberan, xwezayê têkçûne. Ji ber mirovahiya pêşverû, divê her dem dijî şeran û pevçûnan têbikoşe.

Ger baş hizir were kirin, wê were dîtin ku aşitî ji bo mirovahî ji nan û avê girîngtirn e.

Aşitî çalakiya xwedan wîcdan û xwedan aqilane. Aşitî daxwaza Pêxemberan û ya fîlozofan e. Aşitî avdankirina xîmên bingehîn yên mirovahiyê ye. Ji ber wê aşitî karûbarekî pîroz û xwedan wateyekî bilind e. Divê aşitîya rastîn bi bingeh were danîn, ne wek desthlatdaran bi gotin were gotin an jî nivîsandin û bingeha şerê salan were plankirin.

Divê em ji bîr nekin navê Peymana Lozanê wek peymana aşitiyê hatiye nivîsandin. Aşitiyên ku bingeha xwe ser rastî û dirûstiyê nebin, dibin sedemên şerên sedên salan. Ji ber van tecrûbeyên me yên dîrokî, divê aşitî li ser xîmên dadwerî û parvekirinê werin pêşxistin. Dema aşitîyek bê dadwerî û hevkariyê were çêkirin, ew nabe aşitiyek mayinde, berovajî derî li şerên girantir û mezintir vedike.

Gelo çima di nava me Misilmanan de, ji aşitîyê zêdetir behsa şer û dagirkirinê hatiye kirin?

Ma Misilman ne bawermendên Qur’anê ne? Ma Misilman ji hedîsên Pêxember ne agahdarin? Bê guman agahdarin, lê piştî koça Pêxember s.X.l, Ola Îslamê kete bin dagirkeriya desthilatdaran û wan jî Ol ji bo dagirkerî û desthilatdariyê heta dawî bikar anî û bikar tînin.

Bawermendino! Tev bi hev re têkevin nava aşitiyê, li pêy rêçuna şeytan neçin, lewre ew neyarê we ê eşkereye‘. (Beqere 208)

Divê ji vê ayetê em seranser tê bigîhîjin, kesê şer gur dikin bixwe şeytanin. Ger em lê binêrin, emê bibînin dewlet an desthelatdar tenê rêya şer vedikin, aşitiyên wan hemu sexte û bê bingehin û hemû rol û mîsyona şeytan dileyizin.

Lihevanîna du kesan an (aşitiya navbera du kesan) xêrtir e ji Nimêj û Rojiya salekî‘. (Nehic el-Belaxa, s. 421)

Wateya Îslamê bixwe aşitiye, lê mixabin Misilman bi giraniya xwe behsa şer û kuştinê dikin.

Divê Misilman ji bo dadwerî û aşitîyê cîhadê bike, ne ji bo dagirkirin û kuştinê cîhadê bike.

Divê were zanîn hemû Pêxemberan doza aşitiyê kirine, kesên dijberiya Pêxemberan kirine, şer meşandine. Nemrut, Fîrewn, Ebu Sufyan, Ebu Cehîl û desthelatdarên îro hemû debara xwe bi şer dikin.

Divê hemû Bawermendên Ola Îslamê ji bo aşitiyek mayinde kar bikin. Ji bo navbera Kurdan û dagirkerên Kurdistanê de aşitiyek çêbe, bi liv û tevger bin. Ger Mafê Kurdan neyê dayîn û aşitiyekî bi dadwerî pêk neyê, dê malwêranî her berdewam be.

Ger du mîlyar Misilman doza aşitî û dadweriyê li cîhanê bikin, dê pirsgirêkên cîhanê werin çareser kirin.

Bi hêviya aşitiyek mayinde û dadwerane, roja cîhanê ya aşitiyê li kesên aştîxwaz pîroz be.

Hafiz Ahmet Turhalli